• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di dîroka Felsefeyê de tevgera Rasyonalîzmê

Di dîroka Felsefeyê de tevgera Rasyonalîzmê


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Adar 28, 2014, 11:40


Ji bo felsefeyê, pirs/pirsgirêkeke sereke ya din jî, çavkaniya zanayiyê ye. Lê heta demên/wextên hemdem jî, em dizanin ku feylesofan vê meseleyê ji xwe re nekirine pirsgirêk û bêtir bala wan li ser mijara heyînê bûye. Çavkaniyên zanayiyên wan, bêtir pirtûkên pîroz bûn û wiha wekî ku ew zanayî amade bin, hatine bikaranîn. Bandûra feylesofên gumanber/septîk, piştî demekî wiha kiriye ku feylesofên din jî berê xwe bidine mijara zanayiyê û lê bipirsin. Pirsên wekî ‘zanayî çi ye?’, ‘hilberandina zanayiyê, pêkan e yan na?’, ‘çavkaniya zanayiyên me çi ye?’ û hwd. ji aliyê gellek feylesofan ve hatiye pirsîn û derheqê vê mijarê de jî, xwendegehên/ekol yan tevgerên cihêreng derketine holê.

Feylesofên gumanber/septîk, wiha bawer dikirin ku hilberandina zanayiyan, ne pêkan e û mirovî, nikare xwe bigihîne zanayiyên rast û dirist. Li dijî ramanên gumanberan, feylesofên ku baweriya xwe bi zanayiyan dianîn jî, ku di dîroka felsefeyê de wekî Epîstemîkên Dogmatîk’ hatine nasîn; gotine ku hilbrenadina zanayiyan pêkan e û mirovî, dikare xwe bigihîne zanayiyên rast û dirist. Belam, derheqê çavkaniya zanayiyê de bi hev nekirine û çavkaniyên cihêreng destnîşan kirine.

Hinekan gotine ku çavkaniya zanayiyan, aqil e. Ango, zanayî ji layê aqil ve tê hilberandin. Hinekan gotine ku, ezmûn e; hinekên din jî gotine ku feraset e û hwd. Bi vê helwesta xwe re jî, rê li tevgerên/ekolên ramanî vekirine. Di vê gotarê de, ez ê hewl dibim ku bikaribim Tevgera Rasyonalîzmê bi we bidim nasandin û behsa felsefeya feylesofên wê yên sereke bikim. Belê, Tevgera Rasyonalîzmê, di vê mijarê de wekî tevgera ewilî/pêşîn hatiye dîtin û nîrxandin.

Ê baş e, Rasyonalîzm çi ye û çi taybetmendiyên wê hene?               

Rasyonalîzm, ew şeklê ramanê ye ku di her babetê de aqilê mirovî, ji xwe weke bingeh dibîne. Peyva ‘Ratio’ bi zimanê latinî ye û di wateya ‘aqil û nîspetê’ (rêje, oran) de ye. Di felsefeya zanayiyê de rasyonalîzm ew raman e ku baweriya xwe bi zanayiya ji aqil der diçe, tîne. Di heman demê de rasyonalîzm li hember hestan aqil û li hemberî zanayiyên wehiyê, zanayiyên ku bi rêya aqil têne bidestxistin, diparêze. Herweha li hemberî zanayiya emprîk, wiha diparêze ku beriya ezmûnê, aqil girîng e. Li gor vê ramanê/nêzîkayîtêdanê aqil, ji ezmûn û ji têgîhanên sehekî ku bi rêya ezmûnê têne bidestxistin, serbixwe ye.

Herweha rasyonalîzm di dema bikaranîna aqil de, bikaranîna zanayiyên ku ji aqil têtin û ferdparêziyê (takekesîtî- indîvîdualîzm) jî wekî bingehekî dibîne. Dîsa li gorî nêzîkayîtêdana rasyonalîzmê, beriya her tiştî divê şexs astengiyên li pêşiya fikirîna xwe ji holê rakin û piştî ku zemîn hate pakijkirin, bi tenê divê li ser xalên ku bi awayekî mentiqî bikaribin werin peyîtandin, zanayiyan hilberînin. Gelek nûnerên vê raman/tevgerê hene, lê yên sereke mirovî dikare ku wan wiha bihejmêre: Platon/Eflatûn, Arîstoteles, Farabî, Descartes û Hegel in.

1- Platon/Eflatûn 

Platon, di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeke zexim ava bike.

Mirov dikare felsefeya Platon ya zanayiyê, hinekî wiha şirove bike:

1- Platon wiha bawer kiriye ku zanayî, ji zayînê ve li cem mirovî heye.  Ango wiha bawer kiriye ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiya ne. Di vê baweriya xwe de, nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî, ji bo ramanên xwe wekî bingehekî jî bikar anîye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan/rih berê cîhana îdeayan dîtiye û bi vîşeklî carekî din ziviriye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî/wê de têne bîra wî/wê.

3- Teoriya wî ya bîranînê, xwe disperê teoriya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp/qopî ye û texlîdê/qopiya cîhana forma/îdeaya ye. Form, şeklê herî baş/îdeal ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandî ye. Herweha, hemû heyînên li vê dinyayê jî; qopiyên dinyaya îdeaya/forma ne.

4- Forma, her heyînekê heye. Heta forma heyînên razber/soyut jî heye. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindiyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewldanê de ne.

5- Cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayên têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me, bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî, sûdmend in. Bi tenê bi saya aqil, mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan/forman.

6- Platon zanayiyê dike sê beşan…

A- Zanayiya rast

B- Zanayiya çewt

C- Bawerî.

Bawerî, di navbera zanayiya rast û zanayiya, çewt de ye.

Zanayiya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayiya îdeayan, zanayiya forman) e û zanayiya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û baweriya Platon tegihîna sehekî, zanayiyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyeke bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e yan jî hişk e. Belam ev yekên ha, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanayiya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8- Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên wê têne hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayiyên forman/îdeayan diguncînin. Herweha zanayî ne zanayiya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan a tevahî ye.

Çend Taybetmendiyên Cîhana Îdeayên Platon

1- Bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ne.

2- Mitleq in.

3- Raserî sehekên me ne.

4- Nayên guherîn.

5- Ne girêdayê demê ne, eterrnal in.

6- Bi çav, nayê dîtin.

7- Bi aqil têne têgihiştin.

2- Arîstoteles

Arîstoteles, damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî ji aliyê wî ve hatiye avêtin. Di cîhana îslamê de wekî mamosteyê pêşîn tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin. Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û di wê dewrê de, ku mamostetiya Îskenderê Mezin jî kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayiyê hinekî wiha şirove bike…

1- Wekî mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, encax zanayya tevayî/tumelî ye û zanayiya yên ku tekane (yekhejmar, tekîl) ne jî  tune. Ew encax, dikarin bibin mînakên tevayiyan/tumelan.

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gorî bîr û baweriya wî form, di nava/naveroka madeyê de veşartî ye û bi awayekî potansiyelî, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyelî heye.

3- Li gorî Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkî heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, em xwe nêzîkî nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyelî li cem me hene; xwe çalak/aqtîv dikin, lê têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast yan jî çewt bin.

4- Têgihiştin, herdem ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re jî,  têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtiyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayiya tevayî ye, zanayiya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayiya zanistî de ye.

6- Di zanayiya zanistî de şertê pêşîn ew e, ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, ancax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teoriya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar sedeman, mirovî dikare xwe bigihîne zanayiyê. Ev çar (4) sedem jî ev in…

1- Sedemê madî

2– Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk/mebestî ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin…

Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çi çêkiribe (ji heriyê, ji mermerê, yan jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê madî ye.

Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e.

Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e.

Ya dawî jî, me bi çi armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firotanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e. Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayiya van çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me werin. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê, ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin. Mesela pirsa ‘Mirov çi ye’ wê li gor çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wê ya ji heywanan, dê were destnîşankirin û dê mirov xwe bigihîne encameka/danasîneka wek ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’

3- Farabî

Farabî, fîlozofekî îslamê ye û di sedsala 9 an de li Maveraunehîrê, li gundê Farab hatiye dinyayê. Bavê wî leşkerek bû. Belam derheqê jiyana wî de zanayiyên me gellek kêm in. Lê em dizanin ku wî demeka kurt qazîtiyê kiriye û gellekî di bin bandûra tevgerên dema xwe yên fikrî û kulturî de maye.

Mirov dikare derheqê zanayiyê de ramanên wî hebekî wiha şirove bike…

Farabî, aqil dike du beş…

1- Aqilê pratîk

2- Aqilê teorîk.

Farabî aqilê teorîk jî di nav xwe de dibe sê beş…

A- Aqilê madî

B- Aqilê çalak

C- Aqilê ku hatiye qezenckirin

1- Li cem wanekan/nesneyan wesfên ku têne hizirkirin û bihîstin, bi hevre ne. Yên ku têne bihîstin, ji bo ku zû deng li sehekên me dikin; em zû têdigihêjine wan. Di vê têgihiştinê de bi awayekî potansîyelî wesfên ku têne fikirîn jî cîh digrin.

2- Ji bo Farabî têgeha herî girîng ya ku gelekî li ser rawestiya ye, aqilê çalak e. Bi tenê aqilê çalak zanayiyên ku bi alîkariya sehekan têne bidestxistin, wan ji wesfên wan yên madî cuda dike û dest bi têgihiştina wesfên ku têne fikirîn dike. Ev yek, asta fikirînê ya razber/soyut e.

Di vê xalê de mirov, êdî hatiye wê radeya têgihiştina xwe.

3- Aqilê ku bi aqilê çalak gihêjtiye behreya fikirîna razber, derbasê asta aqilê ku hatiye qezenckirin dibe û têdigihêje formên razber. Belam ev rade, ji feraset û bestê/îlhamê pêk tê. Di vê astê de êdî perdeya ku li ser wanekan heye, radibe. Mirov dikare bibêje ku ev ast, asta razberbûnê ya mitleq e. Herweha ev ast, asta herî bilind ya aqil e û li gor baweriya Farabî, kêm mirov dikarin bigihêjine vê astê.

4- Renê Descartes

Descartes navekî girîng ya ramana nûjen e û teoriya wî ya zanayiyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de, piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin. Em pê dizanin ku wî gumanê wekî rêbazekî bikar anîye. Guman/şik ji bo Descartes bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartes dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî tu kes nikaribe jê gumanê bike.

1- Descartes beyî ku dest bi rêya hilberandina zanayiyê bike, hêmanên rêbaza ku wê wî bigihêjîne vê zanayiyê destnîşan dike. Li gor bîr û baweriya wî: Tu zanayî hege wekî ku di matematîk û geometrîyê de bi awayekî eşkere nehatibin destnîşankirin, wê neyêtin pejirandin û di destpêkê de bi awayekî deduksîyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê (tekîlê) ve divê pêşniyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê/analîzê, divê ji bo rewşên tekan (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev, werin hêsankirin. Piştra ew zanayiyên ku ji bo rewşên tekan têne hilberandin, bi rêbaza enduksiyonê divê cardin werin qontrolkirin û zeximkirin.

2- Descartes pirsa ‘Heqîqet çi ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometriyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derkeve holê. Lê Descartes di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayiyan jî, li ser vê bingehê ava bike. Descartes dibêje ku ev bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikber’ bi pêşnîyara ‘Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum’ re derketiye holê.

Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartes qala wî dikir de ye û bandor, berdewam e. Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, ji ber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê ji ber Xwedê ye. Hege ramana Xwedê li cem mirovan bi tenê xeyalek bûna, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; wê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûna. Ev yek jî, rewşek nakok e.

Ê baş e, Descartes çîma wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra hege Descartes bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare ya Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ de nemîne û wê demê ji bilî xwe, wê bikaribe nesneyên/wanekên din jî bizanibe. Ango wê bikaribe derbasî cîhana wanekan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartes xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê rê didayê xilas dike. Hege bi tenê bigota ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ wê demê ji şikê nikaribû xwe rizgar bike û derbasî cîhana wanekan bibe û derheqê wan de zanayiyan bidest bixe.

4- Wekî gotina dawî em dikarin bibêjin Descartes wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê behreya/qabilîyeta zanînê ye.

5- Hegel 1770-1831

Felsefeya Hegel hebekî tevlîhev e û zor tê têgihiştin. Ev felsefe di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber/nedîtbar diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike.

1- Hegel dema ku felsefeya xwe pêk tîne, rêbaza dîyalektîkê bikar tîne. Wekî fîlozofên serdema pêşîn yên yewnan, li cem hegel jî wek rêbaza dîyalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê ya heqîqetê, rêbaza sereke ye. Rêbaza dîyalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe re dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê de prensîbekê girîng e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgeh, bi dijberê xwe re dikeve têkîliyeka/danûsitandineka tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê mirovî dikare bibêje ku dê ew ê xwe bigihînin sentezeka wek gewr.

2- Li gor baweriya Hegel, ji bo hilberandina/bidestxistina zanayiyê, cudahiya aqil û ezmûnê tune. Lewra li gor nêrîna wî, ew zanayiya ku dibêjin ji ezmûnê te, ew jî ji aqil tê û naverokeka zêhn yan jî hiş e.

3- Bi gotina zêhn yan jî hiş mebesta Hegel, aqilê gerdûnî/Geîst ye. Geîst yan jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst, ji bo derketina holê ya zanayiyê, gelekî girîng e. Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de, xwe bi aqilê mirov dide der. Aqilê gerdûnî ya ku di xwezayê de û li cem mirov deng vedide, di pêvajoyeke dîyalektîkî de dixwaze ku were zanîn û naskirin. Ji ber vê yekê jî di felsefeya Hegel de: ‘Yên aqlî, rasteqîn û yên rasteqîn jî aqlî ye.’ Erka felsefeyê jî di zêhna mirovî de derxistina holê ya aqilê gerdûnî ye.

4- Di felsefeya Hegel de zanayî, têgînî (kavramsal) ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh/têgîn di maweyeke dîyalektîkî de, di têkiliyeka tez-antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakok û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. Lê pêşveçûna têgehê ya dîyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî nekêm ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra (hişa, şiûra) xwe û xwe ji hemû nakokiyan rizgar bike.

5- Di felsefeya Hegel de xaleka din ya girîng jî, hevgirtina rastiyê ya bi sîstemê re ye. Ango, rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayiyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayiyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayiyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî, ber bi bîra mitleq ve dihêre…

Ali Gurdilî

[email protected]

28.03.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-rene-descartes.html

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-hegel.html

4- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-aristoteles.html

5- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-platon-b-z-427-347.html

6- http://www.felsefevan.org/8507.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

www.ezuem.com/felsefevan

 

dîtin: 339

Pêveker:

di dîroka felsefeyê de tevgera rasyonalîzmê