• Têketin
  • Ziman
Dibêjin “dewleta me hebûya… “

Dibêjin “dewleta me hebûya… “


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Sermawêz 27, 2014, 12:42


                           Dibêjin “dewleta me hebûya ev bobelat nedihat serê me…”

                                                                                                              

Dibêjin “dewleta me hebûya wisa li me nedihat”. Yanî dibêjin ku dewleta me hebûya Daiş newêrîbû êrişî Kobanê an jî Şingalê bikira. Me dê bi teyareyên xwe li Daiş bidana û sînorên me dê hebûna û tank û topên me dê habûna û me dê nehişta ku Daiş xwe tev bidaya. Gelo wisa ye? Ji ber ku dewleta me tune ye Daiş êrişî me kurdan dike? Dewleta me hebûye Daiş dê nikaribûya êrişî me bikira, an jî me dê karibûya Daiş bisekinanda? Hinek jî pê re xwe zeft nakin û nifiran li tevgera ku xweseriyê dixwazin dikin û êrişa Daişê hema hema dixin stuyê wê û kesên di wê fikrê de. Ji alîkî jî dibêjin ku çima heta niha li başûr dewlet ava nebûye.

Tiştekî pir hêsan dixwazim bibêjim, heke ne tam bersiv be jî rastiyek heye ku mirov bibêje; baş e ma Sûrî ne dewlet e, ma Iraq ne dewlet e? Ma başûrê Kurdistanê ne nîv dewletek e? Mahabad ne dewlet bû? Gelo Afganistan ne dewlet bû, gelo Libya, Misir, Lubnan, Filîstin ne dewlet in? Niha di çi halî de ne, mirov dibîne. Ev nayê wê maneyê ku dewleta kurdan ne hewce ye, belê hewce ye, lê tunebûna wê nayê wê maneyê jî ku bûye sedema Daiş êrişî axa kurdan kiriye û nabe sedem ku ji bêdewletbûnê me nikarîbû ew asteng bikira. Peyva “dewleta me hebûya li me wisa nedihat” an jî “çima hinek hê jî dewletê naxwazin” jî tiştekî pûç û vala ye. Ango, wekî ku hinekan dewlet xistiye sepetê û ji jor de berdaye, lê kurdan gotiye “na na bikişîne, bi şûnde bikişîne, em naxwazin.”

Niha mirov li dîroka kurdan binêre; berevajî wê, ji ber ku miletê kurd dewletê dixwazin, bakur, başûr û rojava û rojhilat, ev bûyerana, ev bobelatana tê serê wan. Ango kurd dewletê dixwazin bi giştî, lê bi dest nakeve, pir zor e. Ji bo çi enfal li serê kurdan qewimî, ji bo çi bûyera Helebçe rû da, ji bo çi di salên 89’an de kurdan ji başûr koçi bakur kirin? Ji bo çi Daiş û hevkarên wê êrişî kantonên Rojavayê kurdistanê dikin? Heke mesele ne serxwebûn û azadiya kurdan û Kurdistanê bûya çima Tirkiyeyê dê Daiş ji xwe re bikira hevkar û êrişî Kobanê bikira? Li Başûr ji bo çi Daiş êrişî Kerkûkê û Şingalê dikin? Gelo ev hemû ne ev e ku kurd nêzî dewletbûnê bûne û bi tundî li her çar perçeyên Kurdistanê dewletê dixwazin, çê dibin? Heke ne ji ber ku kurd dewletê dixwazin bûya, çima dê bi hezaran şervanên kurd li serê çiyan şehîd bibûna an jî bi dehhezaran kurd niha di zinadanan de bûna.

Ku kurdan li Sûrî negotana “em dê bi serê xwe bijîn, ev der axa me ye û em nahêlin dagirker axa me dagir bikin” û xwe kurd nehesibandana û wekî ereban tevlî refên biyanan bibûna an jî tevlî Daişê bibûna, yan jî bigota “bila Tirkiye bê vê derê dagir bike”, gelo wê demê kesekî dê Kobanê karibûya têxista vî halî? Meseleya Kobanê jî dê tunebûya bi gûmanek mezin. Ku kurdan li Başûr, Kurdistana serbixwe nexwestana û tevlî refên Saddam bibûna an jî bigotana em jî ji niha û pê ve ereb in, gelo enfal û filan û bêvan dê bihata serê kurdan.

Li Rojhilat jî heman tişt heye; ku kurdan negotana em dê bibin dewlet çima dê Qazî Mihemed û hevalên wî bihatana darvekirin, Qasimlo û Şerefkendî nedihatin qetilkirin. Û mînakên wisa mirov dikare zêde bike. Sedema vê bilêvkirina “ku dewleta me hebûya…” an jî “ku em dewletê bixwazin…” bi piranî ji bo dijberiya PKK’ê ye. Ango peyvê tînin wê radeyê ‘ku ‘PKK’ê dewlet bixwesta’ an ‘ku bixwaze’, ev bobelatana nayên serê kurdan. Baş e; kesekî ku li Başûrê Kurdistanê dewleteke serbixwe naxwaze heye gelo aniha û berê jî û di hemû dîroka Başûrê Kurdistanê de? Çima bobelatên ku li dinyayê nayê dîtin hatiye serê kurdên Başûrê Kurdistanê û hê jî tê serê wan.

Li bakur jî, ne ku gel û siyasetmedar Kurdistaneke azad û serbixwe naxwazin, bi tundî dixwazin bi ya min, lê bi piraniyek mezin êdî bi şer û pevçûnê serxwebûna Kurdistanê naxwazin, naxwazin ku êdî bi berdêla jiyana bi sedhezaran kesî, azadiyeke ku tenê hinek kes (wekî dewlemendên mezin -kapîtalîst) fêdê jê bigirin bê. Dixwazin bi awayê demokratîk û aştiyane ev bê; heq hebe, hûquq hebe, aramî, bextewarî, tenduristî hebe, wekhevî, hevparî û dadî hebe. Ev nayê wê maneyê ku kurd ji şer ditirsin. Ji xwe şerkariya xwe rê hemû dinyayê dane kurdan, him li bakur, him li başûr û rojava û rojhilat jî. Lê belê wekî me li jor jî got; tê xwestin ku demokrasî ava bibe, siyaset bi pêş keve.

Dibêjin, xweseriya demokratîk ji kurdan re serxwebûnê nayne. Bi ya min berevajî wê rêya herî xweş, bêyî qetlîam, tevkujî û derbederî ev e ku diçe serxwebûna Kurdistanê.

Mirov hinek pirsan bike û xeyal bike (ez wisa difikirim û xeyal dikim bêyî ku li pey peyvên siyasetmedaran bimînim): Niha siyaseta kurd ya sereke, li bakur xweseriya demokratîk dixwaze, gelo kîjan dever dê xweser bibin? Ma ne deverên ku kurd lê dijîn dê wekî herêman xweser bibin? Em bibêjin du heb herêm yên kurdan in û navendên wan yek Amed yek jî jê bajarê Wan’ê be. Baş e gelo kî yê van derana bi rê ve bibe? Bersiv: Kurd. Ji ber ku niha gellek daireyên fermî bi şaredariyan ve tê girêdan û di planên pêş de daxwaz hene ku hemû daire û saziyên dewletê pê ve bê girêdan, tevlî perwerdehiyê jî û tevlî ku walî bi xwe jî bi hilbijartinê bibe walî. Gelo kes di vê xwestina demokrasiyê de dibêjin ku bila yekî Manîsayî bê Amadê bi rê ve bibe? (Dîsa di nav kevanê de mirov dikare peyvên siyasetmedaran jî bibîne: Dema mirov daxuyaniyên rêveberên DBP yî dibîne jî ev xuya dibe. Wekî Selhattîn Demîrtaş got “BDP nayê girtin dê herêmî bimîne” û Demîr Çelîk got “Misyona BDP’ê Kurdistana xweser a demokratîk e”. Gultan Kışanak jî got ku “em parê ji nefta herêmê dixwazin” û herî dawî jî got û (bi ya min pir giring bû) “dê du al (beyreq) têkeve rojevê.” Rêveberê PKK’ê Mustafa Karasû got “Partiya Herêmî ya Demokratîk, dê bibe ji nûveavakirina siyaseta Kurd.” Ev jî xuya dike ku Partiya herêmî ya Demokratîk dê tenê ji bo herêma ku Kurd lê dijîn ango bakurê Kurdistanê bixebite. Gotinên Brêz Ocalan jî vê yekê diselmîne ku dibêje “bila DBP Herêmî bimîne û ji bo projeyên herêmî bixebite”. )

Perwerdehiya vê derê dê bi çi zimanî be? Bersiv: Bi kurdî (kurmancî û dimilî). Zimanê fermî dê kîjan be? bersiv niha du heb (kurdî tirkî), lê di salên pêş de dibe ku tenê kurdî bimîne. Gelo kes dibêje ku bila zimanê kurdî tune be? Em ji tirkî razî ne û bila li Amadê Erebî jî hebe lê kurdî tune be? Kesekî ku wisa gotibe min nedîtiye?

Ewlekariya vê derê dê kî bi rê ve bibin? Bersiv, tê xwestin ku şervan di salên pêş de ewlekariyê saz bikin. Gelo kes dixwaze an jî şervan dixwazin ku heta hetayê polîsên tirk li Amadê kar bikin?

Ji bo kîjan deveran van tiştana tê xwestin? Gelo ne ji bo deverên ku kurd lê dijîn an jî cihê ku axa kurdan tê hesêb; wekî bi qewla tirkan, Herêma Başûrê Rojhilatê Anadolû û Rojhilatê Anadolû ku kurd lê dijîn in. (xweseriya demokratîk ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî tê xwestin, ew tirk dê bifikirin û xwe bi rê ve bibin). Li Bakurê Kurdistanê kurd dixwazin li van herêmana xwe bi xwe bi rêve bibin ango bibin rêveberên van herêmana û perwerdehî bi kurdî, zimanê fermî kurdî be. Bi awayekî din sînorê kurdî û kurdan van herêmana ne.

Ji bo partiyan jî, ma partiya DBP (Partiya Demokratik a Herêmî) ne tenê di nava van sînoran de aniha faaliyetê dike, mirov dikare bibêje ev jî ji bo amadekariya xwe bi rêve birinê ye…

Îjar sînor diyar e, axa kurdan diyar e, perwerdehî diyar e, zimanê kurdî û rêveber diyar in. Çi ne ev: kurd, axa ku kurd li ser dijîn û zimanê kurdî. Bi rêveçûna bi vî awayî mirov 20 salên pêş bifikire; gelo ji bo serxwebûna Kurdistanê li bakur, çi dimîne, çiqas nêzîkî li serxwebûnê tê kirin mirov bifikire. Wê demê mirov dê hê hêsantir bêyî qetlîaman, bêyî mişextî û penaberî, talanî, wêranî nêzî serxwebûnê nebin gelo? Gelo kurdan di dîroka xwe de hindikî şer kirine û bi wî awayî bi ser neketine ji bo dewletekê? Hindikî bi qatlîaman rû bi rû mane û jiyane ji bo serxwebûna Kurdistan û dawî jî bi bi piranî bi ser neketine. Li gor vê fikrê aniha siyasetmedar bixwazin jî nexwazin jî (wekî tê bilêvkirin), bi vê xweseriya demokratîk serxwebûna Kurdistanê dê were. Ha dibe ku xweseriya demokratîk pêşî bibe xweserî û dû re federlî an jî konfederalî û demek dirêj serxwebûn neyê jî, lê a girîng bi zexmî kurd rêvebirina axa xwe bi dest dixin û bi gavên ewle ber bi azadiyê ve dimeşin bi vê rêbazê re. Ji xwe serdest dixwazin her tim şer li ser axa kurdan hebe. Yên ku şer nakin jî ji xwe şêr in, ew jî bobelatek din e.

Bi ya min dewleta tirk jî vê yekê dibîne û nig li erdê dixe, naxwaze bimeşe pêvejoya çareseriyê. Heta, dixwaze ev çê nebe jî. Sedema nîjadperestan û neteweperestên Ataturkçî ya nexwestina lihevhatinek wisa jî, ev e. Zanin ku dawiya vê yekê ji kurdan re baş e, loma bi tundî li himber derdikevin.

08.12.2014

Çiya Mazî

dîtin: 725

Pêveker:

dibêjin