• Têketin
  • Ziman
Di hefteya rojnamegeriya Kurdî de Basnûçe dest bi weşanê dike

Di hefteya rojnamegeriya Kurdî de Basnûçe dest bi weşanê dike


barkirin: Nîsan 23, 2014, 12:33


Di 116’emîn salvegera derketinayekemîn hejmara rojnameya Kurdistan ku li Qahîreya paytexta Misrê derketibû, heftenameya Bas ku li Başûrê Kurdistanê tê çap kirin, çapa Tirkî û Kurmancî jî bi hevtenameyekê de, bi navê ‘BasHebar û BasNûçe’ li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê derdixe.

Dezgeha Medyayê ya Bas, ku niha her sêşem bi 32 rûpelan heftenameya Bas li Başûrê Kurdistanê dixe ber destê xwendevanan, her wiha ajanseke nûçeyan a aktîf bi navê ‘BasNews’ bi pênc zimanan (Kurdî-Kurmancî û Soranî, Erebî, Tirkî, İngilîzî û Elmanî) birêve dibe, hevdem ligel salvegera rojnamegeriya Kurdî heftenameya Bas a Tirkî û Kurdî derdixe.

Heftenameya Bas ya bi Kurmancî û Tirkî yekem hejmara wê li Stenbolê derdixe û 32 rûpele, ji van 16 rûpel bi zimanê Tirkî û 16 rûpelên din jî bi Kurdî zaravayê Kurmancî dibe.

Der barê vê yekê de Sernivîskarê Heftenameya BasHaber û BasNûçe Faysal Dagli ji BasNewsê re gotiye: ‘’Roja înê 24.04.2014 yekem hejmara heftenameya BasHaber û BasNûçe li Stenbolê derdikeve. Binkeya wê ya serekî li Stenbolê dibe, lê belê peyamnêrên wê li piraniya bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê jî hene. Armanca vê projeyê ew e ku bibe pirek di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, herwiha gehandina nûçe û zanyariyan bo xwendevanên Tirkiyê û nêzîkkirina parçeyên din ên Kurdistanê bi rêya BasNûçeyê.’‘

Daglî der barê siyaseta nivîsîna hevtemaneyê de jî wiha axifîye: ‘’Siyaseta nûçeyan bêalî dibe û armanc jî rastgoyî û gehandina girîngtirîn nûçe û zanyarî ye bo xwendevanên Tirkîzan, Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê.’‘

Rojname jî ji aliyê şirketeke navdar a dabeşkirina rojnameya Tirkî, li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê belav kirin.

dîtin: 472

Pêveker:

di hefteya rojnamegeriya kurdî de basnûçe dest bi weşanê dike