• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dema Ew Hatin Divê Em Nexapin!

Dema Ew Hatin Divê Em Nexapin!


nivîskar: Devliken Kelogirî
barkirin: Gelarêzan 28, 2017, 4:49


Serokê damezrînêr yê Kenyayê gotiye:

“Dema rojavayî hatin, di destê wan de încîl, di destê me de jî erdên me hebûn. Çavên me girtin û em hînî duakirinê kirin. Dema me çavên xwe vekirin jî, di destê me de încil, di destê wan de jî erdên me hebûn…”  

Dema Ereb hatin, di destê wan de quran, di destê me de azadî hebû; li ser axa xwe-li welatê xwe bi zimanê xwe em azad û serbixwe bûn. Nirxên me yên me bûn û bi kultur-çandiniya xwe em hebûn. Kirasekî spî kişandin ser bedena me, şaşikek dan serê me, rojê pênc caran berê qûna me bi bakur berê serê me jî bi başûr vekirin. Dema em li ser xwe edilîn jî, ew man evdên Xwedê û em jî  man evdên wan.

Dema Tirk hatin, di zimanê wan de biratî, di dilê me de jî dilovanî û mirovhezî hebû. Bûn vîrus û ketin xwîna me; bi biratiyeke pûç, vala, derewîn û xapînok em xapandin. Dema em ji wê xewa xapînok hişyar bûn û me çavên xwe vekirin jî, di çav û dilê wan de tunekirin, asîmlekirin, di zimanê me de jî biratî hebû.

Dema Ewrûpiyan soz dan me, di zimanê wan de demokrasî, azadî, wekhevî, dad û dadwerî hebû, di destê me de jî çek-seleh. Ji me xwestin ku em bi rêya siyasî û demokratî mafên xwe bixwazin. Me jî wek wan kir û me xwe bi wan girêda. Em li xwe hay bûn ku em ji çek û şer dûr sekinîne, lê ew li gotinên xwe xwedî derneketin. Em bê çek xistin hêmbêza neyarên me û ji bo berjewendiyên xwe jî her tim çekên xwe firotin me û neyarên me.
Ne rehm ket dilê neyarên me û ne jî Ewrûpiyan çareyek dîtîn ji bo derdê me.
Zarokên me li serê çiyayan bi çekên kîmyewî qeliyan û di sênîkên zêrîn de ji bo xwedayan hatin serwîskirin.

Dema AKP hat, di zimanê wan de muslimantî û biratiyeke olî, di dilê me de jî dilsozî hebû. Bi muslimantî û biratiyeke derewîn em xapandin, bi destên xwe yên qirêj û gemarî mejiyê me yê pak û paqij lewitandin. Dema em li xwe hay bûn jî, di zimanê wan de terorîst, ateîst-Xwedênenas, di dilê me de jî muslimantî hebû.

Wek tûpişkê ku herçar alî ji êgir dorpêçkirî li me hat. An em ê bi xwe vedin û xwe ji xwe, xwe ji dinyayê, dinyayê ji xwe xelas bikin an jî em ê xwe û neyarên xwe di nav wî agirî de bişewitînin.

Dijminê me yê herî mezin ne Tirk, ne Ereb, ne jî Fariz in. Dijminê me yê herî mezin cehalet û nezanî ye. Divê em şerê mezin bi xwe re, bi cehalet û nezaniya xwe re bikin.
An em ê bixwînin û xwe nas bikin, an em ê bixwînin û xwe nas bikin. Wekî din tu rêya din tune ye.

Û serok û rêberên em bi serê wan sûnd dixwin, bi qasî gavanekî Kurd jî netewî nanêre-nafikire, mixabin.

dîtin: 256

Pêveker:

devliken tirk efrîqa dema ew hatin kelogirî