• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dê li Duhokê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bi firokeyan mîlyonek belavok belav bikin

Dê li Duhokê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bi firokeyan mîlyonek belavok belav bikin


barkirin: Êlûn 5, 2017, 4:38


Li başûrê Kurdistanê kar û xebatên ji bo referandûmê dewam dikin. Hat ragihandin ku dê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, li Duhokê, bi firokeyan bi navê ''Ji dewletbûnê re erê'' mîlyonek belavok belav bikin.

Îro ji bo referandûma 25'ê îlonê ya   serxwebûna Kurdistanê kar û xebat bi awayekî fermî dest pê kir. Li herêma Kurdistanê ji bo referandûmê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji wan çalakiyan bi awayekî karîger pêk tîne jî saziya ''Mend'' e. Berpirsiyarê Mendê Hêriş Reşîd da xuyakirin ku wan dest bi xebatên referandûmê kirine û dê li Duhokê bi firokeyan bi navê '"Ji dewletbûnê re erê'' mîlyonek belavok belav bikin. Her wiha Reşîd da zanîn ku 20 sazên din jî di van xebatan de cih digirin.

dîtin: 58

Pêveker:

giştpirsiya referandûma serxwebûna kurdistanê duhok