• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Darê zeytûnê û bîra dewletan | Fêrgîn Melîk Aykoç

Darê zeytûnê û bîra dewletan | Fêrgîn Melîk Aykoç


barkirin: Rezber 5, 2018, 11:21


Li gor baweriyên heyî, darên zeytûnê û jiyana mirovan bi hev re têkildar e. Dema jiyan li ber sêdara têkçûnê bû, qirika hevkarê xirabiyê bêbextî kir, çû û nehat, kevoka spî gihîşt alîkariyê, çû û bi guliyê dara zeytûnê ya hêviya jiyanê ve vegeriya û mizgîniya serketina jiyana mirovan da. Ji wê rojê vir ve ev peyamnêra jiyanê, bû sembola aşitî û hêviyê.

Li gor baweriya hinan ew cigeha hêviyê çiyayê Agirî, li gor hinan çiyayê Cûdî ye. Lê bi dîtina min ew cigeha hêviyê Çiyayê Kurmênc ê li Efrînê ye. Lewra ne li Agiriyê ne jî li Cudiyê darên zeytûnê hene. Li wê erdnigariyê tenê li çiyayê Kurmênc heye. Dibe keştiya Nûh a bê pûsûla xwe gihandibe wir û hêviya serketina jiyana mirovahiyê li wir bi dest xistibe.

Hetanî êrişên dagirkerên Tirk, çete û cehşên wê jî, xaka Efrînê ya pîroz di nava derya şer û qada xwînê de girav û cigeheke aşitî, aramî û hêviyê bû. Ji ber vê aştî, aramî û hêviyê jî, bûbû kelemên çavên dagirker û xwînxwaran. Dixwestin wê hêviya jiyanê jî bifetisînin. Yên ku di dema Nûh pêxember de mirovahî bi tofaneke wisa bi hêz û xezeb re rû bi rû hîştibûn jî, xwînxwar, wehş û hovên wekî dagirkerên Tirk û paşverûtiya demê bû. Dibe ev giyana xirab û ruxandinê ji wê demê jî mabe û ji nû ve derketibê pêşiya tevahiya mirovahiyê û dixwazê toleya xwe ya wê demê ji wê xaka aştî û aramiyê bigire.

Baş tê zanîn ku bîr û refleksên xwînxwar, talanker û dewletan ji kûrahiya dîrokê tê. Bi taybetî jî jiyana aborî ya li ser talan û şêlandinê di pêvajoya salan de niqir bi niqir di mêjî de rûdine, dibe wekî tanc(ajo) û refleksên giyanî. Bi aboriyeke wisa jiyan di giyana serkarên bi navê Tirkan, yan jî hin gelên din, di pêvajoya sedsalan de wek refleksên dewlet û serweriyê xwe gihandiye forma refleksê. Di dîrokê de serkarên wek Tîmûrleng, Hûn, Selçûk, Osmanî aboriya xwe yekber li ser talan û şêlandinê dane rûniştin. Ango kîjan dever dagir kirine; tev de sotine, ruxandine, talan kirine û bi wê jiyane. Bêgûman Iskenderê Mezin, Bîzansî jî jê kêm nemane. Herwisa serkarên bi navê dîn êrişê Kurdistanê kirine. Ev karektera sotin, ruxandin û talanê di bin navê “Xenimetê” de wek fermaneke xwedayî rewa kirine. Ev kevneşopiya xwînxwar êdî ne tenê referansên serkarên dagirkeran e, di giyana dewlet û serkariyan de jî xwe guhezandiye refleksên kronîk û nayên tedawîkirin. Bi pirani tê zanîn ku gelek dewlemendên Tirkiyê bi desteserkirina heyîyên Ermenî, Grêk, Suryanî û Kurdan dewlemend bûne.

Ev karektera talan û sotine bi awayeke vekirî li Efrînê xwe nîşan da, hem jî li ber çavên hemû cihana çavkor. Ev ket nava belgeyên Yektiya Dewletan jî. Çeteyan malên efrîniyan li ber çavên cihanê û di bin ewlehî û çavdêriya leşkerên Tirk de girtin birin, li Ezazê û bajarên din firotin. Wêne û videoyên wan li ser medya dîjîtal tijî ne. Lê em dizanin tiştên herî giring û giranbiha dagirkerên Tirk birine.

Li gel komkujî û xwinxwariyê, reflekseke serkarên Tirk jî sotin, ruxwandin û xaka bi adan werankirin û guhezandina çolistanê ye.Li Efrînê destpêkirine darên zeytûnan yên di nava dehan salan de zor digîhîjin, dibirin. Ango bi gotineke zelal bingehê jiyanê dirûxinin û dişewitînin. Dixwazin we bihuşta jiyanê, wê hêviya destpêka jiyana mirovahiyê, we rawestgeha yekem ya Nûh ji ser vê xakê rake, hem jî bi navê dîn û îman, bi navên pîroz.

Di çapemeniyê de nûçeyeke din jî belav bû. Dibêjin; dagirkerên Tirk dest danîne ser bi tonan zeytûnan. Lê wê ew zeytûn jî ji vê kirîza wan a aborî re nebe çareserî. Lewre ew ne tenê Kurdistan û Kurdan talan dikin, gelê Tirk yên kirine xewa giran jî hem talan dikin û hem jî bingehê jiyana wan diruxînin. Welatê findiqan yên ji sedî heftêyê zêdetir dengê xwe dabû wan, nikanin findiqên xwe bifiroşin, hin dirijînin, hin dişewitînin, aboriya wan ser û bin bûye.

Bi dîtina min xezeba wê warê pîroz, wê warê destpêka jiyanê bibe bingehê têkçûn û ruxandina vê serkariya xwînxwar, talanker û virker. Wê ewqas çete, tûle û sangole jî nikanibe wan rizgar bikin, dijê wê, dê bibin ruhistînên wan. Wê jiyana li ber têkçûnê, hêviya berdewamiya xwe li Efrînê bi destxist, van xwînxwar û talankeran jî, li ber tofaneke ew ne li bendêne bixe û jiyana mirovahiyê cardin li Efrinê serketina xwe ragîhîne tevahiya gerdûnê.

dîtin: 86

Pêveker:

darê zeytûnê û bîra dewletan fêrgîn melîk aykoç