• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Divê başûrî li Stenbolê li hemberî fêlbazan hişyar bin!

Divê başûrî li Stenbolê li hemberî fêlbazan hişyar bin!


barkirin: Êlûn 1, 2017, 3:09


Hejmareke zêde ya geştiyarên ji Başûrê Kurdistanê, ji bo gerê bajarê Stenbolê hildibijêrin. Lê gelek caran jî rastê xapandin, fêl û diziyê dibin.

Li bajarê Stenbolê, ku li hemû cîhanê nav daye, 15 milyon şêniyên xwecîhî û 5 milyon ên demkî, bi giştî 20 milyon mirovan dihewîne. Wekî her bajarekî din, li Stenbolê jî rûdawên dizî û fêlkirinê hene. Welatiyên Başurê Kurdistanê dema tên vî bajarî her çende bi cîhên kulturî û xwezayî û dîrokî kêfa xwe tînin cîh jî, lê gelek caran rastî fêlên restorant û teksî û bûyerên dizîyên jî tên.

Xwediyê kompanyaya geştiyariyê Vesim kir di vê der barê de ji Rûdawê re got: “Mêvanên me yên Başûrê Kurdistanê berî werin Stenbolê, divê otêlan û kompanyayên geştiyaran baş lêkolîn bikin da rastî bûhayên zêde nebin. A duyem, bi taybet xort, dema bi şevê li kolanan digerin divê agahdar bin. Ji ber ku kes hene, tên pêşiya wan dibêjin 'restoranta me yan bara me heye û xweş e û erzan e û wan dixapînin. Dema dikevin hundir êdî nikarin jê derên û wextê radibin jî hezar-hezar û pênçsed dolar hesap ji wan re tê."

Hemwelatî gellek caran ji dizîyê û fêlên teksiyan gilidar in. Hinek teksî hene rêya bi 20 TL'yî bi 100-150 TL'yan dibe. Lewma ger derfet hebe geşta bi metro û bas û tramvayan helbijardeyek çêtir e.

Di cîhên qelebalix divê mirov mandîbûna xwe diyar neke. Ji ber ku hin kes hene wan dikin armanc û di demek ku ew kesên bê taqat tenê zev dikin pere û tiştên wanên bi qîmet didizin.

Rêveberê Kompanyaya el-Nahreyn bo heştiyariyê Wahab Esaf jî diyar kir: “Mêvanên tên ku li Stenbolê gihiştin otelê, divê yekem car pasaportên xwe pereyên xwe yên zêde bixin qaseya odê û bi dilrehetî derkevin gera xwe bikin. 200-300 TL'yî li ba xwe bigirin bes e û zêde ye jî."

Li Stenbolê divê li xwaringeh û restoranan jî mêvan agahdar bin. Ji ber ku li vî bajarî xwarina kesekî ji 20 lîreyan dest pê dike û li gorî luksbûna xwe heta 100 lîreyan jî berz dibe. Lê ew ên dixwazin fêlan bikin dawaya 500-600 TL'yî ji mêvanan dikin.

Stenbol, ji bo hemwelatiyên Başûrê Kurdistan bajarê yekem e, ku dixwazin serdanê bikin. Îsal di van mehên borî de ji Kurdistan û Iraqê 317 hezar kes serdana vî bajarî kirine.

 

(Rûdaw-Stenbol)

dîtin: 65

Pêveker:

stenbol fêlbazên stenbolê hişyarî geştyarên başûr