• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dengbêj Hemîd Yusifî

Dengbêj Hemîd Yusifî


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Pûşper 13, 2018, 3:17


Xerîbiya dengê wî tehliyên jiyana salên reş bi bîra me tîne. Wisa ji kûrahiya dilekî evîndar distire ku mirov nikare pêşiyê li hestên xwe bigire û negirî!

Ebdulhemîd an jî Hemîd Yusifî di sala 1926’an de li gundê More yê li Geliyê Diryan li bakurê Kurdistanê tê dinê. Piştre malabat tê gundê Kurane ê li herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyeyê. Ji sala 1955’an û şûnde ku ciwanekî 29 salî bû heya roja mirina xwe guhdarvanekî radyoya Êrîvanê bû. Aşiqê dengbêjên Serheda bakurê Kurdistanê û kurdên Qefqasiyayê bû ku dengê tevan bi rêya wê radyoyê digihîşt gelek deverên Kurdistana mezin.

Hunera dengbêjiyê li ba malmezin û civaka kurdan a salên destpêka jiyana Hemîd xwedî bihayekî giran û vê yekê jî hêz dida wî ku bikeve pey şopa dengbêjên beriya xwe. Tevî gelek derfetên ku ji hêla pergala serdest a desthilata Pehlewî ve ji dengxweşên kurd re hebûn, lê ew nikare weke hinekan ji kaniya hunera welatê xwe dûr bikeve an jî bikeve xizmeta siyaseta pişaftinê. Kesayetiyên weke Reşîd Begê Herkî û Cangîr Axayê Dirî bihayeke giran didane dengbêjên weke Hemîd û ev jî bibû sedem ku li hemberî zextên rejîmê bikaribe berdewamiyê bi karê xwe yê hunerî bide. Her wiha di warê madî-menewî de jî bêpişt nemîne.

Hemîd Yusifî û lîderên kurd

Wî pirî caran ji zimanê Reşîdbegê Herkî çîroka jiyan, armanc û xweziyên lîderê mezin Simkoyê Şikak bihîstibû. Di 20 saliyê de kete nav sinorên evîna komarê û eşqa Pêşewa Qazî jî. Ji sala 1946’an heya 1960’an bêdengiya wî tenê bi kilamên kurdî dihate bihîstin. Piştre bû rêvîngekî doza kurdîniyê li başûr di hizûra nemir Mistefa Barzanî de jî bû dengbêjê dîwanxaneya wî a ku ji kilamên mêrxasiyê pir hez dikir.

Sala 1946’an tevî ‘hêza Urmiyeyê’ ya di bin serkêşiya Reşîd Begê Herkî, Tahirxanê Şikak û Seyîd Ebdulah Gîlanîzade de diçe Mehabadê û dibe pêşmergeyê komarê. Li pey têkçûna komarê du mehan tevî R. Herkî û hinek hevalên xwe yên din tê girtin. Heza ji dozê û stranên kurdî heya mirinê dibine pareke cudanebûyî ji jiyana wî ya kurt û pirbar.

Ew bêhtir li ser vegotina wan stranan disekinî ku mêrxasî û çelengiya mêr û jinên kurd bi bîra herkesî bîne û takê kurd li ser piya bihêle. Bi wateyek din armanca wî ew bû ku bi her awayî civakê motîve û serzindî bimîne. Mînak: Mîrza Mihemedê Arsinî mêraxsekî stranên me yên folklorîk e ku weke Derwêşê Evdî ketiye pey evîna xwe û cangoriyê evîneke paqij a di ber doza welat de ye.

Sala 1969’an tevî dengbêjên navdar Îbrahîm Newrozî, Îran Xanim, Ehmed Ehmedî û gelek kesên din bi awayekî profesyonel li radyoya Urmiyê dest bi tomarkirina hinek stranên xwe dike. Niha arşîveke dewlemend ji kilamên wî yên mêranî û dewatê ku mixabin niha jî neketiye ber destê me li radyoya Urmiyê hene. Ji sala 1969 heya 1975’an şeş salên xebata wî li wira dibine sedem ku kesayetî û hunera wî di rûberekî berfirehtir yê civaka Kurdistanê de bêne naskirin. Êdî ew navekî naskirî û bi hêceta naveroka stranên xwe yên li ser mêrxasên efsaneyî, ango navdarên naskirî yên herêmên cur bi cur ên Kurdistanê: Derwêşê Evdî, Mîrza Mihemedê Arsinî, Mihemedê Elî Kink, Filîtê Quto û hwd zêdetir ji berê dikeve nav dilê guhdarên radyoyê. Ew bihayê folklorê jî dizane û carna stranên dewat û şahiyan jî dibêje.

Qedirgiraniya wî a li cem lîder û giregirên kurd careke din kesayetiya Kawîs Axa bi bîra min tîne ku ji hêla Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikak ve pir dihate hezkirin.

Hunermend H. Yusifî kesekî xwedî helwest, wefadar bi keda şoreşgerên dîroka me ya azadîxwaz û pirensîpên exlaqî di qada hunerê de bû.

Hinek jêderên cihê baweriyê didin diyarkirin ku mixabin gelek berhemên ji arşîva Radyoya Kurdî ya Urmiyeyê li pey otorîteya rejîma melyan hatine tunekirin û yên ku mane jî niha weke “saman û mîrasekî netewî” neketine ber destê dilxwazên hunera kurdî ya resen.

Delaliya reng û otantîkbûna kincên kurdî yên herêma Urmiyeyê bûne sedem ku li sala 1979’an ji hêla posta navendî ya Îranê ve bi awayekî fermî stamp an jî pûlek posteyê bi kincên ‘Ran û bergoz’ yê di ber Hemîd Yusifî de li hemû welat bêne belavkirin. Ew pûl heya niha jî weke bîranîna wan salan xemla albûmên gelek kesan e.

H. Yusifî xwedî dengekî tije êş e û stranên siyasî û folk bi hesreteke bêdawî distirê. Ev jî dibe sedem ku guhdaran neçar bike heya dawiyê bi wî re bimînin.

Jiyan û serbihûriya wî û gelek kesên din yên kedkar niha jî romaneke nenivîsandiye ku ew jî kêmasiya çîna rewşenbîr a ragihandina me ye.

Jiyana malbatî

Sala 1955’an tevî Sara Mistefa jiyana malbatî pêk tîne û di 24 salên jiyana wan a tije xweşî û nexweşî de dibine xwediyên 7 kur û du keçan.

Serkeftina wî di salên kurt ên jiyanê de hinek jî ji rengînî û dewlemendiya siruşta herêma Urmiyeyê tê.

Zarokên nemir Yusifî hêja û di du qadên siyasî-hunerî de ketine pey şopa bavê xwe yê xwedî helwest.

Yê herî berbiçav hunermend Kawa ye ku ketiye pey doza wî ya hunerî û yên din jî doza wî ya siyasî bi berdêlên giran berdewam kirine.

Ebdulhemîd Yusifî roja înê 07.09.1979’an li bajarê Urmiyê xatir ji jiyanê xwest û li goristana gundê Kurane ket nav dilê wê axê ya ku bi evîna zadiya wê re dijiya.

Mixabin li ser kêliya mezelê wî ne bi kurdî lê bi zimanê serdestên ku pirî caran dengê Hemîdê dengxweş di qirka wî de fetisandibûn, wiha hatiye nivîsandin:

“ Bavarm nist pedar rafti wxamoş şodi

Terkê ma kardî û ba xak hamaxoş şodî(1)”.

(1). Di baweriya min de nagûnce ku tu çûyî û bêdeng bûyî

Te em terikandine û bi axê re raketiyî.

Jêder û çavkanî: Hevpeyvîn tevî dayika hêja û nemir: Sara Mistefa-hevjîna dengbêj Hemîd Yusifî û kurê wî Kawa Urmiye.

 

dîtin: 216

Pêveker:

dengbêj hemîd yusifî