• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dijî xwe berxwedan

Dijî xwe berxwedan


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Rezber 1, 2014, 9:42


Sernivîsa min gelekî diyarde ye. Em gelek caran hin gazindan dikin, gelekî behsa bêyekîtiya xwe dikin lê zêde binê vê mesela girîng nakolin. Çiqlên vê meselê nabînin û ji rastiyên xwe xurt tênagihîjin. Rexne û kêmasiyên me zehf in wek aliyên me yî pozîtîvî. Lê dixwazim bêhtir zimanê me yî jihevdûrxistinî, tewanbarkirî tiştin binivîsim.

Em Kurd bi ya min bêtoleransî nêzî hev dibin, gelekî qerfê xwe jî li hev dikin, bêyî ku bibînin gunehê kûçikan li halê me tê. Ji axaftinên herêmên din bigre hetanî ji xwarin û kelepûrên hev dikin meselokên pêkenokê ji bo hevûdu biçûk kirinê di civatan de bilêv dikin.

Em zû li ber hevdu radibin, ango tehemmûla me ya yekûdu gûdarkirinê pir qels e. Ji ber vê yekê dêvla ko ji herêmên hev nas bikin hînî hev bibin, berê xwe didin welat û nasnameyên cûda!

Mînak gelek malbat min dîtine keça xwe naxwaz in bidin ji heremeke din ya welêt lê gava Tirkek hindek bi nêzîkahî xwe bide qebûl kirin dikare keça xwe bide, dikare baweriya xwe pê bîne.

Mînakeke rastî ez ê li vê derê binivîsim. Malbateke nêzî herema Botanê keça xwe da yekî Ereb her çiqas bê dilê wan jî be rêz girtin û keça xwe dan bo xatirê fikrên çepgirî ya zavê. Lê keça din ji yekî Serhedî hez dikir lê malbat bi 14 salan û gelek şert û mercan astengî danî li ber wan ji ber fikr û edetê wan cûda. Keça dawîn tevî ko malbata kurik nerazî bû jî alîkarî dan keça xwe bê şert û merc destê xwe jê re dirêj kirin!..

Malbateke din ya herema Torê bibêjim ji we re; çend heb bûkên xesû hene lê bêhtirîn qîmet dide bûka xwe ya Rûs… Gelek caran erza bûkên xwe yên Kurd dişikîne lê ya Rûs li ser serê xwe dike.

Belê dixwazim bibêjim pêwîste pêşî em di nav xwe de bikelijin, entegrasyonek navxweyî ji me re hewce ye! Bilî netewên serdest(ereb,tirk û faris) zewaca biyaniyan dibê ko ji me re fêdekî bide. Lê baweriya min neteweke pirsgirêka nasnameya xwe neqedandî, nîvşipê sekinî fêdê nadê ti netewên din jî, zirar dide netewa xwe jî.

Naxwe pêşî divê em bedena xwe, ruhiyeta xwe binasin du re em dikarin biryara çi kiras li bedena me tê, çi, çawa bi kî/kê re em dixwazim bijîn bidin.

‘Kurdê Berzanîcî!’ , ‘Trt6 cî’ , ‘Waaa tu Apocî yî qey!’ , ‘Tirşikçîne ewên welê diaxifin’ , ‘Wey Tirkmancên Kurdînezan!..’ , ‘Çepgirî serê me maye’ , ‘Ji wî bajarî zilam dernayê heyra’ , ‘Ma ne kurê Misto ye! Îca bûye rêber serê me re mala minê’ , ‘Gundê …… giş gêj û hemak in!’ , ‘Keçên Kurdan pir hişk in(Xortên Kurd)’…………..

Ti netew biqasî me hevdu di êşandinê de zîrek nîn in! Herî zêde em in hevdu dihetikînin hêzên hev dişkînin li qada berxwedana, geş kirina hebûn û navê gelê xwe. Em pir bi hêsanî ereba tewanbariyê diajon, berê çeka jihev belav kirina yekîtiyê didin hev û di herimandina şoreşên hev de em pir serkeftîne!

Em gelê Arî ne, zaroyên Kawa ne lewma dijmin ji bo hezkirina me ya êgir ji 4 000 bêhtir gundê me şewitandiye lê dîsa bêvla me jê naşewite. Em dikarin sixêf û laqirdiyan malbatên hevjîna xwe biçûçik bikin û em dikarin ji vê bêedebiyan mêran ji hev bidin kuştin, serê hev qîj bikin li erdê ber temaşeya dijminê navê me. Du re em dikarin ji bo zimanê me nasnakinan bibin qeşmêr… ‘Öğretmen bey bizi anlamıyor! Hoş geldiniz şehrimize bizi hep kötü anlatıyorlardı değil mi? Biz de sizin gibi insanız işte, bir arzunuz var mı yardım edebileceğimiz’ ( Mamoste ji zimanê me fêhm nake! Hûn bi xêr hatin bajarê me, ji we re nebaş behsa me dikirin ne welê? Em jî wek we beşer in, heke daxwazeke we hebe em amadene ezbenî)

Ez meraq dikim gelo ev mamoste Kurd bûya û bigota ez ji filan bajarî, ji filan eşîrî me… dê heman qîmet bidîta! Ez bi xwe yeqîn nakim. Ji ber ko gelê me li gel Tirkan xwe îspat kirinê, li gel gelê, xwe dan qebûl kirinê dikin.

Di demê berê de gava min hez dikir pir bi dijwarî, jixwe terîkandî diketim siya yara derew î… bala wê bêhtir û ji min bêhtir xelkê dikêşa. Rojekê ez hiçlinîm! Min ji xwe re got ‘hewceye pêşîn qîmeta xwe û ya jiyanê zanibim ji vê astê nêzî ya li hemberî xwe bibim. Da ku ew jî bikaribe min nas bike, dengê dilê min rihetî guhdar bike.

Îca mesela me û ya dagirkerên me jî heman mesele ye. Hem em yek alî aşiqê melûl in, di qehir kişandinê, heta xwestina hevjiyînê de. Hem bala yara me yî derew ( Tirk, Ereb û Faris ) ne li ser ciwanî û çelengiya me ye, bi qesta kuştina hestê me ye, qurban kirina me ji bo hebûna xwe ye! Ne em dikarin jiyaneke bêyî wan xeyal bikin; ne jî ji wan re jiyaneke heman astê, hebûneke hevbeş cî bi bî xweser ava bikin. Em mixabin wek jineke ji mêrê xwe lêdanê dixwe û dibêje ‘Çibikim ev jî qedera min e’ tevdigerin.

Nizanim hetanî kengê ev tovên ji hev-hesûdî di navbera me de çandine şîn were. Lê tiştê ku zanim ev e; em deyindarên dîrokê nikarin bê yekîtiya xwe saz bikin tovên fesadiyê jî biqelînin!

Û dibêjim:
‘Xorto bêhnfireh be çi li ser hunerê, çi li ser rewşa siyasî dema dixebitî. Helbet tu yê bi sekna xwe ya Kurdistanî wek çiyayekî serbilind, saxlem bisekinî. Lê divê tu di gelek tişta de wek Nebî Eyyûb bi sebir tevbigerî.

Belê PKKyî me ji ber ko tu hêzê Kurdistanê bi qasî wan cangorî û rast seken nîn e!.. Belê ez PDKyî me ji ber ko tu hêz biqasî wan ziman û nasnameya Kurdî têr nake!.. YNKyî me ji ber ko di navbeyna du partiyên me yî du lûtkeyên cihê, di navbeyna netewa me û siyaseta cihanê de pir û siyaseteke rastteqîn pêk tînin.

dîtin: 231

Pêveker:

dijî xwe berxwedan

Babetên nêzîk