• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dijberiya tevgerê ya Zenonê Eleayî

Dijberiya tevgerê ya Zenonê Eleayî


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Sermawêz 25, 2014, 10:20


Zenonê Eleayî  (B.Z.490-430) Çima Tevgerê (Liv, Bizav) Napejirîne?

Di felsefeya Zenon de, tevger nayê pejirandin û weke şaşî/xap û xwiyakirinekê tê dîtin. Di dîroka felsefeyê de ev nêrîna wî, bi navê hatiye nasîn. Lew re Zenon dibêje ku cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne/temam bike. Lê li pêşiya cosmîkê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew nîvê riya xwe ya mayî jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, dê nîvê riya cosmîkê dîsa jî  bimîne. Ev pêvajo, (maweya ku dê biqedîne) heya dawî bi pêş ve diçe û herdem, nîvê rêya cosmîkê dîsa jî dimîne.

Ji ber vê yekê: cisîmek/cosmîkek ji niqteyekî nikare here ya dinê. Lewra, ew ti caran nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh/war ji hevdu heta dawî vediqete/cihê dibe û jihevçûn, tevgerê pûç dike.  lew re li gorî felsefeya Zenon:

Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike yan na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: ‘Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e.’

Zenon, sehekan înkar nake, lê dibêje ku ew ne rasteqîn in û vê yekê qebûl nake. Li gorî felsefeya Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û lê tu realîteya/rasteqiniya wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye.

Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: ‘Objeyên/nesneyên ku li hawirdor in, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.’

Ango, cewherê/substance wan, ne di wan de ye. Ew cewher, ji tiştekê din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineke din meriv dikare wiha jî şirove bike: Di cîhana sehekan de obje/nesne hene. Belam, ew ne xwediyê hebûnatiyeke serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe înkara sehekan jî, ji vê xalê/niqteyê dihat.

 

Felsefevan.org

dîtin: 291

Pêveker:

dijberiya tevgerê ya zenonê eleayî