• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demîrtaş: Em axaftinên MHPê û CHPê li ser Barzanî qebûl nakin

Demîrtaş: Em axaftinên MHPê û CHPê li ser Barzanî qebûl nakin


barkirin: Gelarêzan 23, 2013, 2:25


Hevserokê BDPê Salahedîn Demîrtaş diyar kir ku bilêvkirina navê Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve tiştekî başe, lê heta niha siyasetmedarên Kurd ji ber ku ew nav bikaranîne tên darizandin.

Demîrtaş di kongreyeke rojnamevaniyê de got “MHPê û CHPê dikarin rexneyan li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin, lê ji ber ku ew serokekî Kurdan e ti carî em qebûl nakin axaftinan li ser bikin”.

Salahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku MHPê û CHPê li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatine damezirandin û ti carî nasnameya Kurdan nepejrandine.

Hevserokê BDPê Salahedîn Demîrtaş ragihand ku pêwîste gel û siyasetmedarên Tirkiyê ji bikaranîna navê Kurdistanê aciz nebin.

Demîrtaş herwiha got “Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî gotibû ku berê Erdogan ji Başûrê Kuridtanê re her digot bakurê Iraqê, lê vê carê başbû ku Kurdistan li şûna wê bikaranî”.

Salahedîn Demîrtaş axaftina xwe wiha domand “Dibe ku di dema pêş de hin şandeyên sivîl biçin Îmraliyê û wê di dema pêş de hin pêşketin çêbibin”.

Hevserokê BDPê da zanîn ku niha pêvajo xetimiye û ji bo careke din destpê bike dibe ku hinek gav ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bên avêtin.
rudaw

dîtin: 212

Pêveker:

demîrtaş em axaftinên mhpê û chpê li ser barzanî qebûl nakin

Babetên nêzîk