• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dewleta Tirk Mamosteyên xwe ji Kurdistanê vedikşîne

Dewleta Tirk Mamosteyên xwe ji Kurdistanê vedikşîne


barkirin: Sermawêz 13, 2015, 7:01


Dewleta Tirk Mamosteyên xwe ji Kurdistanê vedikşîne û hêzên leşkerî dadigre.

Îro ji aliyê wezareta Perwerdeyiya Netewî ya tirkiyê ve bo hemî Mamosteyên Cizîr û Slopî bi rêka telefonên desta peyam hate şiyandin.
Di peyamê de weha hate gotin.
“Tevayî Mamosteyên me ji 14.12.2015 pêve bo seminerên navxweyî yên perwerdeyê serbestin. Herkes dikare li bajarê xwe jî beşdarî seminerên bibe.”
Di peyaman duyem de jî hate gotin ku 3 rojan kar nîne.

Piştî van peyaman mamosteyan cizîr û silopî şûn xweve hêlan.

Li navçeya cizîr û silopîyê 1298 Mamosteyên dewleta tirk hene û di 104 dibistanan de perwerde didin.

Hate diyarkirin ku çuyîna mamosteyan bi Kurdên herêmê re gumana komkujî û êrîşên kujer daye çêkirin.

dîtin: 379

Pêveker:

dewleta tirk mamosteyên xwe ji kurdistanê vedikşîne