• Têketin
  • Ziman
Demîrtaş:  Xeyalên Erdogan bi dawî tên

Demîrtaş: Xeyalên Erdogan bi dawî tên


barkirin: Êlûn 26, 2015, 11:28


Doh (26’ê Îlonê) Hevserokê Giştî yê HDP’ê, Selaheddîn Demîrtaş ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve ya welatê Danîmarkê, Cristian Jensen ve hatibû vexwendin piştî çend hevdîtinan li ber Parlamentoya Danîmarkê daxûyaniyek da.

Demîrtaş di axiftina xwe de got: ’’Rêveberiyên li Ewrûpayê bi yek kesî/ê nayên rêvebirin. Li Ewrûpayê monarşî û qraltî hene, lê hemû sembolîk in, qesir hene, lê hemû ji serdema navîn mane û sembolîk in. Lê Serokkomarê Tirkiyê, Erdogan çav li qralan dike û dema qesrên li vir dibîne dibêje, îleh ez jî qesrê dixwazim, ez dixwazim bibim serok”.

Demîrtaş di berdewamiya axiftina xwe de got, dê piştî hilbijartina 1’ê Mijdarê, xeyalên sultantiya Erdogan bidawî bibin.

Demîrtaş herwiha ji bo çavdêriya hilbijartinan got, ji bo ewlekariya hilbijartinan pêwîstî bi heyeteke çavdêr a navneteweyî ya bihêz heye.

Demîrtaş bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê ku li Danîmarkê dijîn û dikarin beşdarî hilbijartinê bibin kir û ji wan xwest ku di vê hilbijartinê de jî bi xurtî bixebitin.

Di mitînga Hevserokê Giştî yê HDP’ê de nêzî pênc hezar kes beşdar bibûn.

Demîrtaş danê sibê bi Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkê, Cristian Jensen re hevdîtineke girtî pêk anî û piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê lidarxist lê tu agahiyên berfireh derbarê serdan û encama civînê nedan.

Piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve Jensen re, Demîrtaş bi Desteya Têkîliyên Karên Derve ya ji berdevkên têkîliyên derve yên tevahiya partiyên siyasî yên Danîmarkê pêktê jî hevdîtinek çêkir.

dîtin: 392

Pêveker:

demîrtaş: xeyalên erdogan bi dawî tên