• Têketin
  • Ziman

Dîrok - Pel 4

Tevayî gotarên di derbarê bûyerên dîrokî de

Adar 14, 2014, 9:16

Îro roja jidaiykbûna Mele Mistefa Barzanî ye

Îro roja jidayikbûna serokê nemir û efsanewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye.  Di dîroka gelê Kurd de cih û rola Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî berçave. Ew yek jê serokê herî mezin yê serhildana Kurdan ya sedsala 21’e. Lewma jî weke bavê Kurdan tê nas kirin û bûye weke nirxekê netewyî.Piştî .. berdewam...
Adar 14, 2014, 9:41

Ez çûm Hewselê di çîrokek xwe de

Gelek kesan gelek tişt nivîsandin li ser bexçeyên Hewselê û gelek kes çûn serdana serhildêr û darên Hewselê. Derfetên min tunebû ku biçim û silavekê li wan ciwanan û wê hewaya ber perê Dîcleyê bikim û bikişînim hundurê xwe. Lê ez berê gelek carî çûbûm û heta di xewnên xwe de, di bîranînên xwe de û d.. berdewam...
Adar 8, 2014, 3:37

Ji 1857an heya serê çiyayên Kurdistanê(1)

 157 sal ji wê roja dîrokî derbas bûn. 8ê Adara sala 1857an bû ku li bajarê New York li welatê Amerîka jinên karker dest bi gireva birçîbûnê kirin. Hejmara wan zêde û daxwazên wan ji xwedîyên fabrîkan jî du tiştên bingehîn ên ji bo debara jiyanê bûn:1. Dema kar di rojekê de bibe 8 saet2. Wekhevî di .. berdewam...
Adar 1, 2014, 7:09

Ji bo salvegera koça Barzanî nemir

Dost û hevalên hêja, sibeha we bi xêr!.Di rojek mîna îro de 01.03.1979, berî 35 salan Barzaniyê nemir, sermelekê pêşmergeyan, koça dawî kiriye!Konê Reş, Qamişo, 01.03.20141Bazo, sermelekê pêşmergeyan!Di bîranîna 35 saliya te de,pêlên evîna şop û şûna te,Bêrîkirina nav û dengê te,serborî û rêbaza te,.. berdewam...
Adar 1, 2014, 7:04

Ji bo Salroja wefata Barzanî nemir

Xweziyên General Mistefa Barzanî!( 14. 03. 1903 Barzan – 01. 03. 1979 Waşington D.C )Li adarê hat dinê û li adarê jî wefat kir. 76 sal…, salên ku piraniya wan di nexweşî, awareyî û şerê bi dijminên dagîrker re derbas bûn. Bi navê wî re: şoreş, komara Kurdistan, Barzan, dilê Kurdistanê Kerkûk, Pêşewa.. berdewam...
Rêbendan 28, 2014, 4:44

Serhildana Qedemxêr Melekşahî – 5

Roja tehl û xemgînWê rojê dawî bi hereketekê dihat ku hezar hîvî pê re dişestin. Hêsir ji çavê wan keç û xortan dibarîn ku dilê wan tejî kîna dijmin bû. Tevî ku biryareke wiha ne bi dilê şervan û şoreşgeran jî bû, lê ji ber ku belgeyên Qedemxêrê di vê derbarê da bihêz û di cih da bûn, kesî nekarî ti.. berdewam...
Rêbendan 23, 2014, 9:48

Serhildana Qedemxêr Melekşahî 4

Fatik: Keçeke qehreman eFatik ku berê bi “diza şevê” nav û dengê wê li her derê belav bibû, bi riya şîretên Qedemxêr bibû jineke şoreşger. Êdî ew evîndareke doza Kurdistanê bû. Her tim li dijî neyarên doza xwe, cihê destên wê xuya bû. Bi qasekê nav û dengê bedewî, şervanî û zîrekatiya wê di nava gel.. berdewam...
Rêbendan 16, 2014, 2:45

Serhildana Qedemxêr Melekşahî 3

Dîktator û serok eşîretDi 16 salên desthilatdariya Riza Pehlewî de qedera serok eşîretên din yên Kurd ji a lîderên weke Simko baştir nebû.Serdar Reşîdê Erdelan heya demekê li dijî artêşa Îranê li ber xwe da, lê pişî ku hêza wî nema, çû cem Şêx Mehmûdê Berzincî. Pişt re bi awayekî ku kes wî nasneke l.. berdewam...
Rêbendan 7, 2014, 7:41

Serhildana Qedemxêr Melekşahî beşa duyem

Qedemxêr ji vê rastiyê agahdar bû ku tîreya Segvend komeleke diz û nerawestiyayî ne. Ji bo wê jî di nava wan de rûnişt û wiha şîret li wan kirin: “Ji we tevan tikayê dikim ku ji vir û pê de dest ji dizî û karên çewt berdin. Berê ji ber ku gundî rûniştvanên dayîmî bûn, we li hemberî wan dizî û karên .. berdewam...
Sermawêz 17, 2013, 2:54

Ji bo bîranîna lawikê Xerzî ; Mamoste Mehmud Baksî

Dema mirov behsa kedkar û xemxwarên zimanê kurdî dike, bê guman, gelek navên pîroz têne bîra mirov. Her yek ji wan hêjayan, di wêje û dîroka kurdî da, cihên xwe ên heqdar girtine û bi nexşên zêrîn, di bîra gelê kurd da hatne tomar kirin. Lewra, tevî ku zordestîyan, siyasetên înkar û tinekirinê ên de.. berdewam...
Sermawêz 7, 2013, 3:52

Dîroka kuştin û îdama azadîxwazan li Îranê

Dîroka siyasî li Îranê dîrokeke tije xwîn, kuştin û rûpelên wê pirin ji cinayetên bênav û nîşan. Qêrîn û hawarên hinek mêxasên navdar bûye sedem ku gel li dijî padişah û qiralên cinayetkar rabin ser piyan. Ji çaxê desthilatdariya Sefewî û Qacariyan heya selteneta Pehlewî û hakimiyeta komara îslamî h.. berdewam...
Sermawêz 5, 2013, 5:59

Îran bi bendavan berhemên dîroka Kurdan dixe bin avê

 Dewleta Îranê bi çêkirina bendavan cihên dîrokî yên li Kurdistanê di bin avê de dihêle. Bendava Talwarê ku li navçeya Bîcara bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê de tê çêkirin. Bi vê bendavê  18 berhemên kevnar yên dîrokî di bin avê de tên hêştin. Rejîma Îranê jî her wekî  dewleta Tirk bi çêkirina b.. berdewam...
Gelarêzan 27, 2013, 12:23

Berovajîkirina dîroka gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve

Wek tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heya dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa Kurdistanê jiyaye, ber bi Kurdistanê va ji tu deverî  koç nekirye, qet welatê xwe neterkandye, û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, .. berdewam...
Gelarêzan 22, 2013, 4:50

Di Roja Cîhanî ya Zarokan de dîwaneke helbestên zarokan

Dîwana zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im) ya nivîskar Konê Reş ji aliyê weşanxaneya Aram ê ve li Amedê çap û belav bû. Dîwan 110 rûpel e.Di beşeke danasîna pirtûkê de nivîskar dinivîse: ’’ Wek ku diyare zarokên cîhanê dibin çavnêrî û parastina (UNICEF) de ne UNIC.. berdewam...
Gelarêzan 15, 2013, 8:18

Rêberê serhildana Dêrsimê: Seyîd Riza

Îro roja salvegera 76. ya darvekirina serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî ye. Seyît Riza beriya darvekirina xwe ji rayadarên dewleta Tirk re dibêje: ‘Min nekarî seredariyê ji bo lîstokên we bikim, bila eve bo min bibe waneyek, lê min jî serê xwe li hember we netewand, bila eve jî bo we.. berdewam...
Gelarêzan 15, 2013, 1:13

Bi milyonan Şîe li Kerbela civiyan

Doh bi boneya meha Muherem û rêwresma Aşure bi milyonan Şîe ji çar aliyên cîhanê gehiştin bajarê Kerbela. Her sal Şîe  ji 1 heta 10 meha Muherremê weke roja şehîdbûna imam Husên bi pîrtînin. Serpereştê Şîeyan, Kurê Îmam Elî, Îmam Hisên li navçeya Tifê a ser bi bajarê Kerbelayê şehîd bûye.Şîeyên hemû.. berdewam...
Gelarêzan 8, 2013, 2:30

Li Herêma Kurdistanê nîqaşên der barê Simkoyê Şikak didomin

Li gor hin zanyariyan hikûmeta herêmê ji ber xatirê dilê Aşûrîyan! navê Simko Şikak li ser cadeyeka Hewlêrê rakiriye û dilê Aşûriyan xweş kiriye û dilê Kurdan şikandiye. Belavbûna gotareke Ferîd Eseserd jî ku gotibû Simko Şikak talanker e, bû sedema nerazîbûnên dijwar û kampanyayek li dijî wî tê pêk.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2013, 2:35

Emerîkê Serdar – Bîranînên min derheqê şayir Mîkaêlê Reşîdda

BÎRANÎNÊ MIN DERHEQA ŞAYÎR MÎKAÊLÊ REŞÎDDA EMERÎKÊ  SERDAR(Beşek ji pirtûka bîranîna “Mukurî”,ku wê s.2014-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî bê weşandinê)Şayîrê meyî xweyşuret Mîkaêlê Reşîd hevalê minî nêzîk bû û navbera me gelekî xweş bû. Raste, temenê meda firqya 10 sala hebû, lê ew yek nedibû menî, we.. berdewam...
Êlûn 19, 2013, 11:42

Jiyana Nemir Dr. Sadiq Şerefkendî

Dr. Sadiq Şerefkendî di 21’ê Beframbara sala 11.01.1938’an de, li malbateke welatparêz de li gundê Terexe a Bokanê ji dayîk bûye.Dr. Sadiq li temenê zarokatiyê de bavê xwe ji dest daye û berpirsyariya wî kete stûyê birayê wî yê welatparêz û helbestvanê mezin yê Kurdistanê, Mamosta Hejarê nemir. Dewr.. berdewam...
Êlûn 19, 2013, 11:36

Cerdewan bahsa pevçû kir: Serê fermandarê PKK’ê jî jê kirin.

Cerdevanê bi navê Bedrettîn Yavuz behsa pevçûna di sala 1998’an ya li navçeya Şaxê ya Wanê ya di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirk de kir û diyar kir ku hêşta jî dema vê bûyerê tîne bîra xwe xewên wî direvin û bi berferehî behsa pevçûnê kir. Yavuz li xwe mikur hat û got: ‘Cenazeyên gerîlayan kom k.. berdewam...
Êlûn 14, 2013, 2:24

Ji Hêvî Group projeyeka nû GUND û BAJAR

Koma kar û projeyên nûjen yên Kurdewarî HEVÎ GROUP karekî nû bi navê Gund û Bajar pêş xist.Ev proje bi taybet ji bo berhevkirina nav, zanyarî,wêne, vîdeo û hemî berfirehiyên hemî Gund û Bajarên Kurdistanê hatiye avakirin.Hêvî Group beri du rojan ragihand ku ev proje ava kirine û arîkarî ji hemî Kurd.. berdewam...