• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dîrokekî veşartî serpêhatiyên Êzîdiyan

Dîrokekî veşartî serpêhatiyên Êzîdiyan


barkirin: Hêzîran 14, 2013, 3:25


Ji devê pîr û kalan, bav û bapîran dîroka sedû pêncî salên dawî ya hindek deverên Ezîdiyan û serpêhatiyê wan.
Berhevkar û nivîskar: Silo Saxlem

 

MÊRXASÎYA SIMAILÊ MEHÎN

Gundekî Êzîdîyan bi navê „Koçan´ê” hebû,Gundê Koçan´ê weka 5/6 km dikeva Başûrê bajarê Midyat´ê. Malên gund jî teva merovên hev û du bûn. Mêrxasek di gunda hebû bi navê „Simail´ê-Mehîn.“ Gundekî kû ew ji Musilman û Felehan jî yî ave ya, bi navê „Mizîzex´ê“ heya, ew weka 3 km dikeva Bakurê gundê Koçan´ê û mala Elîkê Betê jî li Mizîzex´ê ya.

Derbekê Elîk´ê Betê şivanekî pezê xwe bi navê Tûma, ji gundê Êzîdîyan, ji Xerabiya tevi jina wî ani nav mala xwe li gundê Mizîzex´ê; Elîk jina Tûma kira xizmetkara jina xwe û Tûma xista ber pezê xwe. Jina Tûma jî pirra bedewa. Elîk çavên xwe (bi bêynamûsî) berdana jina şivanê xwe, di dawîya wê çavberdanê da Elîk jina Tûma ji Tûma sitand û Elîk Tûma ji ber pezê xwe û ji mala xwe qewûtand.

 

Tûma jî çû xwe li gundê Koçan´ê girt, derbekê Elîk´ê Betê çend peyayên bi tiving dane duv xwe û wî berê xwe da gundê Koçan´ê jibo kû ew, Tûma ji gund bibê da ew Tûma bi kujê û êdî ta ew ji Tûma xelas bibê, ta êdî jina Tûma (bi bêy gazinî) ji wîra bimênê. Elîk û peyayên xwe Tûma ji gund bider xistin û wan berê xwe dana gundê Mizîzex´ê, li deverekê ji yên gundê Koçan´ê, Elîk û havalên xwe diber Simail´ê Mehîn ra derbas bûn, Simail bala xwe dayê kû waya Elîk wî Tûma bir û êdî Simail ew dizani kû Elîk Tûma ji kujtinê ra dibê.

Hema Simail rahijta tivinga xwe û ew çû li şikêra reş (li nêveka gundê Koçan û Mizîzex´ê) kevta pêşîya Elîk´ê Betê û peyayên wî. Simail ma heta kû Elîk û havalên xwe gehana hedama Simail, Simail bangi Elîk kir û got „Elîko te jina Tûma bi kotek ji wî sitandiya û te ew bi kotek li xwe mahr kirîya û niha jî tû dixwazê Tûma bikujê û xwe ji wî xelas bikê jibo kû jina wî ji tera bimênê. Kû tû Tûma aniha bernedê ezê te û havalên te bi ser hevda bikujim.“

Liwûr peyayên Elîk tivingên xwe ji milên xwe xelas kirin û ew liber keviran belav bûn, Elîk gota peyayên xwe, „na, na tiştekî nekin, bi xwedê Simail wê min jî û we jî bi ser hevda bikujê.“ Liwûr, Simail Tûma ji Elîk sitand û Simail gota Elîk, „Elîko ji niha û heta kû ava rohn di çavên minda heya kû tû carekê di vê harêma gundê mera derbas bibê, ez hingî te nahêlima sax.“ Êdî ji wê rojê û heta kû Elîk ê Betê yi sax bû, ew di harêma gundê Koçan´ê ra derbas nebû.

 

Liser devê baciniyan: 31.12.2011

Nivîsandin : Silo Sağlam 01.01.2012

KUDO Û MADKÊ

Li dora salên 1900 Qelaçê Dasikan ji Êzîdîyên girêdayên Haşîra Dasikan ya tejî bûn. Hawîrdorên wî Qelaçî jî gundên Musilmanan bûn; liwan gundan jî Haşîrên Salihan, dorikan, Domanan û Butikan di jîyan. Li wê deverê, hingî Musilmanan lêpêstûrî li Dasikan dikirin, Liwûr, du zelaman ji Haşîra Dasikan, ji bavikê wê Haşîrê, ji Bûzêran, ji gundê Kêrwanê, wan biryar xwe dan û wan weha jixwera sund xwar „bi aht, heta kû ema saxbin emê nehêlin kû dengê dilo (heznê) ji nav Salihan, dorikan û Domanan xali bibê.“ Rojekê Kudo û Madkê çûna dora gundekî musilmanan kû ew dîsa derbekê li wan bixin, di wê şevê da kurê jinebîyekê ji gund biderkevti bû û dê jî li benda kurê xwe bû, ew jî ne li hundir, belê li derve ya sekini bû, carekê wê bi dengekî bilind, dengê xwe hilda û wê weha got „Kudo û Madkê! heger hûn li dora gundê mebin û hûn banga min sah bikin, kurê min nûha yî liderveya, ewê îşev werê malê, ez ji we hêvî dikim, ez û xwedê û ew kurin, hûn kurê min nekujin.“ Û jinikê pêra, nîşana kesîtîya kurê xwejî ji wanra got, di wê navê da, kurê jinikê diber Kudo û Madkê ra derbas bû, êdî liwûr, herduyan kurê jinikê dane xatirê wê hêvîya dê, wan ew nekujt.

Bi domînê ra, wan herdu zelaman biryara xwe wûlo domkirin heta kû li dora salên 1910 dewleta Osmanlı ferman liser Haşîra Dasikan rakir û bi wê, êdî qasê Haşîrê jiser warê xwe hate qewûtandinê.

Liser devê merovên Bûzêrî: 25.04.2011

Nivîsandin: Silo Sağlam 26.04.2011

Ebuzêdê Temo – Mihemedê Gulê û Qasimê Gulê
Li dora salên 1945-1950, rojekê Ebûzêdê-Temo ji haşîra Dasikan-êzîdî û Mihemedê-Gulê û Qasimê-Gulê (birayên hev) ji haşîra Şifqetan-êzîdî, ji binxetê (Suriye) derbasi Serxetê (Türkiye bûn jibo kû ew, ji Koçeran pezê Sorik bikirin û wî bibin li Suriye bifiroşin. Ew derbasi Serxetê bûn, wan pezê xwe kirin û wan şevekê bi qaçaxî (bêy destûra lêşkerîya Türk liser sînor) tevi pirr kesên din, berê pezê xwe dana binya xetê.
Liber xetê lêşker li wan qewûmand, li nêveka lêşker û qaçaxçîyan da şer bider kevt, di wî şeri da Qasimê Gulê û Mihemedê Gulê birrênî li hev û du vedigerandin : Qasim wê bi gota, „Bûûûh ez kekê Mihemedim, ez kekê Mihamadi, ez kekê Mihamadi… û Mihemed wê bi gota „ bûûûh ez kekê Qasimim, ez kekê Qsimim, ez kekê Qasimim… û bi wê borînîyê ra ew herdu di nav şer da germ dibûn û wan bi lêşker ra şer dikirin; jinên Kurdan di nav karwên da ji herduyan ra dikirina lîlelîl.

Bi wê mêranîyê, Karwên pezê xwe ji destê Türkan rizgar kirin, ew derbasi binya xetê, derbasi Gundikê-Derwêş bûn. Serê sibeha din Serbazê Türk lêşker da duv xwe û ew çû kû bi hênceta pezê sorik, pezê Gundikê-Derwêş talan bikê; Gundikê-Derwêş jî li pêşberi nuqtê ya, wext jî serê Buharê ya, kahrik çê bûwûna.

Wexta kû Serbaz tevi lêşkerê xwe êrîş birina ser pezê li wan der û doran, gundî çûna ba Serbaz û wan ji wî pirsîn bêka doza wan çîya ew pezê wan talan dikin, Serbaz gota wan kû şeva derbaz bûyî Ebûzêdê Temo pezê xwe li xetê dayi ya, ew hatina kû ew pezê Ebûzêd bibin; çiqas gundîyan ji Serbaz ra sund jî xwarin, Serbaz sundên wan qebûl nekirin… Bi wê yekêra, gundîyan ew wûlo fêhm kirin kû sundên wan li ba Serbaz bûha nayênin, jinmama Ebûzêdê-Temo, Fatima-Helokê jî (jina Kosê-Silo-Hiseyna) Fatim jî bider kevta nav pêz û wê dawa kirasê xwe vekir û wê Kahrikên nû bûwîn jiber makên wan dane hev û wê ew xistina dawa kirasê xwey fereh, û wê berê xwe da malê û wê weha got „hema jikêmasî, bêka ez van kahrikan jibo Ebûzêd xelas nakim…“

Serbaz kerîyên pêz dane hev, da ew wan bibê nuqtê, di wê navê da Silo´yê-Hetê (ji haşîra Nemirdaniyan-êzîdî) jî li wan deveran bû, Silo jî demên derbas bûyî jio Serbaz hinek agahdari liser hinek babetan dabûn hev, bi wêra, çiqas gundîyan xwe avêta yê Serbaz, Serbaz ricûya wan qebûl nekir, belê yê Serbaz bi wêra gote gundîyan, „bahwerîya min li Silo´yê-Hetê ditê, kû Silo ji minra sund bixwê, ezê ji wî bahwer bikim û êdî ez jî ezê pezê we berdim.“
Liser wêyekê, gundîyan ji Silo hêvîkir jibo kû Silo pezê wan xelas bikê. Silo jî berê xwe da ba yê Serbaz û wî berê xwe da ber bi jor da û wî hêvîya xwe ji xwedê kir jibo kû Xwedê Silo liser sunda wî ya bi derewan hefu bikê… û Silo giha ba yê Serbaz, Silo liwûr ji yê Serbaz ra sund xwar kû pezê Ebûzêdê-Temo di nav wÎ pezê kû Serbaz talan dikê da tuneya. Liwûr Silo ji yê Liser wêyekê êdî Serbaz jî pezê gundîyan da wan.

Beri kû Serbaz berê xwe bidê nuqtê, wî ji gundîyan pirsî, „şevî din bi şev, wexta kû me û qaçaxçîyan li hev û du qewûmandin, du mêr di nav karwên debûn, yekî ji wan methê xwe dida digot „ez kekê Qasimim û yê din digot ez kekê Mihemedim… kû ez wan herduyan li cîyekî bibînim ezê wan tevi hestûyan bi kirkirînim…“

 

 

Liser devê Miradê Kose > kurê Fatima-Helokê: 11.10.2010

Nivîsandin: Silo Sağlam 11.09.2010

 

Jiyana Cemîlê Xelefî – Şemdînê Çolî
Li qasi kû liser jîyana Cemîl´ê Xelef ditêyî bîra min, û li qasi kû ew ji minra hatiya gotinê, ezê liser jîyana wî, bi kurtenivîsekê, liser vê kaxedê binivîsim û ezê wê weka biserdehatiya çırokekê werênima ziman.

 

Zarokek bi Navê Cemil hebû, hatina wî li Dunya yê li dora salên 1942/43 yan, hê ew di zarokatîya xwey kiçik da wî dêya xwe wenda kir, êdî ew kevta ber destê jinebavê… Cemil bi xwe ji maleka pirr xweyayî bû li derdorê xwe,ango bavpîrê Cemîl-Şemdın´ê.Çoli heta bi dora salên 1930 hi mezinê Haşîra Dasikan (êzîdî bû).

 

Pişti kû hemrê Cemîl gehîjta li dora deh salan êdî nava Cemîl û jinebava wî pirr nexweş bû, heta kû hemrê Cemîl gehîjta li dora hemrê balix (13/14 salan). Jiber kû kesîtîya Cemîl hinekî ya bi liv bû û jiber kû nêveka wî û jinbava wî neya rind bû,lewma, êdî dem çiqasî bi wêda çû êdî nêveka Cemîl û bavê wî jî ne xoş bû, lewma her roj, yan Cemîl yî li maleka din ji yên merovên xwe bû û yan jî li maleka doatan bû, heta kû hemrê Cemîl gehîjta dema xortanîyê… êdî Cemîl yekser ji mala jinebav û bavê xwe dûr bû. Ango êdî bavê Cemîl (eşkere) ji mala xwe bere da Cemîl.

Li vir, kû ew hewcebê ew liser kesîtîya Cemîl hinek nasdanê bikin, hingî Teblo´yeka halo biderdikeva ber çavên me: Di serê wêda Cemîl li derdoreka wûlo hate dinê kû navê mêranîyê pirr ya bi deng bû, ango her kesekî kû ew bi navê kurîtî di hate ser rûyê dinê, xisp  bû kû ew, di berdemîna mezinbûna mêraniya xwe da hinek sirtî (hişkî) li derdorên xwe bide dîyarkirinê, û belê liser wê liva Cemîl (weka kû her jinebav li kurhilîyên xwe û mêhneyên negatîfî digerin) jinebava Cemîl jî ew liva Cemîl ya mêrani jibo xwe kire mêhnayeka pozetîfî jibo xwerastderxistina xwe liser tevgerên Cemîl û bi wê êdî jinebava Cemîl gilîyê Cemîl liser rêçikeka negatîfî li ba bavê Cemîl kir… Belê livir (tevi wê liva Cemîl ya bi xwîna Dasikani jî) wexta kû Cemîl di zarokatîya xwe da, li maleka wûlo kû ew bi dêbav bû mezin bibûya,hingî, bêygoman hinek ji wê germîya jîyanî ya di canê Cemîl da kû hinek ji Kurdan wê bi navê „Serserîtî“ bi nav dikin (weka kû ew li ba her kesên nûguhayî heya) wê  hinekî bihate sistkirinê  û bî wê, hingî, mêrxasekî diser xwera  wê ji Cemil bider bikevta, ango merov dikare kesîtîya Cemîl bi navê“Dînemêr“ bide binavkirinê.

Li alê din, ew liser zimanan hatiya gotinê kû malbava Cemîl (bavê Cemîl û birebavê Cemîl nedi nav da) belê qasên merovên din yên Cemîl ji Cemîl hes dikirin, lewma Cemîl jî ji merovên ji Haşîra xwe (bi dan û standinê) dûr nedikevt. Lewma Cemîl pirr caran ew dixwest kû tolê ji wan kesan hilênê ji wan kesên kû wan bi hêza pirranîyê destê xwe liser mulkê bav û kalên wî û merovên wîy ji Haşîra-Dasikan danina, hilênê.

Yek ji wan embazên tolhilanînê jî ew bû kû kalên ji merovên Cemîl ji Cemîl re destûr bidana , Cemîl  wê bomba têxistina bin xanîyên wan kesên kû ew, kotekîyê li merovên Cemîl, liser standina mulkê merovên wî dikin. Ha yek ji wan kotekdaran jî Axa´yê wê Harêmê û Berdevkên wî Axa´yî bûn. Lewma jî ew Axa û berdevkên xwe ji Cemîl pirr ditirsîyan kû Cemîl derbeka mezin li wan bixê…

 

Liser wê daxwaza Cemîl lihember neyarên Malbat û Merovên wî , buyareka pirr nas em jê dizanin: Pişti kû Cemîl liser rêya Serxet û Binxetê bû rêzan, êdî  danûstandina wî liser jibinerdrakirina mayînan çebû, lewma Cemîl derbekê hinek bomban ji wanên liser sînor ji bin erdê rakirin,wî ew bombeyan peya kirin û wî ew xistina tûrikê xwe û wî ew bombeyan  bixwera birina gundê malbava xwe û ew bi rûsipîyên xwe şêwûrî kû rûsipîyan  destûrê bidine Cemîl, Cemîl wê wan bomban têxê bin xanîyê wan neyarên malbata xwe. Belê Kalan ew ji Cemîl qebûl nekirin, kalan ew gotine Cemil“ Em tevda êzîdîna, em vî tişti bi wan nakin, bere xwedê ji wanre nehêlê…“

Liser wêyekê, êdî Cemîl mayînên xwe birin li serê çîya yê diser gund ra veşardin, û heta em hinek zilaman, rojekê di wê devera wî çîya yî ra,devera kû Cemîl liwûr ew bombeyan veşardina, derbas bûn, hinekan ji wan havalan ew devera kû ew mayîn têde ya veşardi bûn, bi tîlîyan nîşanî me kirin.

 

Li alê din, şahdebûneka nivîskarê vê nivîsandinê liser qeftek ji jîyana Cemîl: „Hemrê min li dora 5/6 salan bû wext jî li dora wextê civata gundaya (li dora seat 21 h) mala bavê min li gundê Qûlika ya, derbekê ji nişkê va Cemîl da devê derîyê me, tu nebê Cemîl di wê gavê da li  Xetê xistîya, belê ez hew wê dizanim bêka ew çi wextê salê bû. Cemîl da devê derîyê me, dê û bavên min bixêrhatin dane wî û wan kêfa xwe ji Cemîl ra anin, û wan li hal û wextê Cemîl pirsîn, tivingek jî bi Cemîl rebû, daka min tivinga wî ji destê wî girt û wê ew veşard (ji tirsê lêşkerê Türkan) ango dibû kû hinek ji gundiyan herin û werina mala bavê min û ew wê tivingê bibînin û êdî paşê, ew cêşê Türk liser wê agahdar bikin û êdî jixwe xwedê ji malxwê malê stand…

Liwûr, Cemîl xwe li ba mala me veysand, hê xwe rind neveysandi, derbekê ji nişkan ve bavê Cemîl da devê derîyê mala bavê min, darek di destê wî debû û ew kevte hundirû, pişti kû wî Cemîl li hundirû dît êdî wî hêrîş bire ser Cemîl da ew li Cemîl bixê. Xatirê bavê min jî liba her gundî´yekî yên gundên Qûlika hebû, liwûr,  bavê min kevta nêveka Cemîl û bavê wî Xelef´ê-Şemdîn´ê-Çolî… êdî bavê min nehişt kû Xelef li Cemîl bidê, belê liwûr Xelef gote Cemîl „divê kû tû îşev li vî gundi nemênê.“ Êdî di cîda Xelef vegerîya mal û nebi tuyi duvra, Cemîl jî ji mala me û ji gund bider kevt.“

Livir, merov dikare wê halo jî bibêjê: Bi wê biderîyan kevtina xwe dibê kû Cemîl xwestibê da ew di jîyana xwe da bibê serbixwe di jîyana xwe da… ne liber destên jinebavê bi çilme çilma jinebavê û bi lêdane bavê mezin bibê…

Yek ji wan serbixwebûnan jî ew bû kû Cemîl êdî bû rêzanê Serxet û binxetê, wî karwan ji Serxetê dibirina Binxetê û ji Binxetê vedigerandin Serxetê.

Rêzanîya Cemîl

Serxetbûn û Binxetbûn jî ji wê bider kevtibû ortê: Pişti kû Dewleta Osmanli felişî û ji wê Komarên Suriye  li dora sala 1946 û ya Türkiye li dora salên 1920/23 hatina damezirandinê û pişti kû dewleta Türkiy li dora salên 1953 yan li nêveka xwe û Suriye xeteka mayînan (200/300 m ferehîya erda mayînan û bi sedên km dirêjahîyê da kêşandinê, êdî bi wê, hinek ji malbatên Kurdan li Serxetê û hinek ji wan li binxetê man, ango xeta  sînorê bi mayîn, li nêveka axa Kurdistan (bi kotek) liser jihevqetandina destên merovantîyê (xwedîtîyê) hate kêşandinê, lewma Kurdan ew sînor qet jî (heta nûha jî ) qebûl nekirin û beri tevan jî Êzîdîyan ew qebûl nekirîya û lewma jî liser wê daxwaza kû ew sînor neyê qebûlkirinê, karwanên Kurdan ( bêy destûra wan dewletan) ew merovên Kurdan li Serxet û Binxetê li hevdu dibûna mêhvan û kar û barê xwey rojîn dikirin (weka dema beri sînor)…

Belê wan mayînên kû ji alê Dewleta Türk va liser wî sînorî hatibûn  binaxkirinê,  planê danina wan mayînan jî weha bû, sêkuçkî hatibûn binaxkirinê, ango yek li pêş, yek li çem û yek li rastê, jibo wexta qaçaxçî pîyên xwe biavêjina pêş ew pê li bombê bikin, ew pîyên xwe biavêjina çep ew pê li bombê bikin û ew pîyên xwe biavêjina rast ew pê li bombê bikin. Bi danina wan mayînan bi planekî neyartî, wan mayînan pirr canên merovên êzîdî standin. Tevi wêyekê jî dîse merovên êzîdî tim liber xwe dixistin kû ew, danûstandina xwedîtîya xwe liser wî sînorê bi kotek, li Serxet û Binxetê normal bidomînîn…Belê weka kû me ew got, çiqas dem bi wêda çû, dewleta Türk liber xwe xist kû ew, lihember danûstandina wê xwedîtîya êzîdîyan li Serxet û Binxetê hêza wî sînorî hê bi plantir bikê, lewma wê hem hêza lêşkerê xwe mezintir kir û bi awayekî din, êdî di dawîyê da, dewletê liser qasê dirêjaya wî sînorî bi rohnaya elektrîkê kir. Bey goman nenaskirina  mayînên liser wî sînorê bi kotek ji alê dewletên mêtingeh ve, bi alikarîya hinek mêrxasên ji gelê Kurd bûn, ew mêrxasan jî bi navê „Rêzanên Qaçaxçîyan“ di hatina bi nav kirinê.

 

Wan Rêzanan jî çi dikirin, wan xwe hîn dikirin bêka danina wan mayînan bi urfeka çawa hatina bipêkaninê, êdî bi wêyekê ra, wan Rêzanan xwe hînî wêjî dikirin jibo kû ew, hinekan ji wan mayînên kû ew dikevtine ser şivîla kû ew Rêzanan liser wê şivîlê derbas dibûn rakin, jibo kû êdî ew bikaribin bi bistehî karwanê xwey qaçaxçîyan liser wan şivîleyan derbasi Serxet û Binxetê bikin. Ango navê wan Mêrxasên Kurdan liser wî Sînorî, bi navê „Rêzanên Qaçaxçîyan“ dihatina bi navkirinê, ha yek ji wan Mêrxasên-Rêzan jî Cemîlê-Xelefê-Şemdînê-Çolî bû.

Rêzanîya Cemîl

Liser wê Rêzaniya Cemîl ez dixwazim embazên liser bûyaran bidima naskirinê, yek ji wan Rêzaniyên Cemîl ew bû kû, wî derbekê xwest da ew bi alikarîya Rêzaniya xwe, alikarîyê bi evîneka du cûwanên êzîdî ra bikê. jibo revandina keçeka êzîdî jibo xortekî ji pismamên Cemîl, û yek a din jî, wexta kû Cemîl birîndar bû û tevî birîndarîya xwe wî qasê Karwanê xwe ji nav mayînan rizgar kir, wî Karwan bi silameti derbasi Binya Xetê kir.

Belê beri kû ez bi nasdana wan embazan dawîya hemrê Cemîl bînim, ez dixwazim livir, liser devê Miradê-Kose, bûyarekê liser jîyana Cemîl binivîsim.

Liser devê Miradê-Kose:

 

„li Havîna sala 1964 an  kurmamê min, Ebûzêdê-Temo li gundê Qûlika mir, Cemîl jî hingî ( ji alê bavê xwe û mamê xwe va) ji gundê xwey xwînî bû, ew li Harêma Şingal´êy bi qûnax bû, Cemîl derbekê ew bihîzt kû mamê wîy Ebûzêd mirîya, Cemîl di cîda kevta rê da, wî berê xwe (diser gundê Tilxatûnkê ra) da gundê Qûlika, da ew bigehîja ser nanmirîdana mamê xwey Ebûzêd. Me jî me xwe liser nandana Ebûzed daya hev, Ezim, Elîfê-Mejdîna, Sebrîyê-Şemdîna (birabavê Cemîl) û Xelefê-Şemîna (bavê Cemîl) em teva li ba mala Ebûzêd lihev gihana hev, em di wê gavê da goştê nandan-xêrdana Ebûzêd hûr dikir. Me dît kû ji nişkan va Cemîl da devê derîyê mala Ebûzêdê-Temo, wexta kû bavê Cemîl û mamê Cemîl dîtin kû waya Cemîl hate hundir, bavê Cemîl û mamê Cemîl hêrîş birina Cemîl da ew li Cemîl xin, bêka çima Cemîl hatiya gund, jiber kû wan beri hingî hatina Cemil li wî gundî qedaxe kiri bû.

Liwûr, wexta kû bavê Cemîl û mamê Cemîl hêrîş birine ser Cemîl da ew Cemîl dîse ji gund biqewûtînin, liwûr, ez û Elîf em kevtina nêveka Cemil û bav û mamê wî, me gote bavê Cemîl û mamê wî  kû Cemîl hatiya ser nanê mamê xwe em ji we qebûl nakin kû hûn livir dilê Cemîl bihêlin,kengî me nanê Ebûzêd da, êdî Cemîl wê bi xwe, dîse ji gund herê. Êdî me nehişt kû bav û mamê Cemîl dilê Cemîl bihêlin heta kû me nanê Ebûzêd da, êdî Cemîl dîse ji gund çû.

Dêka em vegerina ser herdu embazên xwey liser rêzaniya Cemîl.

Xortek hebû bî navê Kato,Kato kurek ji yên merovên Cemîl bû  mala wî li Serxetê dima, Kato derbekê dilê xwe da keça xwîşka bavê Cemîl (qîza meta Cemîl) li Binya Xetê, li gundê Til-Xatûnkê. Keçik jî weka Heyv û  Rojê ya bedewa û Kato jî xortekî jixwey pirrî qayîla û piri bedewa. Derbekê Kato karê xwe kir da ew keçikê birevîna Serxetê, belê alikarîya liser derbaskirina sînor ji Kato ra hewceya, di serê wêda kî dikara alikarîyê liser wê daxwazê bi Kato ra bikê, kurmamê wîy Cemîl. Kato û Cemîl derbekê karê xwe li revandina qîzikê kirin û wan şevekê keçik revand û wan diser sînorê mayînan ra berê xwe dane Serxetê. Li nav mayînan Cemîl da pêşîya herdu dilgirtîyan, Kato da dûv Cemîl û keçikê (bi navê-Esmerê) da dûv Kato, Cemîl ji wan rêzani kir heta kû ew ji xeta bomban derbas bûn û ew kevtina sahlîyê, liwûr, derbekê Cemîl li herdu dilgirtîyan zîvirî û wî got,“mayîn xelas bûn, em kevtina axa bêy mayîn.“ Wexta kû Cemîl wûlo got, hema keçikê di cîda xwe da kêleka Kato û wê got“Xelas, Xelasê xwedê…“ bi gotina wêra mayîn pêve teqîyan û mayînê keçik liwûr, bi awayekî bedidandi kujt, û esker hate bi cîyê bûyarê va, liwûr, Cemîl û Kato laşê keçikê li nav mayînan hiştin û ew Serxet bûn, belê jiber kû Kato gelekî nêzîkî keçikê bû, Kato jî bi bîrîneka xemê bi bombê birîndar bû û heta 20 salên duv bûyarê jî, hêjî birîna Kato diaxavt (hedab ji birîna wî dihat).

Belê nîşaneka evînê kû liser wê wendabûnê liba Kato hate dîyarkirinê ew bû kû, li wê Harêma kû Kato li wê dijî, kesekî kû wî bizaniya weka Kato dîlanê bikê tune bû, belê Kato liser wendakirina wê evîna xwe, êdî wî dîlan lixwe heram kir, heta 10 salên pişti bûyarên jî Kato dîlan nekir û ez bawerim kû heta nûha jî birîna Kato (ji alê evînê va û ji alê birîndarkirina bombê va) di axivê. Pişti kû Kato zewûcî û keçeka wî çêbû û wî navê Esmerê (navê evîna xwe) li keça xwey ji jineka din dani, êdî Kato hêdî hêdi dest ji hizna xwey liser evîna xwe berda.

Liser devê şahde´yekî din min bûyareka din, liser Cemîl bihîzt, ew bûyar jî weha hateibû bikarê: Li dora salên 1960 an maleka êzîdî hebû ji wan re digotin“mala Mislit´ê-Şêkir hebû, rojekê kesekî musilman keça Mislit revand, 2 kurên Mislit jî hena ew gelekî ji xwe ya qayîlin û mala Mıslıt gırêdayê ola êzîdîna û herçî ola Êzîdîyatîyê ya ew tucaran destûrê nadê kû kesek jî ola Êzîdî bi kesekî din ra bi zewûcê kû ew ney ji ola Êzîdî bê. Liser wêyekê, pişti kû wî kesê musilman keça Muslit renda û pişti kû ew keça êzîdî xwîşka 2 birayê kû ji xwe ya qayîl bûn û pişti kû ola Êzîdî ferman da wan herdu birayên ji xwe ya qayîl da ew wê bûyarê diser xwera qebûl nekin, lewma herdu birayên keçikê fermandarîya kû ola wan liser revandina xwîşka wan li wan kirî, anina bi cî… Liser wê bûyarê, demeka kurt diser ra derbas bû, rojekê Cemîl ji Serxetê derbasi Binya Xetê  bû Cemîl derbasi gundê Til-Xatûnkê bû,mala Mislit jî ji tirsê lêpêstûrîya Musilmanîyê liser toljêhilanina ji kurên xwe ji alê wê mala musilman va, ji Serxetê baz dan, wan mala xwe bire Binya Xetê, ewjî li gundê Til-Xatûnkê diman.

Liwûr, mala Mislit li Til-xatûnkê gotina gundîyan kû Cemîl wê derbê hatiya gund, jiber kû mala wan neyarên mala Mislit Cemîl bertîl kirina jibo kû Cemîl tola wê mala musilman ji mala Mislit hilênê; liser wêyekê mala Mislit liwûr Cemîl girtin û wan xwest kû Cemîl bidine destê dewleta Surîye.  Liwûr, gundîyan ji hevdu qebûl nekirin û gundiyan di nava xweda bi re kirin da ew Cemîl nedina destê dewletê, ew Cemîl serbest berdin belê divê kû Cemîl careka din Cemil neçê gundê Til-Xatûnkê. Liwûr, Iskenderê Biroka Cemîl bire mala xwe, Cemîl wê rojê li mala Iskender ma û liwûr Iskender gote Cemîl divê kû ew herê malê (Serxetê) û divê kû êdî ew careka din nerê gundê Til-Xatûnkê.

Cemîl wê Şevê ji gundê Til-Xatûnkê bider kevt û êdî Cemîl heta demeka dirêj neçû gundê Til-Xatûnkê.

Li alê din, weka me ew li jor jî lêkir, derdorên Cemîl yên kû ew ne dostên malbata Cemîl bûn, ji Cemîl pirr hêciz bûn, yek ji wan Axa´yên wê Harêmê bû, Axa´yê wê Harêmê ferman da havaldoşkên xwe û hemdemên xwey sîyasî jibo kû ew, bi Cemîl tiştekî bikin. Yek ji wan hemdemên Axê yên sîyasî jî Serbazê dewleta Türk yê, li tabûra Bawerdê bû. Serbazê Bawerdê (Bawerd jî weka 40 km dikeva Rojhelatê bajarê Nisêbîn´ê) serbazê Bawerdê jî Üsteğmen(bi nîşana du stêrikan)  jibo kû ew, fermandarîya hemdemên dewleta xwey sîyasî werêna bi cî, da ew, Cemîl jibo dostaniya Axê bide kujtinê;wî serbazi ferman da serbazên dibin xwera li qereqolên din jibo kû ew, Cemîl bi awa´yekî bêybextî bi kuijn. Liwûr, derbekê Üsteğmen ferman da serbazê dibin xwera bi nîşana Başçavûş li qereqola Hacîlohê da ew bi awa´yekî bêybextî Cemîl bikujê.

Di wê demê da, gelek ji merovên êzîdî jî ji Binxetê derbas bûbûn Serxetê jibo kû ew, hinek şêranî jibo Batizmîya xwe (Cejna Êzîdîyên-Çêlkan) bidine hev û ew jibo Batizmîya xwe bibina binya Xetê.

Ew merovan wê bi Rêzaniya kê derbasi Binya Xetê bibin, bêygoman bi Rêzaniya yên weka Cemîl. Dawî, Cemîl karwanê xwe kar kir (dem jî li dora destpêka heyva Çilê-Paşîya) û Cemîl berê karwanê xwe diser Qereqola Hacîlohê ra da Binya Xetê.(Hacîloh jî weka 35 km dikeva Rojhelatê bajarê Nisêbîn´ê) Pişti kû karwan hinekî nêzîkî Xetê bû, êdî Cemîl karwan li dûrî Xetê dani û wî berê xwe da ba serbazê wê Qereqolê jibo kû Cemîl rêya karwên amin bikê. Weka kû me ew got, beri hingî Axê û serbazan ya xwe kirina yek jibo kû ew Cemîl bikujin, liser wêyekê, pişti kû Cemîl çû ba yê serbaz, yê serbaz kepê (şifqa) xwe da serê Cemîl jibo kû esker Cemîl nas bikê da ew Cemîll bikujin,nkû esker bi şaşi kesekî din li dewsa Cemîl bikujin; û liwûr, yê serbaz gote Cemîl ango karwanê wî dikare serbest derbasi Binya Xetê bibê.

 

Cemîl kepê serbaz da serê xwe û wî berê xwe da ba karwên, wexta kû karwên kepê yê serbaz li serê Cemîl dît êdî dilê karwên kevta cî da, ango nêveka Cemîl û yê serbaz gelekî rinda…Heta kû Cemîl karwan gehanda nav mayînan, êdî liwûr, esker li karwên hate hev û wan tiving liser ser Cemîl danin, wan Cemîl liwûr, bi xemê birîndar kirin û êdî esker berê tivingên xwe dana ber bi ezmên ve, wan xwest kû ew karwên bitirsînin, belê êdî esker hew dixwest kû ew kesekî din bikujin, û karwan jihev tert û belav bû, hinekan ji karwên berê xwe dana Binya Xetê û hinekan ji wan berê xwe dane berbi paşva,bi Serxetê va. Cemîl jî jixwey di pêşîya karwên deya û qismê kû wan berê xwe dane Binya Xetê, ew li nav mayînan rast bû, birîna Cemîl jî li newqêya ( li nêveka piştê û dûvika) hema Cemîl desmala xwe liser birîna xwe girê da û wî bangi karwên kir da ew netirsin, belê divê kû ew bidina dûv şopa Cemîl da ew pê li bomban nekin. Bi wî awayî heta kû Cemîl karwan jinav mayinan derxist, ew birina Binya Xetê, êdî merovên karwên (her yekî ) û berê xwe dana malên xwe û Cemîl hew dikari birêva herê, wî mayîn xelas kirin û ew li pêxê mayînan kevt û wî liwûr can da.

 

Liser kujtina Cemîl, min li 15.03.2009 Iskender´ê-Biroka li mihezçî´yekê, li bajarê Bielefeld/Elmanya nas kir û min liser  kujtina Esmer´ê (revandiya Kato) û liser kujtina Cemil ji wî pirsî, jiber kû wexta Esmer di navmayînan da hati kujitinê û laşê wê dinav mayinan da mayi, yên kû bi dizî çûyîn û bi şev nîvê şevê laşê Esmer´ê jinav mayînan xelas kirin, Iskender´ê Biroka bû yê din Ferho´yê Mislit´ê Şêkir bû. Liser devê Iskender:“Wexta kû laşê Cemîl jiber xetê birina gundê Til-Xatûnkê, Malbata Cemîl laşê Cemîl nebirina mala xwe, min (Iskender´ê-Biroka) laşê Cemîl bire mala xwe, min laşê wî li hewşa xwe dani, divê kû laşê wî bimênê neveşqr di heta kû kifşa Türk û Ereban werê ser lêş.”

Iskender li wê dîtina min û xwe ,weha liser Cemîl dom kir û peyîvî: „Wexta kû mala Mislit xwestin kû Cemîl têxina destê hukûmeta Suriye gundiyan ji hevdu qebûl nekirin, êdî min Cemîl bire mala xwe û min gote Cemîl divê kû tû careka din neyê vî gundi, naxwa  tûyê gundiyan bi hevdu bidê kujtinê, êdî Cemîl got „bera“ êdî Cemîl çû mal (Serxetê) û êdî me demeka dirêj pêjina Cemîl hew kir; êvarekê ji nijkanva me dît Cemîl da devê derîyê me, min bixêrhatin da wî, em jixwera rûniştin êdî min gote wî,“mane min gotibû te divê kû tû careka din bi Til-Xatûnkê nekevê,bo çi  tû hati.“ Wî gote min kû ew wê gavê ji Şingal´ê ditê û rê liber wî heya divê kû ew herê Serxetê. Cemîl derbasi Serxetê bû û êdî ew car cara dawî bû kû Cemîl ji Serxetê derbasi Binxetê bû.

Wexta kû Cemîl kujtin,Cemîl xwe ji nav axa Türkiye derbasi nav axa Suriye kir, lewma eskerê Türkan nikarin bêy destûra eskerîya Suriye derbasi ser laşê Cemîl bibin, liser wêyekê û pişti kû me laşê Cemîl jiber Xetê ani gundê Til-Xatûnkê, mala du mamên Cemil ya li Til-Xatûnkê bû, mala Gernûsê-Şemdîn û Ibrahîmê-Şemdîn, herdu mamên Cemîl laşê Cemîl nehewandina mala xwe, liser wêyekê êdî min laşê Cemîl                                                                                                                                                                                                                                    bir li hewşa xwe dani heta kû pismamê Cemîl-Ferho´yê-Bino hat û wî got,“Dasikan teva ya bêynamûsin, ema qelîyana heta kû kesên bîyan laşê kujtîyên me li mala xwe dideynin.“ Êdî Ferho´yê-Bino liwûr laşê Cemîl ji hewşa min bir li mala xwe dani heta kû kifşa Türkan û Ereban hate ser laşê wî.

 

DAXWAZA KIFŞÊ

Gundîyan, dewleta Ereban (Suri) liser kujtina Cemîl (hemwelatî´yekî Türkan liser axa Suriye agahdar kirin) lewma eskerên suri hate ba mala Ferho liser laşê Cemîl nobedari kirin heta kû heyeta kifşa suriye jî amade bibê, jiber kû ew nikarin laşê Cemîl veşêrin bêy kû heyeta Türkan jî liwûr amade bibê. Üsteğmen´ê Bawerd´ê jî liser gümrika Nisêbîn/Qamişlo ra derbasi Suriye bû (resmî) û ew hate gundê Til-Xatûnkê. Wexta kû Üsteğmen hate gund em teva ya beşdar bûn li wê deverê, Üsteğmen yî bi kincên sivîl bû û eskerê Ereban yên nobedar ya bi kincên resmi bûn, wexta kû Üsteğmen diber eskerê nobedar ra derbasi hundirê mala Ferho bû û eskerê nobedar ji Üsteğmen ra silava eskeri neda, liser wê silavnevedanê Üsteğmen sîleyek (şeqamek) avêta bin gohên yê esker û Üsteğmen weha gote eskerê Ereb,“tû silavê ji kincên mina resmî ra vedidê yan tû silavê jibo kesîtîya min vedidê…“ û liwûr, serbazên Ereban liser lêdana serbazên Türk li eskerê wan tiştek jî negotin… Liwûr, heyeta kifşê ya Ereban û ya Türkan keftina qirika hev, Ereban gotin kû birîna Cemîl ya tivingê ya û Türkan gotin,na ew derba bombê ya.(û jixwe Üsteğmen jî liwûr mezinê kifşa Türkana. Heta kû liwûr Türkan birîna Cemîl bi birîneka kû bi Bombê hatiya birîndarkirinê, bi  Ereban dane qebûlkirinê û êdî heyetan çûna mala xwe û êdî kujtina Cemîl jî bi tune da çû û êdî Ferho-Bino bi alikarîya gundiyan, laşê Cemîl li sala 1965 an( êvara Cejna Batizmîya Çêlkan ya sala 1964/1965) li Goristanê gundê Til-Xatûnkê bi gor kirin.“

Jidevgirtin-sala 1970 û sala 2009

Silo Sağlam, Elmanya 29.03.2009

 

Mêrxasiya Ûsivê Doxo ji eşîra Dina
Ûsivê -Doxo mêrxasek bû ji Heşîra Dina û ew hem mêrxasê gundê xwe,gundê Bekira/Şengal bû û hemjî  mezinê gundê xwe bû.Weka kû ew liser Ûsivê-Doxo hatiya gotinê,dibê Ûsivê-Doxo her serê demekê koma xwe radikir û wî koma xwe dibire ser êleka musilmanên Ereb û wî ew êl talan dikir,û li alê din,wexta kû ew bibûya wextê danheva dehyeka posta Osmanli ji nav Êzîdîyan(dehyek=cirmkirina gundîyan)Ûsivê-Doxo koma xwe radikir û ew dikevta pêþîya posta Osmanli û wî dîse qasê dehyeka kû postê ji nav Êzîdîyan (bi kotek)dayi hev,ji postê distand û wî dîse ew li gundiyan belav dikir.

Heta kû dem gehîjta dema fermana Haviz-Paşa liser êzîdîyên Þingal´ê,kû gundê Bekira jî yek ji armanca musilmankirina Haviz-Paşa bû.Dibê Haviz-Paşa cêşekî pirr giran rakir û ew çû ser Þengal´ê jibo kû ew,wan êzîdîyên wê deverê bi kotek musilman bikê;yan êzîdîyên wê deverê wê bi kotek werina musilman kirinê û yan jî Haviz wê wan Êzîdîyan ji kokê bidê qelandinê.

Dibê wexta kû Ûsivê-Doxo ew bihîzt kû waya Haviz hate ser wan Êzîdîyan,liser wêyekê dibê Ûsivê-Doxo qasê gundiyên xwe ji gund bider xistin û dibê wan şêwra xwe kirin  bêka ew xwe li kû deverê jiber Haviz veşêrin;dibê wan wûlo biryar da kû ew xwe di çîyê da veşêrin nû kû cêşê Haviz-Paşa werê wê deverê,ewê li wan çîyan li wan  bi gerin,liser wêyekê wan got ya herî rind wê ew bê kû ew xwe di nav hojbeha çemê binya gund da veşêrin,û wan wûlo kirin.Wan xwe di nav hojbeha li dora çemê binya gund da veşardin.Dibê pişti kû Haviz gehijta gundê Bekira(Bekiran?) wan bala xwe danê kû kesek li gund nemaya,liser wêyekê dibê cêşê Haviz-Paşa dest bi lêgerina gundiyan li çîya yê wan derdoran kirin,neli nav hojbeha li dora çêm.Dibê heta çend rojekî ew gundiyan li nav wê hojbehê man,ew gelekî birçî bûn,lewma dibê hinekan ji wan liber xwe xistin kû ew bider bikevina nav wan erdên wan derdoran jibo kû ew hinek xwarina geyayî ji xwera peyda bikin.Dibê wexta kû ew ji nav hojbehê bider kevtin,dibêjin kû çendek ji sûwarîyên lêşkerê Osmanli jî li wan deveran digerîyan,dibê sûwarîyan ew gundiyan dîtin û êdî wan sûwaran mezinê xwe liser dîtina gundîyan agahdar kirin û dibê êdî nava gundiyên ji  gundê Bekira  kû Ûsivê-Doxo mezinê wan bû û cêşê Osmanli da bû şer.

Dibê li wê deverê Girek hebû bi navê Girê-Gewrê û li binya gir dibê holek heya,dibê li wê holê(meydan) şer giran bû,dibê ew hol ji xwîna her du rexan sor bû.Dibê liser wêyekê êdî Haviz-Paşa bi wê hesiya kû ew hew dikarê zora Êzîdîyan bibin,lewma dibê Haviz bi Êzîdîyan ra bazar kir,Haviz gote Êzîdîyan „ezê di nêveka xwe û weda þer bisekinînim,hûn vêca dikarin herina gundê xwe.“Dibê li nav cêşê Haviz da serbazekî kurdê musilman jî hebûya,dibê wî serbazê Kurd qasid bi rê kire nav gundiyên Bekira û wî gote gundiyan“kû hûn di ba Haviz ra derbas bibin,min dengê Haviz kirîya Haviz wê bêybextîyê li we bikê,belê kû hûn di ba min ra derbas bibin,ez we na kujim,ezê bihêlim kû hûn herina gundê xwe(n-jiber kû lêşkerê Haviz-Paşa kevti bû nêveka gundiyên Bekira û gundê wan).

Dibê liwûr,Ûsivê-Doxo gote yekî gundîyê xwe bi navê Baro,da ew bangi gundiyên kû wan xwe li wan deveran hilaniya bikê,da ew lihev bigihina hev jibo ew di ba Haviz ra derbaz bibin,nedi ba serbazê kurd ra.Dibê wexta kû gundiyên Bekira kevtina nêveka lêşkerê Haviz,dibê êdî lêþker li êzîdîyan hate hev û  liwûr pirranîya wan êzîdîyan ji alê Haviz-Paşa va hatina  kujtin,tevi Ûsivê-Doxo.

Bûyar liser devê Şengalîyan,li dora salên 1880/85 an hatiya bi karê

Silo Sağlam Elmanya 05.12.2008

 

Mêrxasiya Ebûzedê Miradê ji Eşîra Bahnimniyan
Ebûzêd´ê-Miradê hem mezinê Heşîra xwe bû û hem jî mêrxasê wê bû…mala Ebûzêd jî li gundê Mûşawûl´ê ya,Mûşawûl jî weka 25 km dikeva Rojhelat/Bakurê bajarê Nisêbîn´ê.Dibê rojekê li dora salên 1915/20 an komek mêrên êzîdîyan xwe kar kirin jibo talakirina pezê Ereban û serdarê wan Ebûzêd´ê-Miradê ya.

 

Weka kû ew liser zimanê dîroka Êzîdîyan hatiya gotinê,hingî Ereban dora warên Êzîdîyan tenk kiri bûn,wan jîyan li Êzîdîyan kiri bûn bin darekî kotekîyê…

Liser wêyekê,heger derbekê Êzîdîyan bixwesta kû ew tola xwe ji Ereban hilînin,wîwexti,heger ew Ereban dibin hakimîya dewleta Türk debûna,dewleta Türk dida pişta Ereban li hemberi Êzîdîyan,heger ew Ereban dibin hakimiya hukmê dewleteka  Ereb dabûna(di wê demê da Heşîrên Ereban wezîfeya dewletî dimeşandin..)wê dewleta Ereb jî dida pişta Ereban lihemberi Êzîdîyan û li alê din(bi awayekî din)axayên Kurd yên musilman didana pişta Ereban, lihemberi Êzîdîyan.

Ha yek ji wan caran jî li dora wan salên kû me li  jor lêkirîn,komeka Êzîdîyan xwe kar kirin kû ew herin pezê Ereban talan bikin.Dibê kerîyek ji pezê Ereban(weka 1600 pezî)xwe berdaya dora gundê Kinik´ê(li çola -kerxana binya Kinik´ê belav bûwîya)Kinik jî weka  5 km dikeva Başûrê gundê Mûşawûl´ê.Dibê koma Êzîdîyan ji gundê Mûşawûl û gundên dina derdorên wê(êzîdî) xwe berdana deşta Kerxanê û wan li pezê Ereban da(1600 pez) ji Ereban standin û wan ew birina gundê Mûşawûl´ê,û berpirsyarê belavkirina wi pezî jibo wan kesên kû ew tevi komê bûwîn jî Ebûzêd´ê-Miradê ya.

Dibê Ebûzêd serê mêrekî kû ew tevli komê bûwû bû para wî dayê û divê kû Ebûzêd hesabê bertîla wan axayên musilman li derdorên xwe jî bikê…Liser wêyekê, dibê Ebûzêd serê axa´yekî ji wan û 50 pez dayê û yek ji wan axayan  jî Çelebî´yê-Nislo bû.Dibê hinek ji pezê kû Ebûzêd dayi Çelebî ney gelekîy rind bû,dibê liser wêyekê Çelebî liber xwe û axatîya xwe kevt ango çima pezê kû Ebûzêd dayi wan axayên din ji yê Çelebî rindtir bû,lewma dibê Çelebî ji gundê Mizîzex´ê(weka 50 km li Bakurê Mûşawûlê)li hespa xw sîyar bû û wî çend peyayan jî  dane dor xwe û wî berê xwe da gundê Ebûzêd jibo kû ew bibêjê Ebûzêd bêka wî çima pezê nerind daya wî û belê jibo axayên din teve pezê rindtir…

Dibê wexta kû Çelebî geha nêzîkî gundê Ebûzêd,dibê hinekan Ebûzêd liser hatina Çelebî agahdar kirin,lewma dibê Ebûzêd jî bilez xwe hilda pêşîya Çelebî. Dibê wexta kû Ebûzêd gehîjta nêzîkî Çelebî,dibê Ebûzêd ji wîra pirr marîfet dîyar kir, ango Ebûzêd bejna xwe ji Çelebî´re nizim kir û wî got,“tû gelekî bixêr hati axayê min…“Dibê wexta kû Ebûzêd bejna xwe liber Çelebî nizim kir,dibê Çelebî bi kerb got,“na,na ez hêvî dikim…ez xulamê tema,ez xûlamê Xezmê ma .“(Xezmê-jina Ebûzêd)û Çelebî axavtina xwe dom kir û got,“kuro çawa tû jibo qasê axayan pezê rind bi rê dikê û jibo min pezê ji qerem kevt(hejar) û dibê Çelebî pêra got,“heger min ev ji tera hişt bere desmala Xezmê bi serê min ya dakirî bê…“

Dibê wexta kû Çelebî wûlo got,êdî Ebûzêd xwe ji rewşeka êzîdîtî û xûlamtîyê lihemberi Çelebî derxist û wî xwe xista liveka wûlo kû ew kesîtîya xwe ji ya Çelebî rindtir bibînê…û wî gote Çelebî“tû ji sed bavê xwey bêyminetî,tiştê kû ji te werê bi min bika.“ Dibê liser wêyekê,Çelebî ji wûr berê xwe da ba mala birazîyê xwey Haco´yê-Haci-Hesen´ê li gundê Badibê,gundê Badib´ê jî weka 15 km dikeva Rojaveyê gundê Mûşawûl´ê û Badib dikeva tûjaya serê Çîya´yê Bagok´ê.

Mala Haco jî li wûra û beri hingî nebi tûyî Haco keça Serhên(bırazîya Çelebî)revandîya ew hê lihevdu nehatina,ew hê silavê jî  li hev du nakin.Dibê Çelebî ji wûr berê xwe da ba mala Haco li  gundê Badib´ê,dibê wexta kû Çelebî geha nêzîkî gund,hinekan ji gundîyan Çelebî dîtin wan di cîda Haco liser hatina Çelebî agahdar kirin û gundîyan halo gotine Haco,“kuro waya mamê tey Çelebî wî hate male te û te keça wan revandiya,divê kû tû herê pêşîya wî.“Liser wêyekê dibê (ligor xatirê urfa hingî)dibê Haco xwe serqot û piştevale kir û ew ber bi Çelebî va meşîya,dibê Haco geha ba Çelebî û wî bejna xwe ji mamê xwera nizim kir û got,“mamo,tû ji wê deverê û heta bi vê deverê liser serê min hati,kerem bika em herina ba me.“Dibê Çelebî li wê deverê gote Haco,“birazî tû dizanê kû ligor urfa me(beri kû em te liser revandina keça xwe li te bibûrin)ez hatima minî  xwe avêtîya te,divê kû tû daxwazeka min werêna bi cî,naxwa ez peya nabim û ez ava te û nanê te naxom…“Dibê Haco gote Çelebî,mamo bes tû fermanê bide,çi fermana(emrê)kû tû bidê min ezê wê werênima bi cî.“Haco jî kesek ji mala Osmên´a û ew bixwe jî axa´ya.

Dibê Çelebî liwûr gote Haco,“divê kû tû Ebûzêd´ê-Miradê ji minra bi kujê.“Dibê liwû Haco fermana Çelebî qebûl kir û êdî Çelebî berê xwe da malê û êdî kirina kujtina Ebûzêd bi hêvîya Haco va hişt.Êdî Haco liser wê daxwaza mamê xwe,fermana Ebûzêd rakir û wî kom bire ser Ebûzêd.Haco koma xwe xista rê,her gundekî kû Haco di wîra derbas bû(gundên êzîdîyana)dibê Haco kotekî li zelamên wan gundan kir jibo kû ew jî tevli komê bibin, herin ser fermana Ebûzêd´ê-Mirad´ê.Dibê beri kû koma Haci bigehîja gundê Mûşawûl´ê,Ebûzêd jî ew bihîzt û lewma wî gundîyên xwe ji gund rakiri bû,bi tenhê ew û pismamekî xwe li gund mabûn(li benda koma Haco ?)Dibê beri kû koma Haco bigehîjê gundê Mûşawûlê(weka 1 km li dûr)dibê Haco û kurê xwey Hesen di pêşiya komê dena û dibê derbekê Haco bi dûrebînê li gundê Mûşawûlê nêrî,dibê Haco gote kurê xwey Hesen“ha wêhaya,kirasekî sipî wî li Ebûzêd ´a û ewî li binya mala ya.“

Dibê Hesen´ê-Haco jî segmanekî gelekîy jîrek bû û dibê tivinga wî jî pirre bi hekim bû,dibê li wê deverê Hesen liber Ebûzêd rûnşt û wî berê tivingê da Ebûzêd û wî tiving liser Ebûzêd dani û wî Ebûzêd liwûr kujt.Û êdî mala xêezûrê Haco(Serhan-birayê Çelebî) Haco liser revandina keça xwe ya bi navê Peyrûza hefu kir(bi wîra lihev hat).

Jidevgirtin-liser devê Bahniminîyan

Silo Sağam 18.12.2008

 

Mihodîn – Ji Eşîra Bahniminiyan

Mezinê Haşîra Bahniminîyan li dora salên 1892 yan bi navê Şihêb bû û birayekî wî hebû bi navê Muhodîn bû, dibêjin kû Muhodîn gelekîy zane û mêrxas bû… Mala Şihêb li gundê Bahnimin´ê bû (weka 20/25 km li Rojhelat/Başûrê bajarê Midyat´ê li bakurê Kurdistan ) bû û mala Muhodîn li zivingekê li nêzîkî wî gundi, li zivinga Êlînê bû. Dibê derbekê Sultan´ê Stembol´ê ferman da xulamokê xwey Bedir-Xan Begê Bohtî jibo kû ew fermana Êzîdîyan rakê (yan Bedir wê Êzîdîyên li Harêma wî kû ew dibin fermandarîya Bedir-Xan dena) bi darê kotê têxa Musilman û yan jî Bedir wê welatê kû ew dibin fermandarîya Osmanli deya ji Êzîdîyan (bi komkujîyan xali bikê).

Liser wê fermana Sultan´ê Stembol´ê dibê Bedir koma xwey ji Musilmaniyê ji qunaxa xwe ya Cizîr´ê rakir û ew çû ser gundên êzîdîyan, û wî dest bi nêçîra Êzîdîyan kir heta kû ew gehîjta gundê Bahniminê.

Dibê Bedir gehîjta gundê Bahnimin´ê û wî konê xwe li dora gund vegirtê û wî qasidek liser wê daxwaza kû ew bi wê çûyî Bahnimin´ê jibo mezinê Bahniminîyan, jibo Şihêb bi rê kir û yê qasid daxwaza Bedir-Xan Begê Bohti jibo Şihêd diyar kir û wî mohletek da mezinê Bahniminîyan jibo biryarê ( yan qirkirin û yan ji kokê musilmanbûn).

Liser wêyekê dibê mezinê Bahniminîyan qasidek jibo birayê xwey Muhodîn ra bi rê kir û wî hatina Bedir jibo birayê xwe da fêhmkirinê… dibê liser daxwaza birayê xwe Muhodîn ji Zivinga Êlîn´ê bider kevt û wî berê xwe da gundê Bahnimin´ê. Pişti kû Muhodîn gehîjta gundê Bahnimin´ê ba birayê xwe û pişti kû wan reya xwe jihevra gotin, êdî li dora nîvê şevê Muhodîn xwe gehanda ba konê Bedir-Xan Begê Bohti û ew li dora kon ma heta kû nobedarên kû ew nobetê li canê Bedir dikin razan, êdî derbekê Muhodîn xwe gehanda binê konê (çadir) Bedir kû waya Bedir wî razaya, liwûr Muhodîn xencera xwey kû ew ji darêKerikê bû di balivê Bedir da çikand li şûna wê xencera Bedir hilgirt û xista ber xwe û wî kîsik û qelûnên xwe jî bi yên Bedir-Xan Beg guherdin û êdî Muhodîn ji binê kon bider kevt. Mahneya wê tevgera Muhodîn jî jibo Bedir ew bû, kû wî dikari Bedir bikujê belê wî ferzendek daya Bedir kû Bedir bi domîn doza musilmanîyê li Êzîdîyên Bahnimin´ê bikê, hey Muho wê di navekêra derbê li kujitina Bedir bibînê…

Serê sibehê Bedir ji xew rabû û wî dît bê ew di çi rewşê deya, liser wêyekê dibê Bedir-xan bangi nobedaran kir bêka ew razana yan na, dibê nobedaran ji wîra sund dan kû ew nerezabin, dawî Bedir gote gundîyan bêka kî hatiya ser cîyê wî, bera ew kes werê ba Bedir bextê bavê Bedir ji wîra kû Bedir wî kesi nekujê.

Dawî, Muhodîn çû dîwana Bedir û Bedir liwûr gote Muhodîn „wekî tû mêrxasekî wehayi ezê jiser gundê we rabim û pişti kû ez gehîjtima malê divê kû tû û birayê xwe werina Cizî ê jibo kû ez li we perûyekê bikim.“ Liser wê daxwaza Bedir-xan Begê Bohti rojekê Mezinê Bahniminîya Şihab û birayê xwey Muhodîn ji Bahnimin´ê kevtine rê da û wan bi pîyan ( weka dûraya 40/45 km ) berê xwe dana Cizîra Bohtan. Ewi bi rê da dimeşin wan derbekê bala xwe danê kû waya jinek wî bi bezeka hêl (liser rêya bi alê wan da) ditê, wexta jinik gehîjta ba herdu birayan hema jinikê xwe avêjta pişt Muhodîn û wê got ez di bextê weda, mêrê wê jinê bipey wê dikevê û kû ew bigehîja wê, wê wê bikujê. Jinik wûlo kula xwe ji herdu birayan re dibêjê û di wê navê da mêrê jinikê gehîjta ba wan û wî xwest kû ew şûr biavêjê jina xwe, hema Muhodîn şûrê xwe jiber xwe kêşand û wî avêta mêrê jinikê, dibê Muhodîn çengê mêrê jinikê jêkir û êdî mêrê jinikê çengê xwey jêkirî bidest xwe girt û wî ber bi dîwana Mîrê Bohtan da baz da, zelamê jinikê beri herdu birayan gehîjta dîwana Mîr û wî got kû yekî êzîdî milê wî jêkirîya.

Bi wê ifadeya mêrê jinêkê ra, her sêkê din jî kevtina odexana Mîr û Muhodîn rastiya bûyarê ji Mîr ra got. Êdî liwûr, Bedir-xan Begê Bohti Muhodîn liser jêkirina milê yê musilman jî hefu kir û wî perûyek li wî û birayê wî kir û êdî Muhodîn û birayê xwe dîse vegerîyane mala xwe û êdî bidomîn, serbilindaya wan û Êzîdîyatîya wan jî ji wanre ma.

Liser devên merovên Muhodîn

Silo Sağlam, Elmanya 29.12.2008

Mêrxasiya Mehmudkê Hiso – ji eşîra Çomerkan Sahlîkan

Mahmudkê-Hîso mêrxasekî êzîdî ji Heşîra Çomerkan/Sahlîkan ji gundê Taqa bû,gundê Taqa jî weka 7 km dikeva Rojhelatê bajarê Midyat´ê.Mahmudkê-Hîso jî yek ji wan merovan bû(weka her merovê êzîdî)wî didît bê çawa axayên musilman li wan Harêman êzîdî bi koman di kujtin û wî qasên wan bûyaran di serê xweda dida qeydkirinê…Heta kû Mahmudkê mezin bû,bi wê mezinahîya xwere Mêhmûd çavek ji yên xwe wenda kir,ew ma bi çavekî.(liser wêyekê-hinekan digot,“Mahmudkê-Hîso û hinekan digot Mahmudkê-Kor)

Mahmudkê Bi mezinbûna xwera ew dît bê  çawa mala Serhan´ê-Nislo birrek ji pismamên wî li nêveka Midyat´ê û gundê Taqa(weka sewêl)kirina kermaxan=kujtin.Liwûr neh(9) mêrên ji malbata Mêhmud kujtin û devera kû ew her neh mêr lê hatîn kujtinê(ji pismamên Mênmud) bi navê devera “Şikêra-Memedorê“.ditêyî bi nav dikinê.

 

Weka her merovên ji Heşîrên din,wexta kû merovên wan bi dehan û bîstan ji alê Musilmanîyê va dihatina kujtinê,kîna wê kujtinê bi mezinahîya xwera,bi xwera di hiltanîn,ha Mahmudkê-Hîso jî yek ji wan kîndaran bû,wexta kû pismamên wî bi komkujîyê qir dikirin.Mahmudkê jî kîna heyfa kujtina wan merovên xwe bi xwera hilani heta kû dem gehîjta wê deverê kû mala Hacoyê-Haco biryara kujtina Saroxan´ê-Serhên dan û êdî bi wê biryarê ra mala Haco ferman da girgirekên êzîdîyan jibo kû êzîdî Saroxên bi kujin,wî jiber mala Haco bikin…Bi wêyekê ra,wexta kû Saroxan û hinek ji êzîdîyan lihev civîyan û wexta kû Mahmudkê tiving liser Saroxên dani,dibê Mahmudkê gotineka halo got,“ha bera ev jî heyfa Þikêra-Mamadorê bê“.

Pişti kû Saroxan hate kujtinê,êdî mala Serhên ferman dane Êzîdîyên hevalbendên xw jibo kû ew,heyfa Saroxên hilînin…Liser wêyekê,mala Serhên koma Êzîdîyan ji Çol û Torê rakirin û wan karê xwe kir kû ew derba xwe bibînin da ew herina ser Êzîdîyên hevalbendên mala Haco li gundê Tilxatûnkê;gundê Tilxatûnkê jî weka 5 km dikeva Rojhelat/Bakurê bajarokê Tirba-Sipî,Tirba-Sipî jî qûn-axa mala Haco´yê Haco ya.

Di wê demê da mala Mahmudkê-Hîso jî li gundê Tilxatûnkê ya û mala Mahmudkê di xanî´yekî Holî(xanîyê duqet liser hev)deya.

Dibê liwûr,derbekê koma mala Serhên ya ji Êzîdî û Musilmanan bi kar hati,êrîş birine ser gundîyên Tilxatûnkê. Dibê liwûr koma mala Serhên Êzîdîyên di wî gundî da di xanîyên wan de hêsir kirin û yek ji wan jî Mahmudkê bû.Komê Mahmudkê di Holîya wî da asê kirin û di hundirê Holîyê da dibê dibû birra,birra Mahmudkê û wî methê xwe dida, û bi komê ra şer dikê,heta kû êzîdîyên di nav wê komê da kesek bi rê kirina gundê Girdêm jibo kû ew kes bazên werênê jibo kû ew êzîdîyên di nav koma mala Serhên debûn,wî bazênî(Benzîn) bi Holîya Mahmudkê dakin da ew êdî êgir berdina Holîya Mahmudkê jibo kû ew êzîdîyan Mahmudkê tevi malbata wî di Holîyê da bi şewûtînin.Ha yek ji wan êzîdîyên kû kesek bi rê kirina êgir jibo ku ew,Mahmudkê bi şewûtînin Hiseyn´ê-Hesenîk  bû kû Serhên xweha wîya êzîdî bi kotek ji mala wî biderxisti bû jibo kû ew,wê li xwe mahr bikê…

Êdî liwûr, êdî êzîdî jiser Mahmudkê ranebûn heta kû wan Mahmudkê û malbata wî di Holîyê da şewûtandin.

Bûyar li dora salên 1925/1930 han hatiya bi karê

Liser devê pirran ji êzîdîyan

Silo Sağlam Elmanya 02,12,2008

 

Mêrxasiya Mîrza yê Mîrzayê Hecî – Ji eşîra şifqetan

Mîrza´yê-Mîrza´yê-Hacî merovekî êzîdî bû ji Heşîra Şifqetan û mala  Mîrza li binya xetê bû(li gundekî li dora Tirba-Sipî).nasîna jîyana Mîraz´yê-Mîrza´yê-Hacî (ne Mîrzayê-Hecî)  li wan der û doran li dora salên 1955 dest bi wê kir;ango Mîrza di wan salan da dest bi rêzaniya karwanên qaçaxçîyan kir,û bi wê tevgerê Mîrza dest bi wê kir  kû ew,wî sînorê kû dewleta Türk bi darê kotekê liser sênga Kurdistan kêþandi qebûl nekê û bi wê,Mîrza bû kelemekî pirr sitem liber enîya dewleta Türk…

Bi wê tevgerê(weka kû ew liser zimanan hatiya gotinê,)ji kêmasî ji heyvê carekê,şerek liser wî sînorê bi kotek hati  kêşandinê  li nêveka lêşkerên türkan da û Mîrza û hevalên wî da,liser sînor bipêk dihat,şerekî wûlo dihate bipêkaninê,weka kû di nêveka lêşkerên du dewletan da werê bipêkaninê…

Liser wêyekê,

Mîrza hêdî hêdi bû weka kelemekî liber çavên lêþkerîya Türk…Heta kû sal hate sala 1959,wexta kû qasê lêşkerîya Türk ya liser sînor li Mîrza û hinek hevalên wî bûna kom û wan bi Mîrza nikarî bû,û biser da heta bi Helikoptêrên dewleta Türk jî hatina bi hana lêşkerîya Türk  va û wan dîse bi Mîrza nikarî bûn,heta kû Mîrza liwûr serbazekî Türk bi nîşana yek steyrikê kujt û êdî ji wê rojê û bi paş da dewleta Türk bi resmîtîya xwe li kujtina Mîrza´yê-Mîrza´yê-Hacî  gerîya.

Belê beri kû em liser sedama kujtina Mîrza ji alê dewleta Türk va bisekinin ez dixwazim liser hinek mêrxasîya din ya Mîrza bisekinim,Kiryar û dengê Mîrza´yê-Mîrza´yê-Hacî  ji Tirba-Sipî û heta bi Çîya yê Mava(ji Tirba-Sipî û heta bi bajarê Batman´ê)belav bû,dêyan dergûşên ser beran (zaroyên xwe) bi navhildana navê Mîrza´di razan din…Hinek ji wan mêrxasîyan jî,çend derban axayên musilman jinênên hinekan ji êzîdî û felehan bi kotek ji wan standin û li xwe mahr kirin,û Mîrza doza wan bêynamûsîyan ji wan axayan hilditani;yek ji wan bûyaran jî li gundê Hereban´ê hati bû bi karê…

Dê em vegerina ser kujtina Mîrza, li dora salên 1960 an,derbekê Mîrza kesekî dini êzîdî bi xwera bir(jibo paşmêrîyê) û wan berê xwe dana devera mava,û belê li alê din,dewleta Türk jî bi her hêza xwe va li dûv Mîrza û kujtina wî digerê.

Liwûr,Mîrza û paşmêrê xwe bi navê Silo´yê Basto kû ew jîy êzîdî bû,xwe di şikeftek”ê da li çîya yê mava(mavan?) veşardin ,ew bi roj xwe diveşêrin û bi şev ew diçina kirinên xwe…)xwarina wan jî ji gundekî jî yên wan derdoran kû kirîvekî Mîrza yî musilman,yê xwînê li wira,ditêyî bi karaninê;heta kû dewleta Türk xwe gehanada wî kirîvê Mîrza û pera´yekî pirr mezin da kirîvê Mîrza jibo kujtina Mîrza ji alê kîrîvê wîy xwînêy musilman va.

Kirîvê Mirza jî bi mêhneya xwarinbirina jibo Mîrza,hinek zelamên din jî bi xwera birina şikeftê ba Mîrza û wexta kû ew gehana ba Mîrza,Mîrza jî jibo bisilavkirina kirîvê xwe,berbi kirîvê xwe va çû,dibê wexta kû Mîrza geha ba kirîvê xwe û havalên wî,dibê hema kirîvê Mîrza û havalên xwe teva xwe zer kirina Mîrza jibo kû ew,Mîza bigrin û wî girê bidin û wî bi kujin;dibê wexta kû kirîvê Mîrza xayîntî li Mîrza kir,dibê Mîrza deng li havalê xwey Silo kir jibo kû Silo tivingê liser Mîrza û liser yên musilman teva teynê(teva bidê ser hev)dibê liwûr,havalê Mîrza dest hilanani û musilmanan liwûr Mîrza girtin û girê dan û havalê wi jî girtin,dawî musilmanan Mîrza liwûr kujtin û wan havalê wî Silo berdan.

(ligor agahdariya dawî-dibê wexta kû Mîrza li wê rêzaniya xwe,di nav rezekîra derbas bibûya û wî weşîyek tirî ji mêwekê bixwara,hingî,Mîrza wê heqê wî tirî tiştek bi wê mêwê va dalaqanda-23.12.2008)

Ev bûyar  li nav êzîdîyên çêlkan pirra nasa

Silo Sağlam Elmanya 04.12.2008

 

Mêrxasiya Hiseynê Hesenîk ji Eşîra Kelikan

Hiseyn´ê-Hesenîk mêrxasekî êzîdî bû ji Heşîra Kelikan(Kîwexî))gundê Kîwex´ê jî weka 25 km dikeva Rojhelat/Başûrê bajarê Midyat´ê.Destpêka mêrxasîya Hiseyn´ê-Hesenîk halo hatiya bi karê-weka kû ew hatiya ser zimanan:Hemrê Hiseyn li dora 14/15 salan bû bavê wî mirîya û pişti kû bavê Hiseyn mir nebi tuyi duvre,dibê hinekan ji merovên Hiseyn axa´yê wê Harêmê(Serhan´ê-Nislo) agahdar kirin ango xweheka Hiseyn yeka (bi navê-Şîro)pirra bedew heya(belê xweha Hiseyn ya êzîdîya û axa yî musilmana-ango zewaca wan ji hevra nabê-û bi teybet ligor nêrîna ola êzîdî…) û weka kû ew liser dîroka mêjî  hatiya nivîsandinê,dibê axatîya Serhên axatî´yeka herî bi kotek(zilmdar)bûya;û biser de jî Hiseyn zarokek bû lihember daxwaza zalimîya wûlo…

 

Liser wêyekê dibê rojekê Serhên qasidek bi rê kire pey Hiseyn,divî bû  kû Hiseyn herê dîwana Serhên li qesra Bahnimin´ê.(gundê Bahnimnin´ê jî weka 4/5 km dikeva Rojave/Başûrê gundê Kîwex´ê).Wexta kû Hiseyn geha ba mala Serhên,Serhên gote Hiseyn,“min bihîztîya kû xweheka(xwîşk)teya bedew heya,divê kû tû wê ji minre bixemilînê û têxê bûk.“

Dibê Hiseyn tevi zarokatîya hemrê xwe gote Serhên,“mamo,ema êzîdîna û tûyi musilmani,zewaca me ji hevra nabê…“Dibê Serhên liwûr gote Hiseyn,“ez nizanim,divê kû tû xweha xwe ji minra bikê bûk…“Dibê Hiseyn ji dîwana Serhên rabû,belê ola wîya êzîdî destûrê nade wî kû ew xweha xwe bide kesekî musilman,wele çiqasî kotekî jî liser wî werê kirinê.

Dibê pişti kû hinek di wê navêra derbas bû û Hiseyn daxwaza Serhên bi cî neani(xweha xwe ji wîra nekira bûk)liser wêyekê dibê Serhên rojekê çend xûlamên xwe bi rê kirina gundê Kîwex´ê ba mala Hiseyn û wan xûlaman xweha Hiseyn bi kotek ji mala bavê wê(ji mala birê wêy hiseyn)bi derxistin û wan ew birina ji Serhên ra li Qesra Bahnimin´ê.

Dibê pişti kû Serhên xweha Hiseyn bi kotek ji mala wî biderxist,dibê Hiseyn jî bi xwe şêwûrî bêka ewê çawa bikaribê xweha xwe ji nav destên Serhan-Axa bider bixê.Dibê çend caran Hiseyn xwe li revandina xweha xwe ji mala Serhên qewûmand,belê bi destê wîve nehat.Dibê liwûr,çend caran Serhên xwe li mahrkirina xweha Hiseyn qewûmand belê her carekî kû Serhên xwe li mahrkirina xweha Hiseyn diqewûmand,dibê keçikê carinan rêx di laşê xwe vedida û carinan jî gû…heta kû derbekê xweha Hiseyn(Şîro)rêya bazdana xwe dît û wê baz da ew geha birayê xwe û birayê wê Hiseyn ew bir teslîmî hinekan ji mezinên Êzîdîyan li Çîya yê-Şengal´ê kir û got,“hal û meseleyên xweha min evin,vaya xweha min sipari xwedê û we,hêvîya min ji we,hûn xweha min bidina kesekî êzîdî û wê bêy dilê wê nedin,êdî hûn wê bidina kê bidin;“û êdî Hiseyn ji wûr vegerîya Kîwex´ê.Dibê pişti kû xweha Hiseyn baz da,êdî Serhan li Hiseyn gerîya,pişti kû Hiseyn vegerîya Kîwex´ê dibê Serhên di cîda qasidek bi rê kire pey Hiseyn divî bû kû ew nesekinê herê dîwana Serhên.Dibê Hiseyn di serê wê da hinek ji merovên xwe bi rê kirina ba Serhên da Serhan bela xwe ji wî vekê,dibê piþti kû merovên Hiseyn çûna ricûya Hiseyn,dibê Serhên liwûr gote wan merovên Hiseyn,“bera Hiseyn ji mira bibêjê bêka wî xweha xwe bi kûda birîya,êdî bi soz ez bi wî tiştekî nakim.“

Dibê liser wêyekê,Hiseyn rasti ji Serhên ra got kû wî xweha xwe birîya nav Êzîdîyên Şengal´ê.Liser wêyekê dibê Serhên got,“wele destê min nagihê wê deverê…“Dibê bi wan kirêtîyên kirinên Serhên û hinekan ji merovên Hiseyn,êdî kîneka mezin kevta serê Hiseyn lihember her kesî(jiber kû bi wî hemrê zarokatîya Hiseyn mezinên wî ew xispî wê kînê kirin…)

Dibê bi wê kînê ra û pişti kû hinek dem derbas bû,dibê Hiseyn´ê-Hesenîk jineka bi mêr ji yên merovên xwe revand û êdî Serhan li mala xwe rûnişt û êdî êzîdîyan xwe bi xwe li hilanîna tola Serhên (ji hev û du) gerîyan.

Bi wêra,dibê hinekan ji merovên Hiseyn ji binya xetê çûna serxetê jibo  kû ew,Hiseyn bikujin.Ew bi hewa kevtina çîya yê dora Kîwex´ê,wan birazîyê Hiseyn liber pêz dîtin û wan birazîyê Hiseyn liber pêz kujtin û êdî qatilan xwe dîse ber bi binxetê va berdan û wan jixwera gotin kû Hiseyn wê li dûv wan bigerê…heta kû Hiseyn li gund bi kujtina birazîyê xwe hesîya û ew li dûv qatilan bider kevt,ew li dora Şûşanîya jêrîn(ziving)(liba Keliha Hatim-el-Teyib^=Keliha-Hêtimî-Teyib) geha qatilan,dibê liwûr qatilan havalek ji yên Hiseyn yî din jî kujtin û Hiseyn bi rex qatilan kevt,heta kû teva gehana çolê ba girê Sêrwan´ê,liba gundê Kemîna,(weka 30 km li Başûrê gundê Kîwex´ê-nêzîkî xeta sînorê Türkiye û Sûrîye).Dibê liwûr Hiseyn yek ji qatilan birîndar kir û pişti kû Hiseyn ew birîndar kir,dibê êdî Hiseyn xencera xwe jiber xwe kêşand û wî bangi yê birîndar kir û dibê Hiseyn weha gote yê birîndar,“ez bavê Sixeyra ma,wele ezê te bi saxîtî bi vê xencerê bi gurom.“û havalên yê birîndar baz dan bi binya xetê da. Dibê wexta kû Hiseyn xencera xwe kêþand û wî êşîr bire ser yê birîndar,dibê yê birîndar jî serê tivinga xwe xista nêveka tîlîyên lingên xwe û ew ma heta kû Hiseyn geha nêzîkî wî,dibê êdî yê birîndar lingê tivinga xwe (bi tilîya lingê xwe) kêşand û wî liwûr Hiseyn bi xemê birîndar kir û 3 rojan duv ra Hiseyn mir.

 

(ligor agahdarîya dawî,dibê ne Hiseyn xweha xwe ji destê Serhên rizgar kir,belê dibê kesekî Kîwexî wê şeva bazdanê  nobedarê mala Serhên bû,dibê yê Kîwexî alikarî bi bazdana keçikê ra kir, keçikê bi şev,tazî ji nav nivîna Serhên baz da( dibê dawa Serhên qet li keçikê ranedibû) û wê berê xwe da çîya´yê nêveka Heşîra-Dasikan û Kelika.Dibê keçik li çîyê geha karwanê Dasikan yê daran(êzing)û dibê pişti kû keçikê kula xwe ji Dasikan ra got,dibê êdî Dasikan keçik derbasi Çîya´yê-Şengal´ê kirin,û êdî ew nobedarê ber mala Serhên li dûv keçikê çû Şengal´ê û wî liwûr Şîro li xwe mahr kir.23.12.2008)

Ev biserdehati li nav qasê êzîdîyan pirre bi denga.

Silo Sağlam Elmanya 07.12.2008

 

Mêrsaxiya Şeroyê Newûla ji Eşîra Seydokan

Weka kû ew  liser devê dîroka Êzîdîyan hatiya gotinê,weka her Şevgerekî din yê êzîdî,dayîkên bi dergûş bi şev zarokên xwe bi tirsa hildana navê Şero´yê-Newûla jî di razandin.Dibê Şero´yê-Newûla mêrxasekî wûlo bû,wexta kû mesele bi hate ser rewşeka kesîtî,hingî,canê Şero li ba wî bi xwe bi bûhabûna filsekî neditani,hingî ew hewqasî lihemberi nehaqîyê bû…(bûyar li dora salên 1930 hatiya bi karê)

 

Liser wêyekê dibê Şero tirseka mezin li derdorên xwe belav kir û bêhtir li derdorênserbazîya dewleta Türk û li derdorên axayên Kurdên musilman…Lewma dibê derbekê Serbazîya lêşkerîya Türk li gundê Til-Hesenê(gundê Til-Hesenê weka 20 km li Rojhelatê Nisêbîn´ê) û Musilmanîyê ya xwe kirina yek jibo kû ew Şero bi kujin.

Mala Şero jî li Zivingên gundê Gelîyê-Sora´ya,Gelîyê-Sora jî weka 5 km dikeva Bakur/Rojhelatê gundê Til-Hesenê.Dibê derbekê Serbazê qereqola gundê Til-Hesenê qasidek bi rê kira pey Şero jibo kû ew herê qereqolê ba yê serbaz,nêhta yê serbaz jî ew bû kû  ew Şero di qereqolê da(bi alikarîya musilmaniya gund) bi kujin. Dibê Şero gote hinekan ji merovên xwe ango waya yê serbaz ew xwestîya û bi îhtimaleka mezin jibo kû ew Şero di qereqolê da bi kuijn,liser wêyekê dibê 2 merovan ji yên wî xwe bi Şero ra kar kirin(jibo piştqewînîyê)yek ji wan merovan birayê Şero,Şehabê-Newûla bû bêka yê serbaz ji Şero çi dixwazê…

 

Dibê  her sêyan kevtina rê da,qûnaxa Şero jî weka 8 km dikeva Bakurê gundê Til-Hesenê,li Zivinga Sêwlîtkê,dibê Şero jî xencera xwe dibin kirês da,liser tazîyê xwe hilanîya û wan berê xwe dane gundê Til-Hesenê.Dibê beri kû Şero bi gehîja gund,serbaz û  melayê gund jî şewra xwe kirina,wan kesekî lêşker bi hewa xistina serê xani(li raseri devê derîyê qereqolê) û yê serbaz biryara xwe daya jibo kû êdî Şero hew bi saxîtî ji wê qereqolê bider bikevê.

Kathijmêr jî şev´a û demsal jî dawîya havînê ya.Dibê Şero birayê xwe û hevalê xwey din li dervey gund danin,wî gote herdu hevalên xwe heger lêşkeran kotekî li wî kirin,hingî,divê kû herdu hevalên wî bi alikarîya wîva herin. Dibê Şero geha qereqolê,hema di cîda lêşker li wî hatina hev jibo kû ew wî sa bikin bêka çek bi wîra heya yan na,dibê wexta wan xwestin kû ew Şero sa bikin,dibê Şero ew qebûl nekir û liser wêyekê dibê yê serbaz nêhta dilê xwe bêhtir dîyari Şero kir,lewma dibê (hinek dibêjin kû Şero xencera xwe kêşand û beliha lêşker û hinek dibêjin kû çeka yê serbaz ya sipardi bû li maseya wî,Şero rahijta çeka yê serbaz û ew beliha lêşker,dibê yê serbaz ji tirsan xwe avêta bin maseya xwe û dibê Şero hinek ji lêşker birîndar kirin heta kû wî ferzenda bazdana devê derîyê qereqolê dît û wî bi devê qereqôlê da baz da,)ibê ew neferê kû ew beri hingî bi hewa kefti bû serê xênî,wî xencera lêşkerî(qezetora) li devê tivingê xistîya û ewî li raserî dêrî yî dirêjkirîa heta kû Şero bider keva devê deri,êd^ ê lêşker ji banî va qezetore biser pişta Ş ero da berda,dıbêdibê wexta kû Şero bi devê deri va baz da û ew bi devê derî va bider kevt,dibê hema yê lêşker qezetorebiser pişta Şero da ber da û rast li reyaqolıncê,lıpışta Şero da,û Şero ji qereqolê bider kevt û wî baz da ,ber bi cîyê hevalên xwe va.

Dibê wexta Şero gehîjta civîna birayê xwe û hevalê wî,Şero nêrî kû waya birayê wî Şehab û hevalê

dîtin: 260

Pêveker:

dîrokekî veşartî serpêhatiyên Êzîdiyan