• Têketin
  • Ziman
Dîmenên nû yên terora dewleta Tirk belav bûn

Dîmenên nû yên terora dewleta Tirk belav bûn


barkirin: Gelawêj 8, 2015, 7:03


Dîmenên nû yên terora Dewletê di înternetê de belav bûn.
Di van dîmenan de tîmên taybet yên Tirk hejmarek karkerên Kurd destê wan ji piştê ve girê didin û li erdê dirêj dikin. Piştî vê bûyerê ji aliyê karkeran ve aşkere bû ku êşkence dîtin, rastî lêdan û dijûnan hatine.

Ev bûyer 05.08.2015 ê li Geverê hatiye kişandin. 52 karkerên Kurd ji aliyê tîmên taybet yên tirk ve têne binçavkirin. Ev kes rastî lêdan, êşkence û dijûna tên. Dîmenê vê zilmê jî ji aliyê Tîmên taybet yên Terorist ve têne kişandin û bi serbilindî di înternetê de têne belavkirin.

Piştî hingî nûçeya vê vîdeoyê ji aliyê DIHA ve hate belavkirin. Piştî vê nûçeyê malperên DIHA ji aliyê tirkî ve hatin astengkirin.

Di vê vîdeoyê de fermandarê koma teroristên taybet yên Tirk qîr dike û weha dibêje;

-Hun dê hêza Komara Dewleta Tirkiyê bibînin, ez we hemiyan dinasim. Kî xayintiyê bike dê beramberê wê bibîne, dê beramberê wê bibîne. Vê dewletê çi li we kiriye? Çi ji we kir dewletê? Hun tev, hun tev dê beramberê wê bibînin. Hun dê hêza Tirk bibînin. Başe? Li min nenêre…Herkes li erdê binêrin.-

dîtin: 696

Pêveker:

dîmenên yên terora dewleta tirk belav bûn