• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Devlet Bahçelî: Divê Referandûma Başûr Wekî Şer Were Hesibandin

Devlet Bahçelî: Divê Referandûma Başûr Wekî Şer Were Hesibandin


barkirin: Gelawêj 24, 2017, 5:15


Îro Devlet Bahçelî der barê referandûma başûrê Kurdistanê ya ku dê di 25'ê îlonê de pêk were de axivî. Bahçeliyê ku di her axaftina xwe de gefan li kurdan dixwe, îcar der barê başûrê Kurdistanê de axivî û gef xwar.

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de got: ''Pêwîst bike divê ev referandûm wekî şer bê hesibandin.'' 

Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî îro li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê da xuyakirin ku rêvebiriya herêma Kurdistanê dixwaze bajarên tirkmenan tune bike. Ji ber vê yekê jî divê em bi tu awayî nehêlin referandûmê ku dê di 25'ê îlonê de pêk were.

Her wiha Bahçelî da xuyakirin ku referandûm ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye berevajî vê yekê ji bo Tirkiyê gefeke mezin e.

 

dîtin: 54

Pêveker:

devlet bahçelî referandûma serxwebûna kurdistanê başûr