• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
DÎROKA PIRTÛKÊN QEDEXE  - TIRS Û HEZKIRIN

DÎROKA PIRTÛKÊN QEDEXE - TIRS Û HEZKIRIN


barkirin: Hêzîran 4, 2018, 8:45


Hakki Balta

Mirov bi eqilê xwe mirov e. Bi vîyan û hest, tirs û fikarên xwe mirov e.
Mirov dil bi tirs e. Ji gelek tistan ditirs e. Ji teknîkê, ji mirovên din, ji îdeolojiyê, ji xwezayê ditirse. Ji zimanên din û ji çandên din ditirse. Ji pirtûkan ditirse.
Ew qasî ku ditirse ewqas jî hez dike. Ji hunerê hez dike. Ji wêje, ziman û kulturê hez dike. Ji teknolojiyê, xweza û îdeolojiyê hez dike. Ji muzikê, ji pirtûkan hez dike.
Mirov e. Tirs û hezkirinên mirov di nava hev de dijîn.

Pirtûk! Belê, ew stêrkên ronahiya mirovahiyê ne. Qasê ku ji wan hatine hez kirin ewqas jî 
ji wan hatine nefret kirin. Lê ev bi xwe kok û serkaniyên wan bêjeyan bi xwe ne. Di wan de, tirs û dilêrî, evîn û nevîn, başî û nebaşî hene. Bi kurtahî neynika mirovahiyê û cîhana me ne.
Pirs û bersivên hişmendî, tirs û evînên mirovan, ji  bo cîhan û jiyaneke nû di wan de rê û rêçikên nû hene.
 
Her pirtûk cîhanek nû ye. Li ser mirovan bandorê dike, pirs û bersivên aloziyên mirovahiyê diafirîne, tîne ser sifra me. Di bin tu kontirolê de nîne. Ew azad û xwendevanên wê azad in. Nivîskar û xwendevanên wê azad, bê vîyana xwe li ser hev bandor dikin. Bi van taybetiyên xwe, ew dibin serkaniyên hezkirin û nehezkirinê. Dibin gulên ziman û çandan.

Mirovên ku azadî û pêsveçûna mirovan dixwazin hezkerên pirtûkan in. Dildarên azadîxwaziyê û azadiyê ne ew. Azadiya mirov, pirtûk gel û çandan diparêzin. Û bi ked û livên xwe pirtûk û pirtûkxwendinê didin hez kirin. Berjewendiyên mirovatiyê tînin ser hev, çand û afirandinan xurt dikin.

Mirovên ku ji mirov û mirovatiyê hez nakin jî hene.  Ew ji pirtûk û xwendinê jî hez nakin. Li dij xwendin, nivîsîn, rûpakî û pirtûkan in.  Ji wan ditirsin. Ji guherînan ditirsin. Ji pêsveçûna mirovahiyê, civakê û ji her tiştên nû ditirsin. Li dijî amûr, dîtin û livên ku dikarin civakê, mirovan di warê ronahiyê de pêş de bibin, ji ronahiyê ditirsin. Ji şiyarbûn û şarezebûnê ditirsin. Ji rastiyê ditirsin. Loma ji pirtûkan ditirsin. Ji ber ku pêşveçûnên mirovahiyê li dij berjewendiyên wan nin, sîstem û raman û berjewendiyên wan dihejînin, ditirsin. Kî ne ev? Ew hukumdar in, siltan in, xwedî koleyan in, olperest in, axa ne, lord in, hinek keşe, mele û şêxên xweperest in. ”demokrat” û ”sosyalist” in. Xwedî îdeolojiyên cure cure ne. Sazumanên kedxwaran in! Û di hin deman de sazûmanên ku li dij kedxwariyê jî ava bûne, bûne qedexekerên pirtûkan. Carnan dinya çep digere.
Ka em li dîroka pirtûkên qedexekirî binêrin. Em dê rêze nivîsên xwe yên le ser qedexekirina pirtûkan bi rêz bêweşînin.


Stockholm


*Berdewamî heye

dîtin: 138

Pêveker:

dÎroka pirtÛkÊn qedexekirÎ 1