• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dema yek heyrana qatîl û dijminê xwe be

Dema yek heyrana qatîl û dijminê xwe be


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Rezber 7, 2014, 12:35


Çiqasî em dibejin îro ne roja wêya ye ku kurd hevudin rexne bikin, berê xwe bidin hevudin û xizmetê ji dijminên xwe re bikin. Çimku şoreşa rojava ketiye sala xwe yî çaremîn, şer û pevçun ji Helebe heya Şengalê û Kerkukê bênavber berdewam dike, kesekî ku ji dil û can alîkariya kurdan bike xuyan nakê, alîkariya ku bi kurdan re tê kirin jî li gorî berjewendiyên xwe ye, waxta ku berjewendiyên wan nekevê talukê de çi bi kurdan werê qet ji wan re ne xeme. Qismek ax a kurdîstana başur ketiye bin destê DAÎŞ ê, bi sedhazaran kurd ji cih û warên xwe koçber bûne, li ser sînoran, li çol û çiyan dinava perîşaniyekê de dijîn, ji xeynî kurdan tukes bi hawara wan ve naçê, ji xwe berxwedana kobanê bûye şeref rûmet, şer ê man û nemana kurdaye, Ji ber van sedeman em dibejin îro roja hevgirtinê ye, tekoşîne ye û roja berxwedanê ye, ne roj a ku îro kurd hevudin rexne bikin û berê xwe bidin hevudin. Lê mixabin hin bûyerin ku diqewimin yek dike û nakê xwe lê nagrê û mecbûr dimîne hin şaşî neweyîyên rêvebirên kurdan rexne bike. Di 22 yê meha Îlonê de min di înternetê de çavê xwe li nuçe û bûyerên ku li dinya yê di qawimin di gerandin, ez laqî daxuyanîyeke Nêçirvan Berzanî hatim, Neçîrvan Berzanî ji rojnamevanan re digot “em ne di wê bahweriye- dene ku Dewleta Tirkan alîkariya DAÎŞ e kiribe li dijî herema Kurdîstanê” Çêdibe ku li hemberî PYD û PKK alîkariya DAİŞ e kiribe. De were vî ker î di vî borî re derbasbike û bi van gotinan aciz nebe. Li gorî van gotin û nêrînên Nêçîrvan Berzanî ew DAÎŞ a ku bi alîkariye Dewleta tirkan û Dewletên global bi hêz bûye, weku qet tewqeyî başurê Kurdîstanê nebûye, Şengal, maxmur û qismek ji bajarê Kerkukê dagir nekiriye, bi hezaran kurdên başur nekuştine, bi sedhezaran kurdên başur koçber nekirine, bi çol û çiyan nexistine û bi hezaran jin û qîzên kurdan ji xwe re nebirine. Ez nizanim ne Nêçîrvan Berzanî di qula ga deye, an jî gel ê kurd ji xwe re ahmeq dibîne. Gotineke kurdan heye dibejin “xwediyê pere ji dizanê perê wiya haramin û xwediyê goşt jî dizanê ku goştê wiya harame” Ev çar salin gel ê kurd dizanê ku li pêşberî şoreşa rojava malbata Berzaniyan çi dikin û malbata Berzaniyan jî bi xwe dizanin li hemberî şoreşa rojava çi dikin, bi van gotinên wekî petatê (kartol)ê ku ne ser ê wê heye û ne binê wê heye, tu kes nayê xapandin û tu gel ê kurd bi van gotinan nikarê bixapine. Piştî van gotinan bi heftiyekê weku tiştek nebûye û tu bûyer li başurê kurdîstanê neqewumîne Neçîrvan Berzanî dirabe berê xwe dide Enqerê cem qatil û celadên gel ê xwe, min carekedin jî anîbû ziman ji bonî berjewendiyên xwe tu dikarê bi her kesî re têkiliyan bike, lê Dewleteke ku bi her awayên xwe ve alîkariya hov û wahşan bike û wan hov û wahşan bişîne ser gel ê te, ax a te dagir bikê, gel ê te di qetliyaman re derbas bike û hîna birînê vê kerasatê di axivê û ev birînan ne cebirîye, tu dirabe diçe cem dijminê gel ê xwe û wiya weku ji van tiştan bêriye diparêzê, evya ji xeynî ku yek bibe heyrana qatil û dijminê xwe pêve ne tiştekî dine.

 

Mesud Berzanî bang dike û dibejê Kobanê şeref û namusa kurda ye, dive em Kobanê bi parêzin. Digotineke xwe yî dinde jî dibejê jiber ku ji aliye nexşe rê (coğrafi) ve Kobanê ji me dure, şert û merc ne misaîtin ku em bikaribin alîkariya Kobanê bikin. Heçî ku nizanibe, ji wan were ku Mesud Berzanî di van çar salên şoreşa rojava de bi hamu hêza xwe ve alîkariya şoreşa rojava kiriye, lê destê wiya nagihêjê Kobanê ku alîkariya Kobanê bike. Kesek ji van gotinên erzan û kelewajî yeqîn nakê birêz Berzanî, pêşgotineke kurdan heye dibejin “waxta ku dilê şivan bixwazê dikarê nêrî jî bi doşê” Bila bi rêz Mesud Berzanî ne xwe bixapênê û ne gel ê kurd bixapêne, malbata Berzaniyan û hevalbendên wiya jî dizanin û gel ê kurd hemu jî dizanê ku malbata Berzaniyan û hevalbendên wî dijminahiya şoreşa rojava dike, pêdewî pê tuneye ku em li derdora peyvan bigerin, ji hevudin re xweş bikin û duvedirêj bikin, pretîk û firêza wan, ya sê çar salên li hemberî şoreşa rojava liber çava ye.

 

Em ê bi serboriyeke pîre jin e kê nivîsa xwe bi dawî bikin. Êm ê çileka pîrê xelas bûbû, çêleka pîrê di axo de ma birçî, demsala çile pirr xedar derbas dibû, pîrê li nava gund geriya, bi deynê xwe anjî bi perê xwe xwest ku êm ji çêleka xwe re peyde bike, Lê mixabin pîrê êm peyde nekir, ne bi deyn û ne bi perê xwe, çimku çile dijwar bû, tu kesî newêrabû êm ê haywanên xwe ji destê xwe derxîne. Pîrê jiber ku çêleka wê di axo de birçî mabû pirr aciz bûbû, xaniye pîrê li gundekî çiyê raserî nawalekê bû, Pîrê her du destên xwe bi jor ve hildan û berê xwe da xwedê û got xwedayo tu niha dikarê vê newala hanê hamuyî bi ka kê, devê çêleka reş dinav dakê, lê heya wekî îro te ji kesekî re nekiriye û tu ji min re jî nakê.

 

 

dîtin: 321

Pêveker:

dema yek heyrana qatîl û dijminê xwe be