• Têketin
  • Ziman
Dengê kujerê 3 jinên Kurd hate belavkirin

Dengê kujerê 3 jinên Kurd hate belavkirin


barkirin: Befranbar 13, 2014, 12:12


Dengê kujerê sê jinên têkoşer yên Kurd li Parîsê, derket holê.

Kujerê her sê jinên Kurd yên ku sala bihurî li Parîsê di ofisa Navenda Ragihandina Kurdistan de bi çekê hatî kuştin li gel MIT a Tirkiyê di axife û nexş û nêrînên xwe yên berî kuştinê ji bo rayedarên Saziya Nihênî ya Tirkiyê dibêje.
Her çend dengê ku di torbendên civakî de hatî belavkirin wekî ku mirovekî kujer Omer Guney belav kiriye hatibe diyarkirin jî diyare ku ji aliyê hindek hêzên tarî ve ev deng kete torê.

Omer Guneyê ku wekî kujerê hersê jinê Kurd aşkere bû û li Tirkiyê hate binçavkirin di vê tomara dengde li gel rayedarên Saziya Nihênî ya Tirkiyê MÎT ê di axife û ji bo wana nexşa kuştina jinên Kurd ji bo wan vedibêje.

Omer Guney di vî dengê tomarkirî de, dê çekan ji kîderê bîne, dê bi çi rengî û li kîderê çalekiya xwe pêk bîne, dê cil,telefon,navgihîn û wekî van bi çi rengî bikar bîne vana yek bi yek ji bo rayedaran diyar dike. Wekî dîtir jî Omer Guney qala kuştina gelek kesên ku di nav karên PKK ê de dike û bo kuştina wan jî ji MIT ê re di axife.

Qaşo deng ji aliyê mirovekî wî ve hatiye belavkirin û kesên ku belavkirî jî dibêjin ku Omer Guney maye bêxwedî, kesek pirsa wî nake û ji aliyê MIT ê ve hatiye bikaranîn.

 

Rewanbej.com

dîtin: 425

Pêveker:

dengê kujerê 3 jinên kurd hate belavkirin