• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dayika Xazal û Lorîn

Dayika Xazal û Lorîn


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Êlûn 26, 2014, 12:32


Dayika Xazal ê,

Lorîn a şîr mij bi lorîne, olan bi çiya yê Şengalê bixe û bi qîrîne, zarokên bê dê û bê bav li derdora xwe bicivîne, gazî bike wan bêbextan û wan xayînan, ji wan re bibeje, çima we em firotin, avêtin ber hovan û keftarên dev bi xwîne. Demsal havîne, çiyayê Şengalê germe, lolanê di barîne, di pijê, di kelê, kuç û keviran di halîne, dayik a Xazal ê Lorîn a şîr mij di himbêza xwe de bi hewîne, xwe bavêje quntara çiyayê Şengalê, bike hawar û gazî û bibeje, fermane, li me kurdan fermane, li geliyê zîla, agîrî, Dersime, çiyayê sasonê, mehabad ê, Helepçe, û di dawîde li Şengalê dîse li me kurdan fermane, li çiyayê Şengalê hawara zarokan, qîrîna dê û bava ne, jin ê ducanî zarokên xwe di xine bin şikêrên keviran, dapîr, kalemêr pal di dine lat û şeqîfên çiyayê Şengalê, rihê xwe dispêrin yezdan ji têhna û ji birçîna, Dinya kerr û bê denge, kanî şeref û rûmet, kanîn ew însanên ku di bejin em xwedî axlaqin, kanî gel ê ola îslamê, kanî ew kesên ku ji xwe re di gotin em mafên mirovan di parêzin, kanî însanetî û kanî ujdanê însanan. Hamu vir, derewin û laqirdîne Dayika Xezal ê.

Dayika Xezal ê,

Qet ji xwe şerm neke, negrî û ser ê xwe ne tewîne, tu suc û gunehên te divan bûyeran de nîne, bila ew kesên bûne sebebên ku tu ji cîh û war ê xwe bûyî, dev ji we berdan û reviyan ji xwe şerm bikin, bila ew kesên ku Lorîn a şîr mij bê dê û bê bav li kolanan bê xwedî hiştin ji xwe şerm bikin, bila ew kesên ku bûne sebebên wan zarokên sê çar sal î, ku ji tehna û ji birçiya ser ê xwe di danîne ser wan kevirên çiyayê Şengalê û rihê xwe dispartin ji xwe şerm bikin, bila ew kesên bûne sebebên wan jin û qîzên kurdan ku li bazaran hatin firotin ji xwe şerm bikin, bila ew kesên ku şeref û rûmeta kurdan bin pê kirin ji xwe şerm bikin, bila ew kesên bûne sebebên ku zarok, jin, dapîr, kalemêrên kurdan bi çol û çiyan xistin ji xwe şerm bikin, bila ew kesên bûne sebebên wan dayikên ku zarokên xwe tavêtin, bi şun xwe ve zarokên xwe dihiştin û tiliyên xwe dixistin qulên guhên xwe de, jibonî ku dengê giriyê zarokên wan nêyê wan ji xwe şerm bikin, bila ew kesên bûne sebebên wan jin û qîzên kurdan jibonî ku nekevin destên hovan de, xwe di zinarên çiyayê şengalê werdikirn û xwe di kuştin ji xwe şerm bikin, bila ew xayîn ji xwe şerm bikin, bila însanetî ji xwe şerm bike û bila dinya ya ku li vê hovîti û wahşetê temaşe dike ji xwe şerm bike dayika Xazal ê.

Dayika Xazal ê,

Lorîn a şîr mij bibe bine sîya dareke ji dara kizwan a, yên çiyayên şengalê, ji kulbeş e kê “selika fêkî” deydike kê çêbike û Lorîn ê bi strana Derwêşê Evdî û Edulê têxe xewa şîrîn û bi hejîne, bila Lorîn a şîr mij têkeve nava xawn û xeyalên xwe yên nujen de û di nava wan xewn û xeyalên xwe de bibe kewoka aşîtî ye li ser lotkeyên çiyayê Şengalê bi fire, bibe çêlîyek ji çêlîkên xezalên çiyayê Şengalê li newal û zinarên çiyayê Şengalê bibezê û di dawî de xwe bavêjê himbêza dayika xwe û bi wê bêhna xweş û şîr ê spî yê dayika xwe şa bibe.

Dayika Xazal ê,

Ez di wê bahwerî û qeneatê de me ku êş û keraseta Şengalê tu însan bi peyvan nikarin bênin ziman, tu helbestvan nikarin bi hestên xwe êş a şengalê di nava helbestên xwe de birêz bikin û tu roman nivîs nikarin êş û felaketa Şengalê di romanên xwe de binivîsin, tenê însan, helbestvan û roman nivîs dikarin eş a te, Lorîn a şîr mij û gel ê şengalê hîs bikin, çimku jiyîn û gotin durî hevin Dayika Xazal ê.

 

dîtin: 470

Pêveker:

dayika xazal û lorîn