• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 2)

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 2)


nivîskar: Govar Ehmed
barkirin: Adar 9, 2014, 12:31


Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 2)
Govar Ehmed
Miguel de Cervantes Saavedra di berdewama pirsa jina ya nava romana xwe de metelokeka din jî pêşberî me dike. Mînak, gelek cara ya helkeftiye ku keçeka ciwan ji ber her çi sedemekê dibe bila bibe xwe ji dava evîniyê dûr dêxe. Ez bawerim ku ew xanm jî çenda ciwan û berçav be, yan jî çendî daxwaz jê re hebin, dê ew qas jî bikeve ber reḧma nav zirandinê.
Buyerên hejmara 12, 13 û 14 yên bergê yekem ya romana DonKîşotê qehremanê manşê jî her bi temamî wesa ye. Di kurtahiya encama vî beşî de Marsêl keçika şivan ya herî ciwan û berdil û xuştiviya devera xwe û li merasîma binaxkirina Krîzustumê evîndarê yek aliyê xwe de, pêdagirî kir ku ew bi çi cura berpirsê mirina Krîzustumî nebû.

800px-Quijote_and_Sancho

Xatûn Marsêl bi aşkirayî got: ‘hûn hemû dizanin ku min pêdivî bi kesekê nîne û min dahatekê baş jî heye û ev şivaniya ku ez dikim jî, tenê ji bo bidestxistina jiyaneka xweşe û ji ber wê jî ez bi aşkira ji we re di bêjim, ez ji herkesekî ḧez dikim û dixwazim li gel her kesekî de jî bi dilekê xweş biaxivim. Lê belê ji ber ku dê zû benef ser bidestxistina daxazên xwe ku bidestxistina ciwaniya mine, ji ber wê ez naçarim ku xwe ji Krîzustum û we jî dur bixim. Vêca heger vî canê bimerg jî bi sedema vî helwesta min, dawî bi jiyana xwe anî, ne raste ku hûn min pê gunehbar bikin.
Piştî vê daxuyaniyê Marsêla ciwan bezî û çû. Ji bilî Don Kîşot û Sanço tevî amadebuyên merasîma binaxkirinê, di bin navê sizadana wê bixwekeftin daku li dûv wê bikevin. Lê belê ji ber ku Don Kîşot hest bi plana wan kiribû, ku ji bilî êrîş û destdrêjiya ser wê çi tişitekê din di hizra wan de nine, lewma weku hemû caran, dest avête deskê şûrê xwe û bi dengekê bilind hewar kir û got: “Herkes di her ast û berpirsyariyekê de be, nabe bikeve dûv Marsêla ciwan û berdilan. Ji ber ku ewê kerbêt min hişyar bike û dê li hemberî qehr û ẍezebên min rû bi rû be. Wê bi delîlên bi hêz ji me re zelal kir ku ya di mergê Krîzostumî de bê gunehe. Wî nîşa me da ka di çi astekîda li hizrên bidestanîna daxwazên evîniyê dûre”.
Manê gelek giringe ku xwendevan di dema xwendina berhemekî de berdewam dem û devera nivîsa wî berhemî di hizra xwe de bigre. Di beşa 33’yemîn a bergê yekem a romanê de ku ya bi dastana kun, vekulînika bê tedbîr hatiye nasîn. Miguel de Cervantes Saavedra bi zimanê Keşeyê gundiyê Don Kîşotî pirsek pêşberî me kiriye ku mixabin gelek romanivîsên vê demê jî tê de zelal nebûne. Ew ji me re zelal dike ku peywendiyên di navbera jin û mêratiyê çend pirosêseke pir bi wate û naverok tejiye. Ew me têdigehîne ku heger mêrek gelekê alîkarixwaz û rewiştpaqij jî be, lê dema jina wî fesad be, ewê kes gunehên xwe pê neyine û piraniya xelkê jî dê pirsê bibê ḧeyayiya zilamî ve girêden.
Ew bi sudwergirtin ji efsaneya katolîka bi zelalî ji me re dibêje: ‘ji Ademî ve jin û mêr du canin ji goşitekî‘. Mebesta xwe zelaltir dike û diêje: ‘jin û mêrên serkeftî yekruḧin di nava du leşan de. Ew bi zelalî fesada jinê dixe ser îhmalî û çav li derya zilamî ve. Ew me haydar dike ku di rastiyê de jî jiyana hevjîniyê ne b, tenê têrkirina ḧezên sêksî ne. Ew ji me re zelaltir dike ku hevjînên serkeftî bi hêsanî ji xweşî û nexweşî û jan û azarên hevdu haydar dibin. Ew gelek tiştên din jî ji me re dibêje ku gelek romanivîsên îro jî hewceyê lê fêrbûnê ne.
Miguel de Cervantes Saavedra li dawiya beşa 38’ê de digel parastina hizirên tije huneriyên xwe yên romanivîsandinê, li hemberî bajêrvaniyê derdikeve ku li derveyî nirxên mirovayetiyê geş bûye. Ew ne ji dil dibêje pare û mal û ḧalên bi wî ne pîvanên rêz û ḧurmetê. Ew me hişyar dike ku berjewendî we li me dike da ku pîvanên rastî û durustiyên nava me de di guhertineke berdewam de bin.
Her weha kesekê bêxêr û tirsonek dikare bi rêka çekekê berhemê zanista bê kontrol, ‘egîd û mêrxasekî bê ruḧ bike. Ew bivî hukarî ve êrîşeka tund dibe ser pêşkeftinên berhemanîna çek û barûta bê kontrol.

cervantes

Nivîskar di beşa 48’an de bi zimanê xelîfeyî û li ser pirsa pirtukên qehremana girêyeka gelek asê ji me re vedike, ku ez bawerm ji bo nivîskarên me yên roja îro gelek bi sûde. Ew di bêje ku di nivîsê de gava herî giring ewe ku nivîskar xwendevanên sawîlke bide berçavên xwe, da neku bi derdê Don Kîşotî de biçin. Heger te her demekî hestkir ku dê nivîsa te kêmtirîn ziyanê bigehîne xwendevanan, dest jê berde û nenivîse başitire.
Di beşa 3‘em ya bergê duwê ya romanê de nivîskar lîstikekê pêşberî me dike ku ya di vî janrîda bê wêne ye. Yan jî ne karê herkesiye. Ew di nava germahiya xelbexelba navbera qehremanên rumanê de pirsa nivîsandina romanê dixe rojeva me de. Pirsa gelo romanê ew maf bi destxistiye ku bibe şakarê vî janreyî yan ne? Nivîskar careka din Don Kîşot didete axavtin û bi pirte pirta wî naskirî û bi zimanê wî dibêje: “Gotina min ewe ku ez gelek qerdarê nivîskarê vê dastanê me û gelekê lê memnunim ku wî wisa beḧsa min nekiriye daku bibim hukarê ne reḧetî û xema ji bo xelkî”.
Qehreman di berdewamê de dibêje: heger hat û ev roman nebe şakarê şakara, wê demê ezê bi qariyên rexneyên xwe guhê vî gerdûnê ker bikim. Ew her wesa bi zimanê qehremanên sereke yê romanê ji me re dibêje; Heger roman di warê rêz û ḧurmetê ve pleya yekem û dawiyê bi dest nexe, wê demê jibilî Seyîd Hamdî kurê encelî, nivîskarekê din hindek tişitên li vê derkê û wê derkê li hev komkiribin û hindek jî ji ber xwe ve pêve dabin û bi navê romana Don Kîşotî jî belav kiribin.
Her wesa bûyerk wî li ser çewaniya vedîtina rûdanên nava romanê jî ji me re daxive. Ew dibêje: bûyera ji aliyê Seyd Hamdî û ya di nava kevine per û pirtûkên destnivîsan de hatiye vedîtin. Li vir de ez ji xwe bawerim. Ezê xwe ji navanînê biparêzim û dê bêjim: eve ye û zarvekirin û bikaranîna vê taktîkê ye ku eger nebibe sedema sereke jî ji bo bidestanîna medaliya Nobel, ya kêm bandur jî nebûye.

dîtin: 223

Pêveker:

don kîşot di hizrên cervantes de beşa 2