• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Derberê ‘Kurd û Kurdistanîbûnê’ de Çend Têbinî

Derberê ‘Kurd û Kurdistanîbûnê’ de Çend Têbinî


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Gulan 28, 2018, 12:13


Derberê ‘Kurd û Kurdistanîbûnê’ de Çend Têbinî

    Li Tirkiyeyê di 24ê hezîranê de, hilbijartina giştî a pêşwext heye û loma jî, rojeva bîrûraya tirk û kurdên bakur, hilbijartina giştî ye. Partiyên siyasî ji bo ku bikaribin dengê xwe bigihînin hilbijêran, metodên gelek cihê bikar tînin; li gelek bajar, navçe û gundan civînan pêk tînin, di nav gel de digerin, mîtingan li dar dixin û raya (dengê) wan dixwazin. Ferqa vê hilbijartinê ew e ku hinek partiyên ku nêzî hev in, ketine pevxebatekê û tifaqa xwe pêk anîne û dê mîna blogeke tevlî hilbijartinan bibin. Partiyên ku bi partiyên din re neketine tifaqê jî, tê dîtin ku ew jî dê bi serê xwe tevlî hilbijartinê bibin.

Girêdayî vê rûdanê, televizyonan jî dest bi propagandayê kirine û li ser ekranên televîzyonan bernameyên siyasî û civînên siyasî, têne weşandin. Rojeva medya sosyal jî, her siyaset û hilbijartina giştî a Tirkiyeyê ye. Girêdayî vê pêhatiyê, di nav kurdan de jî nîqaşên siyasî pêk tên û kesên ku girêdayî partiyeke siyasî ne, yan jî endamê partiyekê ne, propagandaya partiya xwe dikin û dixwazin partiya wan bi ser bikeve. 

Li welatên pêşketî û modern, demokrasî nirxeke jêneger e û partiyên siyasî jî, di rêya xwegihandina demokrasiyê de bi tenê navgîn û alav in û kesek, mîna rêxistinên pîroz li wan mêze nake û endam jî, hev û du bi xaîntiyê sûcdar nakin. Herkes diçe ser sindoqan, dengê xwe dide û bi dilxweşî, vedigere ser karê xwe yan jî mala xwe. Lêbelê li welatinên lipaşmayî yan jî li welatinên totalîter ku ne demokratîk in, dema hilbijartinan her xir û cir e, şer û xapandin e, derew û keys e. Mixabin dema meriv li Tirkiyeyê mêze dike, meriv temamiya wan aliyên neyînî dibîne û meriv nikare bibêje ku armanc, temsîliyeta endamên civakê ye. Sîstem, bi awayekî ecêb û nedîtî xwe diparêze û endamên civakê jî, ne xwediyê sozekî ne. Di pergaleke wiha de di nav kurdan de, di bîrûraya kurd jî minaqeşeya ‘kurd û kurdistanîbûne’ dest pê kiriye. Partiyên ku dixwazin dengê (raya) kurdan bigrin, dibêjin em partiyeke kurdan in yan jî em kurd û kurdistanî ne. Hinek siyasetmedarên ku tu têkiliya wan bi kurdayetî re tune, ew jî radibin dibêjin ku ez jî kurd im yan jî ji binamaleke kurd im.

    Gelo çi krîterên kurd û kurdistanîbûne hene, ku meriv dikare hinek kes yan partiyên siyasî bi vê yekê biwesfîne, yan jî wesfandinek wiha çuqasî rast e?

Beyî ku ez navê ti partiyekê siyasî bidim, ez ê hewl bidim ku vê meseleyê li gor hinek rastiyên civakî zelal bikim û ramanên xwe yên şexsî raberî we hêjayan bikim.

Li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî, li gor rêbazavahiya (qanûna bingehîn, maqeqanûn, constitution) heyî, têne damezrandin û loma jî, temamiya wan partiyên Tirkiyeyê ne. Rêzikname û armanca xwe yên siyasî, ji Wezareta Kar û Barên Naxweyî a Tirkiyeyê re bi awayekî nivîskî radigihînin û jê, destûra damezrandinê werdigirin. Di vê xalê de, divê were gotin ku li Tirkiyeyê bi awayekî fermî damezrandina partiyên dabeşkar jî, êdî ne qedexe ye û dikarin destûrê werbigirin. Lêbelê kar û xebatên xwe, divê li gor rêbaza heyî bidomînin û heke wisa nekin, dikarin werin girtin. Ji xwe dema meriv li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê mêze dike, meriv bi hêsanî dikare bibêje ku Tirkiye gorîstaneke mezin ya partiyên siyasî ye.

Heke ez bim, kes yan partiyên siyasî dema ji xwe re bibêjin ‘kurd û kurdistanî me’ divê em li cem wan, li çend wesfên bingehîn bigerin yên wekî:

1- Kes yan partiyên siyasî dema ji xwe re bibêjin ‘em kurd û kurdistanî ne’ divê ew wekî prensîb li dijî dagirkariyê (mêtingehkarî) bin û bizanibin ku Kurdistan mêtingeheke navdewletî ye. Girêdayî vê rastiya civakî, divê desta ewil ji bo rizgarkirina xaka welatê xwe li ber xwe bidin û xwediyê feraseteke dijkolonyal bin.

2- Di rêziknameya xwe de, divê destnîşan kiribin ku ew ê ji bo fermîkirina zimanê kurdî, ji bo mafê perwerdehiya zimanê kurdî, ji bo parastina çand, dîrok, nirx û xweşhaliya kurdan têbikoşin û li ber xwe bidin.

3- Armanca bingehîn, divê ne derketina ser textê dewleta dagirker be, divê rizgarkirina xaka welêt bû, ku ev yek jî wan dike perçeyeke kurd û Kurdistanê.

4- Kurdistanîbûnî ne tenê zanîna zimanê kurdî ye. Gelek kesên ku niha asîmîle bûne, a niha gelekî li ber xwe didin û xwedî li dîrok, çand, ziman û pêşewayên kurd derdikevin. Dema xwe wiha diwesfînin, dixwazin bibêjin ku em asîmile bibin jî, em li Kurdistanê û kurdayetiyê xwedî derdikevin. Bêguman, ev jî mafê wan e, çimkî xwiya ye ku ew ne dilxwazên pişaftinê bûne, lêbelê bi destekarî hatine asîmîlekirin.

5- Hinek partiyên siyasî jî, rasterast dibêjin ku ‘em partiya kurda ne’ û dixwazin ku bi vê yekê, dengê kurdan bigrin. Bêguman partîyeke ku kurdan mîna netewe qebûl neke, Kurdistanê mîna mêtingeheke navdewletî nenirxîne, ji bo fermîkirina zimanê kurdî li ber xwe nede, ti carî ew nikare bibe partîya kurdan yan jî partîyeke kurdistanî.

Axirî, wekî gotina dawî dibêjim ku em kurd ne kêmnetevok in, em netewe ne. Welatê me hatiye dagirkirin û perçekirin, zimanê me hatiye qedexekirin, xwestine ku dîroka me û nirxên me yên neteweyî, ji holê rakin. Di rewşeke wiha de û li ber ronahiya rastiyên zanistî û civakî, kes yan jî patiyên dûrî rastiyên miletê kurd, nikarin bibin kurd yan jî Kurdistanî. Şertê pêşîn û jêneger, dijkolonyalî ye û temamiya feraseta kes yan partîyeke, ne li ser vê esasê be; wesfandinên bi wî hawî bi tenê xapandineke veşartî ye û derewek mezin e. Ji xwe ferd yan partîyeke kurd û kurdistanî pêdivî pê nabîne ku vê nasnameya xwe bipeyîtîne, bi tenê ji bo wesfên ku dibêje li ber xwe dide, ku ev yek jî ji xwe bes e.     

Ali Gurdilî

[email protected]

28.05.2018  

dîtin: 427

Pêveker:

kurd kurdistanî