• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demîrtaş: Hikûmet berpisyariyên xwe pêknayne

Demîrtaş: Hikûmet berpisyariyên xwe pêknayne


barkirin: Pûşper 17, 2013, 4:49


Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmet berpirsyariyên xwe yên pêvajoya çareseriyê bicih nîne û got, “Ev ne bendewariyek ji encama bazariyekê ye. Weke Serokwezîr we soz dan civaka Tirkiyê, we gotin bila çek bêdeng bibin siyaset biaxive. Niha hûn neçarin pêwistiya vê bicih bînin.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji bo civîna HDK’ê hat Stenbolê, li salona civînê ya Cezayîr a Stenbolê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Li dû civîna çapemeniyê çapemeniyê Demîrtaş bersiv da pirsan û diyar kir ku wan ji destpêkê ve ji bo pêvajo  nexetime ziman û polîtîkayeke çêker meşandine û anî ziman ku asta heyî, hêvî nade. Demîrtaş destnîşan kir ku bi taybetî nêzîkatiya hikûmetê ya li pêvajoyê, hêvî kêm kiriye.

Demîrtaş ragihand ku ew li hemberî îhtimala gavneavêtina dewletê amade ne û anî ziman ku ne bi hikûmeta AKP’ê, wan bi baweriya ji gel, dest bi vê pêvajoyê kirine. Demîrtaş da xuyakirin ku helwesta AKP’ê wan matmayî nahêlê û diyar kir ku tevî rîsk û xetereyan jî ew di danûstandin û diyalogê de biryardar in. Demîrtaş got, “îhtimala din şer e, mirin e, xwîn e. Kes ji me wê nikaribe ji binê vê tewanbariyê rabe.”

Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmet bepirsyariyên xwe bicih nîne û got, “Ev ne bendewariyek ji encama bazariyekê derketiye holê ye. Serokwezîr bi xwe soz da civaka Tirkiyê, got bila çek bêdeng bibe siyaset biaxive. Niha neçare pêwistiya vê soza xwe bicih bîne. PKK’ê hêzên xwe yên çekdar ji bo xatirê çavên we yên belek venekişand, ji bo siyaset biaxive vekişand. Lê hînê hûn diavêjin ser malan û mirovan dikin binçavan. Fikir û raman wê çawa biaxivin? Li Taksîmê mirov nêrînên xwe tînin ziman, hûn ji alên partiyan dibêjin paçik. Mirov wê nêrînên xwe çawa bînin ziman? Perwerdeya zimanê dayikê weke şîrê dayikê paqij û helal e, hûn ji wê re jî dibêjin nabe.”

Demîrtaş da xuyakirin ku ev pêvajo ne pêvajoyek ji bo xapandina gel e û got, “Em bi têgihiştineke bazariyê nêz nebûn, lê bi çavgirtî jî nêz nebûn. Divê hikûmet di demeke nêz de berpirsyariyên xwe bicih bîne.”

Demîrtaş bibîr xist ku gerîla ne li ser banga Serokwezîr, li ser banga Ocalan vekişiyane, lê hînê Ocalan li girtîgehê tê ragirtin, tevî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e jî destûr ji çûyîna heyeta doktoran û parêzeran re nayê dayîn.

Demîrtaş got, “Û ji van mirovan hêvî dikin ku ji bo çareseriyê hin gavên din biavêjin. Pêvajo êdî bi vî rengî nameşe. Dor a AKP’ê ye. Ya wê gavan biavêje. Yan jî weke me di destpêkê de gotibû, di çarçoveya têkoşînê de emê weke BDP berpirsyariyên xwe bicih bînin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet êdî dest ji çêkirina qereqolan û HES’an berde û got, “Danûstandin dewam dikin, lê eger dixwazin ev hevdîtin veguhere aştiyeke mayînde, divê herkes cidî nêzî pêvajoyê bibe.”

Demîrtaş der heqê rexneyên li ser bîrdariya cenazeyên HPG’ê yên li Licê de got, “Hûn gerîlayên li çiyê dikujin, li holê dihêlin. Niha malbat rabûne cenazeyên xwe kom kirine û li gorî ola xwe vedişêre. Ez hesasiyeteke bi vî rengî nas nakim. Tişta gel kiriye, rast e. Gelo kî dikare bi kîjan sedemê li dijî vê derkeve. Hûn ji cenazeyan an jî ji gorê ditirsin? Cenazeyên belawela tên komkirin û li goristanekê tê veşartin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em amadene vê berdêlê bidin. Eger hin kes dixwazin bi berdêlan bide dayîn, bila li gorên me binêrin.”

Jêder ANF

dîtin: 160

Pêveker:

demîrtaş hikûmet berpisyariyên xwe pêknayne