• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Daxwaza Darezandinê ji bo xwedanê NRT Şasiwar Abdulwahid hate ragihandin

Daxwaza Darezandinê ji bo xwedanê NRT Şasiwar Abdulwahid hate ragihandin


barkirin: Pûşper 27, 2017, 1:55


Ji bo xwedanê Televizyona NRT bi boneya tawana " Xiyaneta li Welatê xwe" daxwaza darezandinê hate ragihandin.

Ji aliyê komek parêzeran ve di derbarê xwedanê TV ya NRT Şasiwar Abdulwahid de, bi boneya "Xistina metirsiyê ya ewlekarîya welat, Xiyaneta li nirxên gel" daxwaza darezandinê hate ragihandin.

Parêzeran li Erbîlê civîneka rojnamevanîyê lidar xistin û di vê civînê de ragihandin ku ew kesên dijî serxwebûna Kurdistanê tevbigerin di heman demê de dijî nirx û destkeftîyên Kurd û Kurdistanê jî derdikevin û wan piçûk dixin.

Dihunê di torbendên civakî de karkerekî jiber van sedemanan dest ji karê xwe kişandibû derbirî ku xwedanê NRT Şasiwar Abdulwahid di warê aborî de ji aliyê Nûrî Malîkî ve tête xwedankirin û ew jî beramber vê yekê dijî Giştpirsîya Serxwebûnê tevdigere û hindek karên dîtir yên tarî, yên Xwedanê NRT aşkire kirin.

Xwedanê NRT ji bo karên dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya, dê 25 ê miha Êlûnê pêk bê li Emerîkayê companyayek kirê kiribû.

NRT bi gelek bernameyên xwe yên siyasî ve vekirî dijberiya xwe ji bo Referandûma Serxwebûnê rave dikir û ji bo pêknehatina Referandûmê karekî taynet dimeşand.

Berîya neha jî Şasiwar û xwişka wî bi bûyîna neferê Malîkî dihatine binavkirin. 

 

Kurdistan24

dîtin: 142

Pêveker:

Şasiwar abdulwahid nrt tv xiyanet