• Têketin
  • Ziman
Dengê teqîna destpêkê hate dîtin.

Dengê teqîna destpêkê hate dîtin.


barkirin: Adar 23, 2014, 6:19


Zanyarên Emerîkî diyar kirin ku wana pêlên ku yekser piştî teqîna mezin ya berî 14 milyar sal dîtine. Destnîşana ku ji aliyê karmendên lêgerînê yê Navenda Atrofizîk ya Harvard-Smithsonien ve mizgîniya wê hatî dayîn ji aliyê teleskobekê ve hate dîtin ku li ser xeta ekvatorê ya nîvê başûr hatiye danîn.

Ev aşkerebûn û destnîşanî ji bo hizrê mirovan yên di derbarê hebûna gerdûnê de dê gelek bibe arîkar.

Fizîkvan Marc  Kamionkowskî ev dîtin weha şirove kir;
-Ev dîtin xeleka wenda ya kozmoliyê bû. Ev xelekeke wisan bû ku me dizanî divê li wira be lê em sedî sed ne misoger bûn û eve du sedsalin em lê digeriyan.-

Hizir û têgeha ku di sala 1916 an ve ji aliyê Alber Einstein ve hatî weşandin hizra geometrîk ya vekişîna tişt, dîsan pêlên ku di teoriya îzafetê de qala wê tê kirin, bersiva gelik pirsên di derbarê çêbûna gerdûnê de didan. Gerduna ku di encama pêlên vekişandina tişt de fireh dibû hetanî neha ne hizrekî misoger û ewqas jî aşkere bû. Lê ne rastexwe jî be hey ji hebûna wê hebû.

Eger ku ev dîtina ji aliyê zanyarên Emerîkî ve aşkere bûyî ji aliyê lêgerînvanên dîtir ve jî bête piştrastkirin dê rasterast ev hizir bibe xwediyê xelata fizîkê ya Nobel.

 

Ewronews

 

dîtin: 333

Pêveker:

dengê teqîna destpêkê hate dîtin.