• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dewleta Tirk dixwaze 5 hezar cerdevanên nû werbigre

Dewleta Tirk dixwaze 5 hezar cerdevanên nû werbigre


barkirin: Êlûn 20, 2015, 10:01


Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê, Selami Altinok dê 5000 cerdevan bêne wergirtin û çekdarkirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê ragihand, “hetanî yek terorîst nemîne em dê tekoşîna xwe bidomînin” û diyar kir ku jiber sedema rûniştina hejmareke zêde ya cerdevanan pêdivî bi 5 hezar kesan heye û ev yek jî wekî “mizgînî” ji bo kesên dixwazin bibine cerdevan ragihand.

Cerdevanî pergaleka “paramiliter” an ku milîs e ya li gelek deverên cîhanê ji aliyê gelek welatên dagîrker ve tê bikaranîn. Kesên ji netewa bindest bi riya pera têne çekdarkirin û dijî tevgera azadîxwaz ya gelê bindest têne bikaranîn.

Li Kurdistanê jî cara pêşîn di salên 1920’ê de ji aliyê dewleta Tirk ev ev pergal hate bikar anîn. Sala 1927’ê di bi yasayekê hate rakirin.

Sala 1984’ê bi destpêkirina tekoşîna çekdarî careka din bi riya pera an jî tirsandinê, Dewleta Tirk artêşeke nêzî 50 hezar kesî ji cerdevanan ava kir.

Di şerê çekdarî yê li dijî dewleta Tirkiyê, ji leşkerên artêşa tirk hêzên cerdevan xisar û ziyaneka mezin da tekoşîna Kurdistanê.
Astengkirina Gerilla, qutkirina peywendiya wan bi gund û navçeyan û di hola şer de jî bêhtir cerdevanan astengî çêkirin.

Gelek êl û eşîrên ku berî derketina PKK’ê li dijî dewletê serhildêr bûn, bi derketina PKK’ê re Dewleta Tirk ew ber bi aliyê xwe ve kişandin û li dijî Kurdan bikar anîn.

Pergala cerdevaniyê weke xisar û derba herî mezin li dijî civaka Kurdan bû.
– Kurd, gundî, bajarî, nas û xizm hemû bûne dijminên hev û hevdû kuştin.
– Cehşan bi hêza dewletê gund şewitandin, lêdan, kuştin, destdirêjî, wêrankarî pêkanîn.
– Gelek komkujiyên vekirî û bi dizî pêkanîn.

Û hîna bi dehan xalên ku pergala cerdevaniyê zirar dane civaka Kurd hene.
Komeleya Mafê Mirovan di sala 1997’ê de raporteke taybet derbarê pergala cerdevaniyê weşand.

Tê texmîn kirin ku heya niha nêzî 4 hezar cerdevan hatine kuştin. Bi hezaran jî birîndar bûne. Nêzî hezar cerdevan jî ji ber kiryarên xwe ji aliyê dewletê ve hatine girtin.

Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê û bêdengbûna çekan re, pergala cerdevaniyê jî hate sînorê têkçunê. Piraniya cerdevanan dengê xwe di hilbijartinan de dane partiya Kurdan HDP’ê.

Bi stratejiya nû ya AKP’ê û destpêka şer disan tê xwestin ku Kurdan bi Kurda bidin kuştin û di nava civaka Kurd de fitne, fesadî û dijminiyê gur bikin.

dîtin: 222

Pêveker:

dewleta tirk dixwaze 5 hezar cerdevanên werbigre