• Têketin
  • Ziman
Destkariya Suriyê Rojhilata Navîn bixe nava agir

Destkariya Suriyê Rojhilata Navîn bixe nava agir


barkirin: Gelawêj 25, 2013, 1:01


Piştî ku hate îdîakirin artêşa Suriyê li herêma Guta ya Şamê çekên kimyewî bikarhîna ye û di encama vê rûdanê de 1300 kesan jiyana xwe ji dest dan, gotubêjên deskariya Suriyê ji nûve ketin rojevê. Rêveberên Îranî û Suriyî li hember destweranekê şiyarî dan û gotin ku heger destkariya Suriyê çê bibe dê ev rewş Rojhilata Navîn bixe nava agir.

Li gor agehiyan Pentagot keştiyên bi mûşekên Cruise dişîne Deyaspî. Roja înê serokê Emerîkayê der barê bikaranîna çekên kimyewî yê li Suriyê de gotibû ku ev rewş wan jî dixe nava fikaran. Obama gotibû bikaranîna çekên kimyewî ji bo wan dihête wateya derbaskirina xetên sor û ew dê bê helwest nemînin. Ev helwesta Emerîkayê weke amadekariya destkariya Suriyê dihête şirove kirin.

Wezîrê Enformasyona Suriyê El Zubi jî diyar kir ku êrîşekê li dijê Suriyê dê nebe geşteka asan. Rêveberên Îranê jî diyar kirin ku dê Suriye destûr bide şandeya lêkolîna çekên kimyewî yê Neteweyên Yekbûyî da ku lêkolînan bikin. Alîkarê serok erkanê Îranê Mesud Cezayîrî daxuyand ku divê Emerîka der barê destkariya Suriyê de xetên sor derbas neke. Cezayîrî diyar kir ku destkariya Suriyê dê Rojhilata Navîn bixe nava agir.

Rêxistina bijîşkên sînor nenas jî diyar kiribûn ku li Suriyê di encama bi kar anîna çekên kimyewî de 3 hezar 600 kes ji ber gazê ketine û ji van 355 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rewanbej.com

dîtin: 316

Pêveker:

destkariya suriyê rojhilata navîn bixe nava agir