• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Davutoglu: PYD jî weke PKK’ê terorîste

Davutoglu: PYD jî weke PKK’ê terorîste


barkirin: Êlûn 29, 2015, 10:25


Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu di axiftina xwe de ya li civîna Kongireya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UN)’ê de ragihand, ji ber ku di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)’ê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê de peywendî heye, ev partî jî ne xwedî şeriyetê ye û weke PKK’ê grûpeke terorîste.

Ehmed Davutoglu di Civîna Kongireya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got: PYD’ê çek û çekdarên PKK’ê li Sûriyê bikar tîne û ev yek bi wateya peywendiyeke ron di navbera wan hêzan de ye.

Navbirî herwiha got: Nêrîna me li hember PKK’ê çiye li hember PYD’ê jî heman tişte.

Gotinên Davutoglu di demekê deye ku rayedarên paye bilind yên Amerîkayê bi caran gotine ew PYD’ê weke grûpeke terorîstî nabînin û take hêza ku bi dilêrî li hemebr çekdarên DAÎŞ’ê şer dikin û pêşrewiyên wan sekinandine PYD’ê ye.

Herî dawî berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John kirby ragihandibû: em PYD’ê weke grûpeke terorîstî nabînin. Herwiha PYD’ê bi serkeftinên xwe di şerê li dijî çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê de ev rastî selimanidye.

dîtin: 207

Pêveker:

davutoglu pyd weke pkk