• Têketin
  • Ziman
Dengbêjên Êzîdî dibin mêvanê mêhrîcana Gola Wanê

Dengbêjên Êzîdî dibin mêvanê mêhrîcana Gola Wanê


barkirin: Êlûn 12, 2013, 11:01


Sêyemîn mîhrîcana xwezayê ya çand û hunerê ya Gola Wanê doh destpêkir. Mêhrîcana Gola Wanê ji aliyê Şaredariya Wanê ve her sal tê amedekirin. Mêhrîcan doh li ber kelha Wanê bi resepsiyonekê dest pê kir û ber bernameyek dewlemend bi rêve çûn. Îro jî dengbêjên Êzîdî beşdarê mî,êhrîcanê dibinç.

Sêyemîn Mîhrîcana Xwezayê ya Çand û Hunerê ya Gola Wanê ku ji aliyê Şaredariya Wanê ve tê amedekirin, doh bi resepsiyonekê dest pê kir. Di resepsiyonê de şaredarê Wanê Bekîr Kaya, saziyên sivîl, keyayên taxan û gelek welatî jî amede bûn. Piştî rêzgirtinê, ciwanê bi navê Bilind ku ji Rojava tevli mîhrîcanê bû bi kemana xwe û bi newayên ji hev xweştir guhdarvan mest kirin.

Di resepsiyonê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya axifî û diyar kir ku ew dixwazin vê mîhrîcanê bi awayekî mayînde her sal pêk bînin û wiha got: “Dê navenda çanda me heta dawiya mîhrîcanê di xizmeta gelê me de be. Bi vê mîhrîcanê armanca me gav avêtin û di warê çand û hunerê de xebat kirin e. Lê di demên pêş de em ê li ser mîhrîcanê zêdetir bisekinin û xebatên xwe berfirehtir bikin. Ez hêvî dikim ku gel van hewldanên me dibîne û xebatên me diecibîne.”

Piştî Bekîr Kaya Grup Abdal bi kurmancî, kirmanckî û tirkî stranên xwe vegotin. Welatiyan li ber stranan govend gerandin û piştî govend gerandinê resepsiyon bi dawî bû.

Di beşa îro ya mêhrîcanê de jî dê beşdarên mêhrîcanê guh bidin dengê dengbêjên Êzîdî Tehsîn Xidir û Celoyê Şengalî. Celo Şengalî diyar kir ku ewan silavên Şengalê bo xelkê wanê anîne û ew bi pêşwaziya germ xweşhal bûne. Şengalî got ji ber dîwanên li Şengalê dewlemendiyek çandî dîtine û ew jî ji ber vê bi taybet beşdarê mêhrîcanên gelerî dibin.

Mêhrîcana Gola Wanê dê îro jî bi ahengên cûda berdewam bike.

Rewanbej.com

dîtin: 280

Pêveker:

dengbêjên Êzîdî dibin mêvanê mêhrîcana gola wanê