• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
„Dört yanım puşt zulası!“

„Dört yanım puşt zulası!“


nivîskar: Îkram Oguz
barkirin: Befranbar 28, 2018, 7:09


Ji bo nivîsek bi kurdi sernivîsa bi tirkî…

Ev yek tenê ji me kêm bû, wê jî ez di vê nivîsa xwe da tînim cîh…

Sernivîsa min, rêzek ji helbesta Ahmed Arîf e.

Ahmed Arîf di hemû helbestên xwe da, hestên xwe yên kurdewarî bi peyv û hevokên tirkî anîye ziman.

Mirov naxwaze wan bi peyv û hevokên bi kurdî ya jî bi zimanek din biguherine.

Mirov, ji windabûna hestên ku wî di peyv û hevokên xwe da hunandîye, ditirse…

Heger hest winda be, peyv û hevokên wî jî rût û tazî dimînin.

Wê gavê jî tama hest û helbestê namîne…

Hest direve, helbest bi serê xwe tenê dimîne.

Sedem vê yekê min jî, hevoka wî ya ji çar peyvan pêk tê, venegerand.

Tu dibêjî qey li rewşa Kurdan ya îroyîn mêze kirîye û nivîsandîye.

Rewşa ku wî bi çar peyvan tarîf kirîye, mirov nikare bi tu awayekî din û baştir tarîf bike.

Ya ku wî bi hevokek daye berçav, ne tenê bi makaleyek da, bi nivîsandina pirtûkek jî , ewqas baş nayê tarîfkirin.

Ez bawerim ji ya Ahmed Arîf ra jî tarîf nayê gotin.

Ahmed Arîf bi wan çar peyvan wêneyê Kurdistanê kişandîye, di çarçoveyeke çargoşe da bi cîh kirîye û danîye ber me…

„Dört yanım puşt zulası!“

„Çar alîyên min veşargeha pûştan…“

Li vir peyva ku giranîya xwe dide hevokê, peyva „pûşt“ e…

Pûşt kî ye û li kuderê ye?

Pûşt, ew kesê ku her tiştî dike û her xirabî ji destê wî tê, ye…

Mirov dikare bibêje:

Pûşt, neyar e…

Bênamûs e…

Diz û çilpiz e…

Qatîl û xwînxwar e…

Dekbaz û xêrnexwaz e…

Loma Ahmed Arîf dibêje:

„Çar alîyên min veşargeha pûştan…

Li kîjan alî vedigerim rê nabînim…“

Loma mirov kîngê  li nexşa Kurdistanê mêze bike, ev hevoka Ahmed Arîf, ya jî dema van çar peyvên kin bibihîse, Kurdistan tê bîra mirovan…

Li çaralîyên Kurdistanê veşargeha neyaran.

Neyarên bênamûs û diz û çilpiz…

Tirk û Ereb û Ecem…

Kurd li başûr û rojava sere xwe bilind bikin, Erebên lêvqelişî…

Berê xwe bidin rojhilat, Ecemên dekbaz û xêrnexwaz…

Li bakûr vebigerin, Tirkên diz û çilpiz…

Serê xwe ji kozikê derdixin û rê li wan digrin…

Bi çaralî va Kurdistanê dorpeç dikin û weke gurên li ser beratê, carcaran li dijberî hev biewtin jî, li ber çavê êl û elemê berata bêxwedî û bêxwedan di navbera xwe da parve dikin…

Mixabin hinek pûştên navxwe, şirîkên van bênamûs û diz û çilpizan jî hê vê yekê nabînin…

Bi çîrokên ku ji alî dagirkeran va hatine vegotin, dijîn, bi guhdarîya wan şirîkatîya xwe vedişêrin û xwe dixapînin.

Hê jî bi dek û dolabên neyarên xwe, li xwe û li welatê xwe dinêrin. Bi nêrînên xwe yên sosret hebûna neyarên xwe meşrû, karê wan jî hêsan dikin.

Kurdistan duh jî yek bû…

Îro jî yek e…

Tirk û Ereb û Ecem, weke Ahmed Arîf bi çar peyvan tarîf dike, dûh jî pûşt û bênamûs û diz û çilpiz bûn…

Îro jî pûşt û bênamûs û diz û çilpiz in…

Duh li Pîran û Dersim û Mahabadê serê Kurdan dipelixandin…

Îro dixwazin li Kerkûk û Hewlêrê, li Efrîn û Kobanê bipelixînin…

Ev yek jî dide xuyakirinê ku, derdê kurdan jî dermanê derdê wan jî yek e.

Derd dagirkirin û parvekirina Kurdistanê ye…

Dermanê wê jî bi hestên Kurd û Kurdistanî yekitî û tekoşîna li dijberî pûştan e.

28.01.2018

[email protected]

dîtin: 732

Pêveker:

„dört yanım puşt zulası!“