• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Darên Ercîşê,Darên Teksîmê- Cemîl Oguz

Darên Ercîşê,Darên Teksîmê- Cemîl Oguz


barkirin: Hêzîran 12, 2013, 3:23


Cemîl Oguz di nivîsa xwe ya di diyarnamê ya roja bihurî de weha nivîsîye;

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev…

Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be pêşî fermo nûçeyê bixwînin (1)

Niha danberheva me:

– Li Taksîmê 563 heb dar hene. Li Ercîşê darên ku bûne meseleya birînê hejmara wan ev e: 2 hezar darên mêwe û 200 hezar heb darên spîndar (hewr).

– Qada li Taksîmê li dor 38.000 metreçarqorzî ye.
Li Erdîşê 132 hezar metreçarqorzî ye.

– (Li gor hin agahiyan) Darên li Taksîmê temenê wan li dor 60-70 salî ye.
Li Erdîşê temenê darên heyî li dor sed salî ye. (4)

– Li Taksîmê dixwazin AVM û Topçu Kişlasi çêbikin, li Erdîşê dixwazin avahiyan çêbikin.

– Li Taksîmê yên dixwazin daran bibirin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye ku di destê AKP’ê de ye. Ku vê derê dê pêşkêşî dewlemendan bike.
Li Ercîşê yên dixwazin daran bibin TOKÎ (Îdareya Avahiyên Giştî ku girêdayî Serokwezîriya Tirkiyeyê ye) û AFAD (Ev sazî girêdayî Qeymeqam ku Qeymeqam jî girêdayî dewletê-hikumetê ye) e.

– Li Taksîmê li hemberî hilkişandina daran Mebûsê BDP’ê Sirri Sureyya Onder derket, serhildan da dest pê kirin. Li Erdîşê, Şaredarê BDP’ê yê Wanê Bekir Kaya, şaredar û nûnerên din ên BDP’ê ketin nav tevgerê.

– Li Taksîmê piştî Onder beşek mezin a ji gel û dûre partiyên din derketin holê.
Li Ercîşê hê kes neketiye nav tevgerê.

– Li Taksimê cihê ku niha meseleya pirsgirêkan e cihê seyranê  ye. Ji her partî, rêxistinê kes fêdeyê ji wir digire. Dixwazin ji destê wan derxin û pêşkêşî komek dewlemendan bikin.
Li Ercîşê cihê bûye meseleya bûyerê di destê gundiyan de ye, gundî ji bo çandinî bikar tînin û niha dixwazin ji destê wan derxin.

– Di sala 1940’î de Waliyê Stenbolê Lutfî Kirdar ew der îstîmlak kir (kir malê dewletê) û bi plana îmarê ya Henri Prost li wê derê park çêkir (Ev parka ku niha jêre Parka Seyranê ya Taksîmê tê gotin). Ev di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemîn park bû ku hat çêkirin. Bi gotineke din ev 73 sal in ev der ê dewletê (yanê yê gel e) ye.
Li Erdîşê ew der malê xezîneyê ye (yanê yê dewletê, yanê yê gel) û ji sala 1952’yan ve gundî wê derê bikar tînin, diajon, lê xwedî derdikevin.

– Li Parka Taksîmê di sala 1806’an de Halil Paşa Topçu Kişlasi (Baregeha Topavêjan/Guleavêjin a Halil Paşa) hate avakirin. Ev baregeh bû şahida gelek şeran. Di bûyera 31’ê Adara 1909’an de ev der bûye baregehan serhildêran (2). Parkê 1967’an de şiklê xwe yê niha girtiye.
Li Erdîşê ev cihê dar lêne jêre “Aşê Keşîş” dibêjin. Di dema Komkujiya Zîlanê de li vê derê bi hezaran sivîl hatin gulebarankirin û kuştin. Di strana Şakiro de navê “Keremê Elî” ku hatiye kuştin derbas dibe. Keremê Elî di bin wan daran yekê de hatiye kuştin. (3)

– Li Taksîmê dadgehê biryara rawestandina projeya Topçu Kişlasi daye, digel vê yekê xwestin daran hilçînin û projeyê bidomînin. Dadgehê biryara xwe careke din eşkere kir û pêvajoya dadgehê hê didome.
Li Ercîşê pêzanên zerîetê rapor amade kirine ku ‘ev erazî ji bo her cure çandiyê guncan e’. Li gor Rêziknameya Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê cihên ji bo çandiniyê guncan bin li wê derê avahî nayên saz kirin. Lê dîsa jî TOKÎ û AFAD ketin nav hewldaneke wisa. Niha xirecir didome.

– Li Taksîmê berxwedana Platforma Taksîmê û berxwedana parastina daran didome. (her çiqas hin partiyên siyasî ketin nav meseleyê û berxwedanê şikil guhartibe jî)
Li Ercîşê Şaredar û BDP’yî di nav berxwedanê de ne, niha tenê dikarin haya raya giştî pê bixin. Pêşeroj dê çi nîşan bide hê nediyar e.

Belê. Danberheveke bi vî rengî.

***

Hin nivîskarên kurd di qada civakî (facebook, twitter û hwd) de li gor min hin tiştên ecêb tînin ziman. Jixwe em ketine nav meseleyê. Em çend gotinan li ser wan jî bibêjin:
– Ew nivîskarên me dibêjin “Çi karê BDP’ê heye diçe parastina çend daran?”
Yên vê dibêjin ne BDP’ê fêm dikin, ne jî Tevgera Azadiyê ya li Bakur fêm dikin. Hûn jê hez bikin jî nekin jî Ocalan qala “Ekolojiyê” dike. KCD’ê jî di Konferansa xwe ya li Amedê de li ser vê xalê biryar standin. Ev wekî stratejiyek e li meseleyê dinêrin ku ev stratejî dê bidome jî.
Li gor min jî stratejiyeke rast e. Ne çend dar, tenê darek be jî û li ku dibe bila bibe (erdnîgarî ne girîng e) hêjayî parastinê ye.
–  Dibêjin: “Dema li Kurdistanê daristan dihatin şewitandin çima wan (qala çepgiran, tirkan û hwd tê kirin) deng dernedixist, em çima deng derdixin ji bo çend daran?”
Bersiv ev e: Tu şaşiyek bi şaşiyeke din nabe rastî. Ger heta îro li hemberî şewitandina dareke li Kurdistanê dilê wî/ê neşewitîbe divê dilê me jî neşewite? Kesek bêrehm be emê jî bê rehm bin.
Her wiha li Taksîmê ne tene tirk, kurd jî, gelên din jî ji van daran sûdeyê digirin.
– Dibêjin: “Divê BDP nekeve dû nijadperestin tirk, ala tirkan” û tiştên wisa…
Yên ku vê dibêjin hay ji qada Taksîmê nîn in. Ger carekê çûbin Taksîmê dê bidîtana BDP ne li dû wan e, ne piştgir û alîgirê wan e, dê ne piştgir û alîkarê wan be jî. BDP, bi al, wêne û gotina xwe li wir e.

1- Nûçeya: Bekir Kaya: Dixwazin li ser erdên çandiniyê avahiyan saz bikin
2- Li Tirkiyeyê di dema Osmanî de, piştî Meşrûtiyetê (sala 1908’an) di vê rojê de li hemberî rêveberiya wê demê serhildan li dar ket.
3- Agahiyên di vê paragrafê de ji aliyê Sedat Ulugana ve di Facebookê de hatin berhevkirin. Min ji wir girtin.
4- Heman çavkanî

[email protected]

jêder: diyarname.com

dîtin: 143

Pêveker:

darên ercîşê darên teksîmê cemîl oguz