• Têketin
  • Ziman
Dîroka gelan ya ku li gorî berjewendiyê hindekan hatî gûhertin – VÊ GOTARÊ BIXWÎNIN

Dîroka gelan ya ku li gorî berjewendiyê hindekan hatî gûhertin – VÊ GOTARÊ BIXWÎNIN


barkirin: Êlûn 22, 2013, 11:17


Ev gotar ji malpera mezopotamya.gen.tr hatiye wergirtin

K’Ê Û JI BO ÇI DÎROKA GELAN ANEGORÎ BERJEWENDÎYÊN XWE VEGUHAR’TINE? 

Ezîz ê Cewo

Îro di cîhanê da zanîyar-dîrokzanên cuda nêr’înên xwe yên cihêr’eng li ser dîroka mirovahîyê û  gelên cuda ên cîhanê tînin zimên. Naha êdî govtûgoyên di wî warî da r’oj bi r’oj zêde û berfireh dibin. Êdî vekirî li ser wê tê axavtin, ku dîrokên gel û welatan  ne weke r’astîya wan hatine nivîsandin, ku hemû dîrokên gelan desthilatdarên di dewrên (sedsal) navîn da  anegorî berjewendîyên xwe serer’astkirine û dane k’axezê. Ku anegorî gelek agahîyên dîrokî, zargotinên gelan û belgeyên cuda, çi ku îro em di derbarê paşer’oja (r’abirdûya) gel û welatan da dizanin, ne anegorî r’astîya wan e.  Heman zanîyar dibêjin, ku dîroka gelan divê jinûva li ber ç’avan r’a bê derbazkirin û dîrokên gelan anegorî r’astîya wan bên nivîsandin…

Û îro di R’ûsîyayê da jî, yê ku serk’êşîya vê nêr’înê dike, zanyarekî dema me yê hêja Vadîm Makarênko ye. Heya naha di vê derbarê da, li ser pirsên dîroka kevnar çar p’irtûkên wî derk’etine r’onahîyê: “R’ûs(1) ji k’u hatye?”, “Erdnîgarîya nû ya cîhana kevnar: K’ilîta r’avekirina dîroka kevnar a Ewropa û Asîyayê”, “R’ûsa windabûyî” û “Ji dîroka navên gund û bajaran”. Di p’irtûkên Vadîm Makarênko da tiştek bala mirov dikşîne: ew dibêje, ku dîroka R’ûsîyayê (û ne t’enê ya wê!) r’ast nehatye nivîsandin. Ku ev dîrok desthilatdarên dewrên (sedsalên) navîn weke xwe dane guhar’tin û jinûva dane nivîsandin. Bi dîtina wî di destpêkê da R’ûsîya li R’ojhilata navîn bûye, ku îro net’ewa here nêzîkî r’ûsan di vê herêmê da k’urd in. Ku r’eha van herdu gelan ji cîyekî tê, ku di zimanên van herdu gelan da 3000 p’eyvên destpêkî yên hevbeş hene. Heya beşekî p’irtûka xwe ya “R’ûs ji k’u hatye?”ewî weha navkirye:“K’urd=r’ûs”. …Wek ku ew dinivîse, R’oma kevnar ne li wir bûye, cêhê k’u naha ev R’oma ye. Ku ev R’oma naha her t’enê wek bîranîna R’oma kevnar hatye avakirin… Û ew li cîyê R’oma kevnar diger’e, û bi zanistî şirove dika, k’a ew dikaribû di demên kevnar da li ku bûya…

Û gelek-gelek nêr’înên wisa ên balk’êş!

Naha jî Makarênko k’arê xwe didomîne, di çapemanîyê da gotarên wî yên balk’êş tên weşandin, û gelek ji wan jî li ser dîroka k’urdan û k’êşeya k’urdî ne. Demekê berê (17. 07. 2013 )li ser r’ûpelên malp’er’a kurdistan.ru gotarek a wî (helbet bi zimanê r’ûsî!) bi sernivîsa “K’urdistana Mezin ew cîgeh e, li k’u dîrokên “cuda” ên r’ûsan, k’urdan, t’irkan, ermenîyan û yên dinêr’astî hev tên” (http://kurdistan.ru/2013/07/17/articles-19299_Bolshoy _Kurdistan.html).

Di vê gotara xwe da jî Makarênko di derbarê serdema dewrên navîn a dîroka k’urdan, dîrokzanîya k’urdî ya îro û gelek tiştne dinê yên balk’êş da bi zanistî nêr’înên xwe anîne zimên.

Li vir ew wisa jî gelek pirsan li pêşîya dîrokzan û lêk’olîneran r’adixe, yên ku divê di pêşer’ojê da wan pirsan hêjayî bersîvên zanistî û anegorî r’astîya paşer’oja gelê me bikin.

Ji bilî wan, li vir r’êzek p’eyamên zanistî ji bo zanîyarên k’urd hene, yên ku divê bê baldarî nemînin…

Wekî dinê, ev t’enê destpêkek e. Naha jî dor ya xwendevanan e – xwendevanên pispor. Fermo:

“K’urdistan a Mezin ew cîgeh e, li k’u dîrokên “cuda” yên r’ûsan, k’urdan, t’irkan, ermenîyan û yên dinê r’astî hev tên”

VADÎM MAKARÊNKO

 Vadîm Makarênko

 

“Wek ku tê xuyanê, îro derdê k’urdan ne dîrok e. Xem û xerêqên wan ên r’ojane p’ir’ in. Ew lêger’îna dîroka xwe ji bo r’ojên xweş dihêlin. Ya ermenîyan û adirbêcanîyan, dema wan bêht’ir heye, wisa jî di R’ûsîyayê da hez dikin, dîrokê vek’olînin. Van demên dawîyê t’irkan jî destpêkirye, bi dîrokê va mijûl bibin. Ew dixwazin, di vê sedsalê da du salveger’ên girîng pîroz bikin: 2023-an – sedsalîya T’irkîya îro, û 2071-an – hezarsalîya hatina sêlcûkan (a vê herêmê. – E. C.).

Mirov lêger’înê ji k’u destpêbike?

Dîrok bi hezaran salan tê hejmartin. Ev weke deşteke bêsînor e, eger mirov li wir derê r’êwîtîyê, dikare li her alîyî va her’e, lê, dema veger’ê, ew divê r’êyekê hilbijêre, ya ku wê bê fitya (sedî sed) wî bîne mala wî…

Li ser xaka K’urdistanê, heya li ser a K’urdistana mezin, dewleta dawîyê ya serbixwe ya Akkoyûnlîyan bûye (ya ku gelek caran wek “ên pezên sipî” tê wergerandin, û ev jî hero-na ye). Lê k’urd ne her daman di derbarê wê dewletê da bi bîr tînin, ji ber ku Dewletên Akkoyûnlîyan (1378 – 1508) û Karakoyûnlîyan (1402 – 1478) di ç’avkanîyên dîrokî da her t’enê wek dewletên t’urkmênî  tên bîranîn. Ev jî dîyardeyekê saz dike, ku ew dûrî k’urdan in. Lêbelê berî wê, ku mirov dê di vê nêr’înê da bi bawer bibe, divê bi xwe ji bo wan dewletan û yên berî wan, ên ku wek ên t’urkmênî têne navkirin, net’ewnavê (êt’nonîm) t’urkmên bihata r’avekirin, a ku yek bi yek li wê bihata. Ew, ku îro êt’nograf (net’ewzan) cudahîyê datînin navbera t’urkmênên Asya Navîn, yên Îraqê û Sûrîyayê, ew jî pirsê ç’areser nake. Lê, eger k’omên êtnîkî, ên ku xwedî heman navî  ne, ji hev cuda dibin, wê demê zelal dibe, ku net’ewnavê t’urkmên bi naveroka xwe ya net’ewî r’a têkilîdar nîne. Ew t’aybetmendîyek a berbiçav dide zanîn, ya ku li bal wan êtnosên nêzîkî hev heye û bûye bingeha navê wan.

Aq_Qoyunlu

Eger mirov li wê li ser asta sedsala X-XI binihêr’e, wê demê net’ewnavê  t’urkmên hîç nayê têgihîştin, lewra ku ne t’enê li herêma ji T’urkmênistana îroyîn başûrtir, ango, Xorasan, lê her weha, beşekî wê jî, di navda wisa jî Merva(2) li bakûr, bi giştî yên k’urdan bûne. Dema di derbarê k’urdan da tê gotin, yên ku di navbera Îranê, Îraqê, T’irkîyayê û Sûrîyayê da hatine p’arç’ekirin, di derbarê R’ûsîyayê da jî bi bîr tînin (ne ewqasî), lêbelê di derbarê T’urkmênistanê da bi praktîkî nabêjin, her çiqas jî bi dîrokî ew p’arç’eyekî xaka K’urdistana mezin bûye. Erd û aqarên k’urdan ên ku demekê yekgirtî bûne, û mirov hê dikare wê li ser xerîteyên belavbûna zimanên îranî bibîne, îro êdî ji hev p’arç’e bûne û wek yekîneyek a yekgirtî nayên dîtin.

Çiqas ez têdigihîjim, dîrokzanên k’urd ji bo dîroka xwe wek bingehekê li Akkoyûnlûyan nanihêr’in, dîrokzanên adirbêcanî hewl didin, wê dewletê berbi xwe va bik’işînin, her çiqas ew yekî ne di bingeha xwe da hemû aqarên K’urdistana mezin digirin nav xwe. K’urd jî bi dîrokî ewanayên xwe hesab dikin – ji Asya Navîn heya Sûrîyayê, beşê çîyayî yê Îraqê jî di nav da.

Pirs ne di wê da ye, ku ew navçe, li k’u êt’nosa k’urd bi yekgirtî jîyan kirye, yên ku li herêmên Adirbêcana îro, Adirbêcana Îranê, Anatolîya R’ojhilatê û Îraqê ne, dik’evin nava wan dewletana. Hem jî Xoresan û beşekî mezin ê Asya Navîn di nav wê da bûne, wisa jî, Marî (Merv a kevnar). Ev jî ew p’aytext bûye, ji k’u dagerkerîyên Ogûzan hatine destpêkirin. Demek a dirêj piştî êrîşên ogûzan ev herêmana dibin warê jîyana ber û berekên k’urdan. Ev heya sedsala XX jî wisa bûye. Her t’enê dema Sovêtê di vê herêmê da çend sedhezar k’urd hatine bişavtin. Ç’eka sereke ya bişavtinê jî di sedsalê XX – XXI da guhar’tina zimanê serekke û jibîrkirina  dîrokê bû, ji ber ku faktorên dinê yên çandî ji bo net’ewbûnê k’ar nakin.

Pirs dertê holê, k’a t’aybetîyên berekên ogûzan çi bûne. Ma gelo divê mirov r’ewşê wisa têbigihîje, ku desttêwerdan ên herêmên çîyayî ji hêla berekên barbar (= ên sêlcûkan) va, li k’u bi bingehîn gelên bêht’ir pêşk’evtî, di nav wan da wisa jî k’urdên bêhtir pêşkevtî jîyane, dînamîka wan a dîrokî t’evlihev kirine? Eger mirov desttêwerdana ogûzan bîne ber ç’avên xwe, peyr’a jî ya monxol-t’eteran, wek êt’nosên bi bingeha xwe va dûrî k’urdan, wê demê mirovê nikaribe tê bigihîje, k’a niştecîyên k’urd ên Xorasanê çawa karibûne k’urdeyetîya xwe bip’arêzin, ji ber ku ev p’êlên êrîşan divê niştecîyên k’urd t’unebikirana, yên ku li hember her’ikîna mirovan a girseyî r’awestyane. Lêbelê ew yek pêk nehatye. Li ser bingeha vê mirov dikare bibêje, ku ew ji hêla êt’nîkî va girseyek a yekawa bûye. Lê hejyana (şok) ji ber çalakîyên leşkerî her t’enê li p’er’ên herêmê hebûye, dema p’evçûn di navbera êt’nosên cuda da pêk hatine. Lê di hindur’ê aqara mezin a herêma ç’îyayî da ew şer’ên navxweyî bûne. Ew t’aybetîyên  wê demê bûne. Helbet, ewana bi xwe r’a hejandinên mezin danîn, lê nedigîhandin t’unekirina girseyên mezin ên mirovan.

Êt’nonav

Heyf, ku navên gelan, êt’nonav, bêhtir tiştan vedişêrin, ne ku didin xuyanê. Ew wek cil û bergên r’ojhilatî t’aybetîyên bedenê bêht’ir vedişêrin, ne ku didin xuyan. Di R’ûsîyayê da serê xwe gelekî êşandin, nirxandin, k’a p’eyva “R’ûs”, “r’ûsî” tê çi wat’eyê, lê dijwar ku biryarek hebe, ya ku ji hêla hemûyan va bê p’ejirandin. Govtûgo didomin. Dibe ku naha jî dora k’urdan e, ku navên xwe yê gelîyê giştî û yên kesî, malbet û berekan r’avebikin. Lê r’astî ne di wan da ye. Ew di wê da ye, k’a wê çawa tiştekî giştî bibînin, ji ber ku, berî her tişt, ew ji bo wê hatye kirin, ji bo ku cudahîyan derxin pêş. K’urdistana mezin dê heya di r’amanê da jî ava nebe, eger dîroka r’ast a wê herêmê jinûva neyê nivîsandin, hîç na, dîroka k’urahîya du-sê hezar salan. Heyf, gelekan t’irê, ji bo ku K’urdistana mezin bê, divê hema hildin û wê bidin daxuyanîyandin. Helbet ew mercekî pêwîst e, lê t’êrê nake.

Nav gelek caran r’astîyan vedişêrin, ne ku didin xuyan. P’ir’ê caran navê gelan tê wat’eya “gel”, “ber”, “bavik”, ango, hevgirtina girseya niştecîyan. Lê k’a ew çi binemale û çi p’êwendîyên wê bi yên din r’a hene, divê mirov zelal bike? P’ir’dijware, ku mirov bizanibe, k’a gelo k’îjan ber û eşîr ji k’îjan gelên wê demê ne. Ez dibêjim, ku ogûz yek ji navên k’urdî ye, lê makdêra “t’irk” li sernavê wan ê “sêlcûk” zêdekirine. Navê “ogûz” tê wat’eya “berek”, “bavik”. Binavê Sêlcûk jî ew“sêlcûkî” navkirine. Sêlcûk r’êberê ogûzan bûye. Lê gelo wat’eya p’eyva t’irk çiye? Net’ew bi ziman û çandê ji hevcuda dibin, ne binav. Ê, gelo k’î dikare t’aybetmendîyên zimanê ogûzan mak bike, dema ewana meşa xwe ji Xorasanê despêkirine? Mînak, em r’ûs, nikarin bêyî wergera pisporên fîlologîyê “Serhatîya t’axbûra Îgor” (3) bixwînin, ji ber ku di wê da jimareka mezin t’ûrkîzm hene, lê di wê da p’eyvên r’ûsî jî ne kêmin. T’u kevnek’olekî (ark’êolog) ew cîha, li k’u t’or’in Îgor şer’kirye, nedîtye. Ya min, nêr’înek a min a xweser di derbarê wê da heye. Ez dibêjim, ew şer’ li r’ex Melazgirê bûye (nêzîkî derîya Wanê), lê t’or’inê “r’ûsî” Îgor di dîroka Vîzans da wek R’omanê IV Dîogên tê zanîn, ê ku împêratorê Vîzansê bûye. Di ç’avkanîyên r’ûsî da şêwazê Çêrnîgov dane Melazgirê. Di wî şer’î da Arparslan serk’etye, navê wî yê r’ûsî Îzyaslav Yaroslavîç bûye, yê ku, divê bê gotin, ji mirdota (prîntsêsa) sivêdî Îngrêdê bûye. Gelo ji ber wê nîne, ku heya naha svêdî t’angîrîya k’urdan dikin? Û salveger’a wî şerê sala 1071-ê t’irk dê sala 2071-ê pîroz bikin (bernameyek a mezin e!), yên ku xwe peyhatîyên dijberên Îgor hîs dikin, her çiqas di wî şerî da ên ku r’abûne hemberî hev, mirovên hev ên nêzîk bûne– wek ku her demê, xal û xarzî, ap û birazî, yên ku pirsa mafên serdarîyê di Mêrvê û Xorasanê da ç’areser kirine. Arp’arslan apê Îgor bûye, û navê wî R’oman Svyatoslavîç bûye.

sellçuq

Weha, sêlcûk k’î bûne? T’irk in, k’urd in, an– r’ûs?

Çima wisa dibe? Çima her tişt wisa li hev piç’ikye? Ji ber ku me, r’ûsan û t’irkan cuda şêwazîyên (vêrsîon) dîrokê yên biyanî p’ejirandine. Ya cihûd-îzrayîlîyan jî wisa bûye, dema avakirina dewleta Îzraîlewan dîroka bîyanî hildane, ji ber wê jî, felestînîyê herî dawîyê jî bi bawer e, ku ew di R’ojhilata Navîn da bîyanî ne. Pirs di wê da ye, k’a gelo k’urdê k’îjan cuda şêwazîya dîrokê bip’ejirînin, k’a gelo ew, a ku ewê bip’ejirînin, wê ji bo avakirina K’urdistana bi hêz k’ar bike?

Paradok’s di wê da ye, ku bajarê Marî, an Merv, ne t’enê bajarekî girîng ê dîroka k’urdan û t’irkan e, lê wisa jî ya r’ûsan e. Navekî wî yê din jî heye – GAWR, yê ku di ç’avkanîyên r’ûsî da werguhêzî Kîy (Kîêv) bûye. Ew jî, wek Kîyêvê, heman tiştî dide zanîn, ango, dide zanîn, ku ew bajar li ser buhur’ê bûye (“du k’enar gîhandine hev”). Hîn ji wê jî zêdetir, ew Kîyêva Svyatoslav bûye, yê ku biryar digire, navenda dewleta xwe biguhêze ser Şatt-el-Erebê (Dûnay). Cêr’ibandye, lê ji wî r’a li hev nehatye.

Helbet, divê bibêjim, ku ji bo dîrokzanên tradîtsîon ên dema me nêr’îna min ne nêzîkî heş û  aqilan e, lê ew bi xwe jî nikarin ji p’ir’anîya pirsên dîroka R’ûsîyayê r’a hîç bersîvekê jî bibînin.

Lê dîrok çawa hebûye, wisa jî dimîne, bêyî wê, k’a ji me r’a li hev hatye, em wê têbigihîjin, an–na.Dîroka dewrên navîn a binemala “r’ûsî” ya desthilatdar hema p’abendî Mêrvê ye, ji Svyatoslavê nebînayî (esvebnewî) û vir va (bi ogûzî nave wî Sêlcûk bûye û, ger wisane, sîlcûkî ji t’ûr’a Svyatoslav in). Lawê wî Vladîmîr (vlad+mîr, ango, padişah) “Rûsmêrûn (t’ehfîl) kirye”. Gelek lawên wî hebûne, binemala wan qewîn bûye, yaku ji bo pêşer’ojê gelek tişt pêk anye. Ew hemû li ser xakên K’urdistana mezin pêk hatine. Navê Vladîmîr ê xirîstîanî Vasîlî bûye, lê di dîroka ogûzî da ew Mîk’aîl e. Di dîroka Vîzansê da, r’asttir, a R’omê da, ew Vasîlîyê II e, yê ji binemala makêdonî ya Vîzans, ya ku, wek ku tê gotin, an k’urdan, an jî ermenîyan damezirandine. Svyatoslav (=Sêlcûk), Vladîmîr (=Mîk’aîl),  Yaroslav (=Çaxrî-beg), paşê, wisa jî, Mstîslav Ûdaloy (=Toxrîl) û t’or’inên din ên “r’ûsî” p’aytexta wan a sereke Merv (=Kîyêv, Marî) bûye, her çiqas jî Mistîslav Ûdaloy (ê ku navê wî yê xirîstîanî Konstantîn Monomax bûye), mînak, heya birayê wî di Mervê da li ser t’ext bû, ewî di Vîzansê (bi r’ûsî:Tmûtarakanê) da mîrtî kirye. “Grêkan” wê demê ew wek Konstantîn Monomax bi nav kirine (=Ûdaloy, ango, yê ku dikare şer’ bike).

Di dîroknûsîya r’ûsan da Paradok’sek heye.Ew dîroknûsîya p’ir’ hatye serer’astkirin, di wê da binemala t’or’inan piştî Îgor, kes nizane çima, wek “ya r’yûrîkovîyan” tê navkirin, her çiqasbi formalî//şêwazîpiştî Îgor, ê ku,anegorî agahîyên kevnar, hatye kuştin û,wek ku di ç’avkanîyên dîrokî da tê gotin, r’eha mêran a r’yûrîkîyan qut dibe. Lê ew r’ast e, ku ew binemal wek “ya r’yûrîkovîyan” tê navkirin, eger Îgor û Svyatoslav ji binemalekê bûne,r’eha r’yûrîkîyan domyaye, (eger mirov navên “vîzansîyan” ên tradîsîonî hilde, ew herdu jî ji binemala makêdonî ya R’omê bûne).

Dîrokên r’ûs û k’urdan ji destpêkê û heya dawîya dewra XV p’ir’nêzîkî hev bûne.Ew hê jî di zimên da tê hîskirin: gelek p’eyvên hevbeş di zimanên r’ûsî û k’urdî da hene. Ewji k’u dikaribûn bihatana? Lê di dîrokê da ew nayê gotin, lewra ku bûyerên dîroka r’ûsan bi zorê bi şûnwar û berfirhîyên R’ûsîya îroyîn va girêdane. Û ev jî ne r’ast e. Ya r’ûsan, û ya k’urdan dîrokek e, her çiqas navên beşdarên wê cuda ne, lê ew cudahîyên nirxî (hêjayî) nînin, ew t’aybetîyên wergerê û encama wê ne.Cîhana kevnar û ya sedasalên navîn p’ir’ziman bûye. Di herêmekê da bi zimanekî axivîne, lê di yeke dine da – bi zimanekî din – wek ku heya naha di Silêmanîyê û Dihokê da. Û navên t’or’inan jî cuda bûne. Ew jî ji wê bûye, k’a wana k’engê serdarî kirine û serdarîya k’ê kirine. Û ji bilî wê ew ne navên kesî bûne, ew navên p’eywiran û r’ayenav bûne.

Navên herêmên ç’îyayî

Bingeha p’eyvên K’êrmenşah, Germîan, K’urdistan yek e. Ew bi têgeha R’omê va p’êwendîdar e. Carna dibêjin, ku R’om jî Vîzans e, her çiqas di r’astîya xwe da Vîzans t’enê beşekî derdorên R’omê yê biç’ûk bûye.  Hê ji mêjva ne t’enê Vîzansa r’omî, ya ku Konstantînê Gewre damezirandye, lê wisa jî berî ku R’om R’omûla û R’êma hêz wergirtine, r’ayenavê (tîtûl) Alêk’sandrê Makêdonî  (Îskenderê Mzin) “R’omî” bûye.

Lê ew, ya ku wek R’om tê gotin, wek Hr’om dihat nivîsîn. Kurmanc tê wat’eya “mirovê ji R’omê”, p’eyv bi p’eyv: “R’om+an”=r’omî û + “cî”=mirov. Divê bê gotin, hewremanî heya r’oja îroyîn vê p’eyvê dip’arêzin, navê wana mirov dikare p’eyv bi p’eyv wek r’omî, an yewnanî  wergerîne. Bi zimanê yewnanî demekê di Kandaharê da (Afxanistan) nivîsîne. Gelek desthilatdaran, ên ku wisa jî li ser xaka K’urdistanê serdarî kirine, xwe serdarê R’omayê nav kirine. Mînak, di dewra XII da r’ayenavê serdarê “T’evahîya R’omanîyê”,  ango, Vîzans jî di nav da, Danişman Melîk’ Muhemmed bûye (1134 –1142), ê ku peyhatîyê Çaxrî-begê ji binemala Ogûzê gewre bûye; û vê binemalê jî çend dewran desthilatdarîya xwe li ser wê aqarê p’arastye.

Çaxrî-beg, ê ku di T’ûrkmênistan û Ûzbêkistanê da bi r’êzdarî bi bîr tînin, di K’urdistanê da ewqasî jî nizanin. Ma-ne, ewî beşê mezin ê r’asta Îraqê dager kirye, di diroka dewrên navîn ên R’ûsîyayê da wek Yaroslavê heşmend (aqilmend) derbaz dibe. Û R’ûsîya jî wê demê, her çiqas jî dîrokzanên heyî îro wê nap’ejirînin, p’arçeyekî R’ojhilata Navîn bûye. Hema ji ber wê jî peyhatîyên wî, yên ku weke wî li ser aqarên K’urdistana Mezin, ango, li R’omê, desthilatdarî kirne, anegorî navê r’êzebilind ê pêşîyên xwe p’ayanavê Danişman li navê xwe zêdekirine, ango, “heşmend//aqilmend”.

Êt’nonavên herêmên ç’îyayî:

Bi xwe navê R’om//Hr’om p’êwendîya xwe bi têgeha “jorîn”, ango, “cîyê destpêkê” r’a heye (îro di Îranê da ji ç’êm r’a “r’ûd” tê gotin, ango, ç’avkanî, ango, ya/yê ji destpêkê diherike. Û ji vir jî: (h)rûdê=H*rûd-e-stan=K’urd-e-stan=K’urdistan, ango, welatê jorîn; welatê ç’eman; welat, ê ku ç’em jê destpêdibin, welatê ç’îyayî.

Dema mirov li girseya êt’nonavên R’ojhilata Nêzîk û Navîn binihêr’e, mirovê bikaribe şêwazên k’omên wan ji hev cuda bike. Bi dîrokî mirovê bikaribe, herî kêm, sê astên p’eydabûna êt’nonavan anegorî demê û mercan cuda bike. Em li wan binihêr’in.

Asta yekem – ew êt’nonavên mîna êzdî, t’acîk, t’alîş, êlîn//hêlên, zaza (dimilî xwe wisa nav dikin), mard//mar û yên dinê. Û di bingeha van da têgeha “agir, r’oj” heye, lê wat’eya wan êt’nonavan a giştî p’eyva “p’ûtp’erest” dide zanîn, ango, agirp’erest. Lê divê bê zanîn, ku demek a dirêj biryarek hebûye, ya ku lêger’înên êtîmologîya wan têrmînan daye r’awestandin (ebloke kirye). Ji ber wê jî, heya di zimanê r’ûsî da, li k’u ew têrmîn bi berfirehî tê bik’aranîn, êtîmologîya wê p’eyvê îro nayê têgihîştin. Ewtê wat’eya p’arastina Xwedavendê R’ojê (di k’urdî da: Mêrê R’ojê – E. C.), û ew jî di êt’nonîmê da tê xuyanê.

Şêwazê duyem ê êt’nonavên bi têgeha R’om//Hr’omê  r’a p’êwendîdar e, yên ku divê bigihînin Ērān-vēz-ê, û wisa jî têgehên ku digihîjin wê. Ew êt’nonavên wek r’omî ne (di zimanê sogdîanî da:fromçîk, ango r’omî), hewremanî, kurmanc, k’êrmanşahî, goran, ermenî, helbet, k’urd û yên dinê. Evana di nava sîstêma berfireh a siyasî da bi yekîtîya civakên net’ewî p’êwendîyên xwe ava kirine. Û navê vê sîstêma siyasî jî R’om an R’omanîya bûye. Gelek caran R’omê bi giştî wek Vîzansê dihejmêrin, xazma, ya demên hê dereng. Ev çewt e. Wek ku êdî hatye gotin, hê gelekî berî ku Konstantînê Gewre Împêratorîya R’omê ya r’ojilatê damezirîne, p’ayenavê Alêksandrê Makêdonî (Îskenderê Mezin. – E. C.) R’omî bûye. Bi xwezayî, Vîzans ne beşê Romê yê mezin û sereke ye (ango, ew aqara dorhêla Vîzansê/Konstantînopolîsê bûye). Ew ne hemû erd û aqarên wê bûne. Di nav erd û aqarên wê da ji hêlekê va navçeyên berfireh yên ç’îyayî yên ermenîyan û Îranî bûne, ji hêla dinê va, berbi r’ojhilatê û berbi herêmên nimzecîh yên Navç’emkê (Mêzopotamyayê) bûne. Konstantînopolîs bi xwe bajar-dewlet bûye, û ne hemû R’om bûye, an ne hemû R’omanîya bûye. Û ew ne r’ast e, ku wê bajar-dewletê wek împêratorîyek a berfireh dihejmêrin.

Serdewrana xweserîya R’omê hê heya dewrana X bidawî bibûye, lewra ku ji binemala Makêdonî û heya k’etina Konstantînopolîsê di dewrana XII da di bin derbên xaçdaran da, wisa jî, dibe ku, hê di dema xazaran da, ew her t’enê aqareke dewlemend û bi hêz, lê bi bajaran va girêdayî bûye.Û navenda wê jî hey li Xorasanê bûye, hey li Anatulîya R’ojhilatê.

Net’ewnavên r’ûs, t’irk, t’urkmên şêwazê sêyem ê net’ewnavan saz dikin. Ew p’eyvana p’abendî têgehên “r’eh, nivş, berek, girse…”-ê ne. Di bingeha van da jî p’eyva “ûrûg” e (li bal kazakên r’ûs – “krûg” – k’om ), ango lawên bavekî, an binemalek. Ev ewin, ên ku di nav xwe da cîyê herî sereke didin p’êwendîyên hundur’în ên binemala (k’oma) xwe. Ev şêwazê net’ewnavan prênsîpên r’êxistinbûna civakê didan xuyan. Û di nav wê da “ûrûg”, ango, k’om, binemal, an “r’ûs”, yekîneyek a bingehîn a sazîya desthilatdarîyê bûye. Eger wan wat’eyan hildin, wê demê Akkoyûnlû R’ûsa sipî ye (wek: k’om, binemal), lê karakoyûnlû R’ûsa r’eş e (dîsa wek: k’om, binemal). Desthilatdarî di destê binemala t’or’inê da bû. Û ewne ku ji bavê derbazî law dibû, lê ji birayekî derbazî birayê dinê dibû. Û peyr’a derbazî şaxekî dinê, binemalek a dinê dibû. Gelek caran pevçûnên hevkujîyê çê dibûn. Heya naha ew qanûna dorguhêzîya desthilatdarîyê di binemala Mîrtîya Erebistana Siûde da pêkan e. Demên weha binemal ji hev dûr dik’etin û dijminahîya hev dikirin, û, dema di herêma wan da hêvîya wan a desthilatdarîyê qut dibû, ew diçûn herêmên nû, li wir bi cîh û war dibûn. Wê demê jibo wan navendek a giştî a here bilind hebû, û hemû binemal bişêwazî (formalî) mafên wan hebûn, ku demekê li ser wê Olîmpê, di welatê wan ê destpêkî da wê desthilatdarî bigihîje destê wan jî. Dibe ku ev yek di r’amana K’urdistana mezin da jî heye?

Çima divê mirov dest ji dîroka pêkhatî berde?

Dîroka heyî – ew dîrok e, ya ku ji bo xurtkirina berjewendîyên bîyanîyan ên net’ewî hatye nivîsandin, ne ji bo yên kurd’an.

Ew dîrok demeka ewqasî dirêj di bin berjewendîyê nnet’ewên desthilatdar û olên herêmê da hatye“alastin”, ku di wê da ji bo k’urdan cîyekî hêja nîne. Cîyê wisa di dîrokê da ji bo gelek gelan nîne. Ew ji bo r’ûsan jî nîne, her çiqas jî, li pişt r’ûsan va dewleta serbixwe jî heye û heya –ç’eka nûklerî jî. Dîsa jî dîrok tiştekî p’ir’ girîng lê zêde dike, û bêyî wê jî wê dijwar be, ku mirov xwe wek mirovê pêkhatî têbigihîje, ew k’u ma, wek net’ewa gewre.

Di vê r’ewşê da gelo mafê k’urdan heye, ku bi dîrokê va mijûl nebin? Divyatîyên r’ojane hene, lê ne hemû k’urd xwe di têk’oşîna siyasî da hîs dikin, heya ne hemû k’urd di K’urdistanê da dijîn. Bi dehan dîrokzan dive hebin. Ji bo ku mirov bi dîrokê va mijûl bibin, p’ir’ tişt pêwîst nîne, ew fir’andina dorger’a (satalayt) erşî nîne. Hem jî gelek dikarin bi dîrokê va bi derfetên xwe mijûl bibin. Tankek, a ku di navbera sê deqan da dikare bi “Molotiv-koktêlekê” bê sotin, bahayê wê p’ir’tire, ne ku ew, çi ku pêwîst dike, ji bo ku çend deh mirov “bi hêsane” bi dîrokê va mijûl bibin. Ma ne, ferqa di navbera destnivîsar û tankan da ew e, ku destnivîsar naşewitin. Ya ku bi pênûsê hatye nivîsîn–bibivirnayê qutkirin.

Her t’enê dîroka me bixwe me pêwîste, ne ku ew, di k’îjanê da ji bo pêşîyên me cîhekî hêja nîne.

Di R’ûsîyayê da di dawîya dewra XVI da dîroknûsî nîn bûye, welat hê nû li ser cîhekî nû saz dibû. Hesen Ûzûn (= Îvan ê III ê Gewre) t’ext li T’ewrêzê hişt û hate wir. Pêwîst bû, ku ew ji bo jîyanbûnê bitêkoşin. Dîplomatê brîtanî Cîls Flêtçêr, di dawîya dewra XVI da hewl dide, bizanibe, k’a di herêma Moskova îro da Îvan ê III çawa bi cîh û war bûye, lê nikaribûye. Wê demê di R’ûsîyayê da hîç kes bi dîrokê va mijûl nebûye: derdê wan ne dîrok bûye. Dîrokê hê paşê wê binivîsin.

Di sedsala XVII da cudaşêwazîyê (vêrsîon) dîrokê p’eyda dibin, ên ku dîroka r’ûsan ji 4000 salan berêva di R’ojhilata Navîn da dest pê dikin. Lê dawîya dawîyê cudaşêwazîyê “ewropî//vatîkanî” li ser dik’eve. Û anegorî wê ji dîroka r’ûsan hate bir’în û ew hate kurtkirin (t’a dewra IX jê qutkirin) û hişk em bi xaka R’ûsîyayê ya îroyîn va girêdan. Bi wî awahî, ew bûyer, ên ku li R’ojhilata Navîn pêk hatine, bi wan xakan va girêdan, yên ku r’ûs nû lê bi cîh û war bibûn.

Em naha ji ber wê cudaşêwazê dîrokê zorîyê dik’işînin. Em hewl didin, têbigihîjin, k’a em k’î ne, Xaka R’ûsî ji ku hatye. Ez bi hêvîya mezin li dîrokzanên k’urd dinihêr’im, hem li yên îro, hem jî li yên pêşer’ojê. Lewra ku ez bi bawerim, ku dema ew cîh ji bo dîroka xwe paqij bikin, û di R’ojhilata Navîn da jî– ji bo dewleta xwe, ewê bi xwezayî gelek tiştên nû yên di der barê dîroka r’ûsan da derxin holê. T’enê pêwîst nake, ku derengî  bêxin…”

______________

1. R’ûs – navê R’ûsîya kevnar e. Wisa jî jêr’a dibêjin R’ûsa kevnar. Ev nava ji navê berekek a dîrokî ya slavên r’ojhilatî tê.

2. Merv (Marî) – (farsî: مرو; tûrkmênî: Merw) –bajarekî kevnar ê Asîya Navîn e, li berç’emê Mûrgabê li başûr-r’ojhilatê T’urkmênistanê.Ew 30 kîlomêtrî ji bajarê Marî yê îro berbi r’ojava ye. Ew p’aytexta dewleta sêlcûkan Margîanayê bûye. K’ilafeyê (xerabe) Merva kevnar wek peykerê mîras/paymahîyên mirovahîyê ya hemcîhanî tê p’arastin.

3. “Serhatîya t’axbûra Îgor” –peykerek a wêjaeya r’ûsî ya navdar a kevnar e.

 

Wergera gotarê, pêşgotin, nasî û amadekirina ji bo weşanê:  ya Ezîz ê Cewo

dîtin: 588

Pêveker:

dîroka gelan ya ku li gorî berjewendiyê hindekan hatî gûhertin