• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dersên ji dîroka berê û nû!

Dersên ji dîroka berê û nû!


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Hêzîran 4, 2018, 4:30


Van rojan li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê qada siyaset û hilbijartinên serokkomariyê û endamên parlementoyê germ e.

Li Iraq û başûrê Kurdistanê jî tevî bidawîhatina hilbijartinan rewşeke wiha berdewam e.

Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bi awayê rojane nûçeyên nû belav bidin û dîsa kurd li wir aktorên sereke ên qada xebata ji bo demokrasiyê ne.

Îran li pey 40 salên debasbûyî di siyaseta xwe ya destwerdana nav kar û barê gelek welatên Rojhilata Navîn de, rastî şikestinê hatiye. Heta hevalbendên wê yên herî sereke ku Rûsya û Tirkiye bûn, daxwaza derketina hêzên wan ji axa Sûriyeyê dikin. Kurdên rojhilatê Kurdistanê li benda guherandinên mezin li Îran û Kurdistanê ne. Ji bo vê jî dema derfeteke biçûk tê pêş, hêza xwe didin xûyakirin.

Û bi ser hev de ‚Kudistana mezin’ bûye navenda siyaset û gûherandinên ku dikarin bandora xwe li ser hemû herêmê bikin.

Xala hevpar a hemû hereketên siyasî li Kurdistanê aliyê wan yê ‚demokratîk û aştîxwaziyê’ ye. Mînaka herî ber bi çav a vê rastiyê jî li hemû Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê çavê alîgirên pêşketina demokrasiyê li HDP’ê ye.

Niha pirsa min a sereke ev e: “Dema ku hemû partî, rêxistin û aliyên kurd xwedî armanc û daxwazên xwe yên dîrokî ne, ji hêla din jî di şikandina tabloyên herî dijwar de xwedî rola yekemîn bûne, lê çima xwedî stratejiyeke hevpar û yekgirtî nîn in?

Di hevgirtina 50 milyon kurdên çar aliyên welat de êdî çi mizgînî ji wê xweştir heye ku ew aliyên siyasî bi çavê xwe dîmenekî wiha bibînin: “Êdî niha bêtir ji Enqere, Tehran, Bexda û Şamê, çavê Kirmaşan, Îlam, Şîrwan, Qûçan, Colemêrg, Kerkûk, Kobanî û hwd li Amed, Hewlêr, Qamîşlo û Mehabadê ye.”

Gelo ma êdî tiştek maye bê îspatkirin ku siyaseta Erdogan a qaşo biratiya hemû misilman, milet û rengên ji hev cuda, weke siyaseta MHP’ê û şovenîstên herî fanatîk neyên dîtin?! Dîktator di çavê civakên pêşketî û demokratîk de hem zû nasnameya xwe didin aşkerakirin û hem jî zû ji hêla rewşenbîrên civakê ve têne naskirin. Ma êdî nabe em jî li ragihandina cîhanê temaşe bikin ka li ser aliyê kurd û aliyê hejmonîxwaz çi dibêjin û çi dinivîsin?!

Kovara fransî ‚Le Point, Nr. 2386’ temaşe bikin ka li ser plan û armancên Erdogan yên dûr û nêz çi dinivîse û rewşa demokrasiyê li Tirkiyeyê çawa analîz dike.

Rûpelên dîroka cîhanê tije dersên jiyan û hînbûnê ne. Ew ders carna ji wan neteweyên ku hê jî di bin nîrê ketxwariya cîranên xwe yên salên dirêj de ne, pir bi kêr û bêr bûne. Di dîroka gelên ku ji bo bextewarî, qeder û pêşeroja xwe xebata siyasî-çekdarî kirine, haydariya ji rûpelên dîroka wan a sedsalên bihûrî pir girîng e.

Ji salên 1990’an û şûnde guherandinên mezin di cihan û bi taybetî jî li welatên Rojhilata Navîn çêbûne. Partiyên siyasî li Kurdistanê biqasî ku pêwîst be sûd ji wan derfetan standine û îro em dibînin ku axa Kurdistanê qadeke berfireh ya xebat û berdewamiya şoreşeke azadîxwaziyê ye, lê bi her pêngava ku aliyên kurd ji bo bidestveanîna daxwazên xwe yên domdirêj hilanîne, dijberên wan zû gihane hev û bûne yek, lê hezar mixabin niha jî partiyên siyasî li Kurdistanê nebûne yek!

Di du salên 1917-1918’an de hinek rûdanên tehl û tirajîk bûne sedem ku mirov baştir bi hinek rastiyên civaka Kurdistanê bihese. Salên ku kurd dihatin hinek destkeftiyên mezintir li ser serkeftinên xwe yên salên berê zêdetir bikin, dîsa jî heta li pey ‚şikestinên demkî’ hişê me vegere sed salên derbasbûyî. Navenda wan rûdanên nexweş carna Şengal, carna jî Kerkûk, Cizîr, Kirmaşan û Efrîn bûn. Qêrînên tije êş xwedî yek çêj, peyam jî zelal bûn, lê hinek aliyan nexwestin wan qêrîn û peyamên watedar bibihîsin. Li vir ku gotineke Albert Camus (1913-1960 ) kete bîra min:” Ji bo kerkirina mirovên ku dixwazin her kes siwarî wan bibe, divê tim wan feqîr û nexwende bihêlin.”

Ji hêlekê lîstikên Erdogan û Xamnêyî bi navê ola îslamê û ji aliyê din jî sadebûna çînên civakê, niha jî nebûne sedem ku em ji xewa giran şiyar bibin. Ew ji bo berdewamiya hakimiyeta xwe ya otorîter li ser serê dehan neteweyên din yên di nav sinorên welatên Îran û Tirkiyeyê de, carna li rû erdê nûnerên Xwedê û carna jî dikevin fikra sultanên Osmanî yên cinayetkar di sed salên berê de, lê hinek kurd hê jî weke meymonan bi saza wan ya derbaskirina jiyana rojê direqisin. Ew ji bo wan meremên xwe dîn û ola îslamê dikine amraz û xelkê pê dixapînin, lê hinek kurdên sade û xwedî fikreke feqîrtir bi dirûşmên wan dibine ava aşê dijberên qeder û bexeweriya xwe.

Li bakurê Kurdistanê bi pêşketina doza netewî re gelek partî û komên îslamî hatin çêkirin ku carna Hizbulah û îro jî bûne Hudapar. Ji hezaran kesên kuştî ên ku kujerên wan diyar nîn in, bêtirî nîvê wan bi destê wan misilmanan hatine kuştin û wendakirin. Bîrmendên weke Musa Anter (1920-1992 ) û bi dehan kesayetiyên naskirî ên kurd bi destê wan cinayetkarên xwefiroş an jî caş belaşên kurd hatine kuştin.

Kurd û siyaset, siyaset û kurd, du tiştên jihev cudanebûyî bûne, hene û hela hê jî yê bi hev re hebin. Yanî ger kurd dest ji siyasetê bikişînin, lê siyaset dest ji kurda nakişîne, lê famkirina vê sirrê pir zehmet e ka civaka me dê kengî bi temamî hem dijminên qedera xwe û hem jî hevalbendên xwe yê durû binase.

Hêza kurdan ya xwedî nasnameya xwe ya demokratîk, dê di roja 24’ê hezîranê de dîsa hebûna xwe îspat bike, lê ez hêvîdar im ku vê carê zêdetir ji sed kesan bişîne parlemana Enqereyê. Rêzdar Selahattîn Demîrtaş dê nehêlin ji girtîgehê derkeve û bibe serokkomar, lê ew ê weke semboleke doza aştî û demokrasiyê bi dengên zêde bibe nav û nûnerê kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, sunnî, elewî û hwd yê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê.

Bi hêviya ku em vê carê dersên baş û mezin ji serbihûriya dîrok û azmûnên pîr-kalên xwe yên sedsalên derbasbûyî bistînin, ez xweşbînim ku vê carê jî serkeftina aliyê demokratîk dê nehêle “Sultanê Enqereyê û nûnerên Neo-Nazîstan” bigihîjin xweziyên xwe yên xeyalî.

dîtin: 179

Pêveker:

dersên ji dîroka berê û