• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Du Berxwedan: Lenîngrad û Kobanê

Du Berxwedan: Lenîngrad û Kobanê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Pûşper 19, 2014, 1:38



872 rojên dîrokî
Sal 1941 û cih bajarê Lenîngrad bû. Kes nikare wan dîmenên tije êş û bi xem ji bîr bike: laşên ku ji ber birçîtî û nexweşiyê kuçe û kolanên bajar tije kiribûn, pîr û kalên ku êdî nikarin bimeşin, serma û seqema wê zivistanê, dayika mirî û zarokê ku bi girî û nalîn li ser serê wê ye, agir, wêranî û serbarê van hemû nexweşiyên giran dengê top û agirê şer jî guhê mirovan diêşîne. Çiqas diçû çembera wan ji hêla faşîstan ve tengtir dibû. Ji hêla din jî keç û xort bi lêvên tije ken û çek bi dest ber bi qada şer ve dimeşîn. Doxtorên pîr di nava bajar de digeriyan û bi hemû kêm îmkanîyên xwe: zarok, jin, kal û şervanên birîndar derman dikirin. Rewşenbîr, xwendevan, siyasetmedar û hunermendan jî destê xwe dabûn hev û her yekî/ê bi awayekî li dijî dijmin şerê hebûn û mayîna xwe dikirin. Li jêr bombaran, agirê maşîna bi hêz a şerê dagirkerê hov her kesî karek dikir û kes bêkar nebû. Ew bi hîvîyên mezin dijîn û her roj ji roja berê zêdetir hêz didane laşê xwe yê bêhêz ku pêngaveke mezintir ber bi pêşve bavêjin. Îradeya wan xwedî hêzeke bêsinor bû. Wê îradeyê wisa kir ku piştî 872 rojan faşîst dest ji dorpêça bajarê Lenîngrad berdin. Ev ji gel û artêşa Sor a Sovyetê re destpêka serkeftinên mezintir bû. Ji 8ê Eylûla sala 1941an heya 27ê Çileya sala 1944an wan karî bi qasî 872 rojan li dijî yek ji hovtirîn neyarên mirovahiyê li berxwe bidin. Keda wan jî xwedî encameke pir mezin û dîrokî bû. Wan ji dîroka xwe ya tije serbilindî re rûpelên nû vekirin. Elbete tevî ku qelenê wê berxwedanê jî pir giran bû, lê ya girîng ew bû ku faşîzim rastî şikestê hat û birêveberên wê jî ketin nava zibildanka dîrokê.

Rewşa îro li Kobanê
Îro li rojavayê Kurdistanê em hinek dîmenên berxwedana Lenîngrad dibînin. Ji hêlekê hêza Gerîla û şervanên doza Kurdistanê û ji hêla din jî hêza kevneperest û xwedî ramanên 1500 sal berî niha li hemberî hev sekinîne. Aliyê Kurd xwedî îrade û riha bilind a berxwedanê û aliyê din jî xwedî sileh û çekên giranin. Hêzên reş û korbîn li pişta wanin. Ew nikarin û qet jî naxwazin „mala Kurdan a serbixwe“ bibînin. Lê bawerim ew hê jî nizanin ku ti hêzek nikare li hemberî çeka binavê “ îradê“ li berxwe bide.
Dibêjin:“ di şer de kê çek û sileh di dest de hebe, ew serkeftî ye.“ Ger îro Kobanî û rojavayê Kurdistanê di bîra me de ne, ji ber huner û xebata wan a salên dûr û dirêje. Kurdên sê perçên din yên Kurdistanê tev deyndarên perça herî biçûk a welatê xwe ne. Mayîn û berxwedana ku dîrokekê bi bîra me tîne. Çiqas baş û rinde ku em ji bo bedewîyên wiha, tev bi hevre karekî bikin. Ger îro piştî dehan salan PKK bi meznahî û xebata xwe ya berfireh hê jî li ser lingane, bi ya min para bêtir deyndarê Kurdên rojavayê Kurdistanê ye. YNK û PDK jî pir deyndarên Rojavayê Kurdistanê ne. Şoreş li bakurê ji dê bû û li rojava jî kemilî û belavî her dera axa Kurdistanê bû.

Daîş û xewnên wan
Îro Daîş kabûseke ku xeratir ji faşîsimê dikare hemû „Rojhilata Navîn“ ber bi paşve vegerîne. Daîş ew kole an jî barbar in yên ku îro dixwazin li cihê „ramanên azad û şînbûna dara demkorasî û azadîyê“ „terorîsim, xelafeta îslamî û vegera ber bi paşve“ li her derê bi cih bikin. Ev raman encam an jî destkefta mezin a dîplomasî û birêveberî ya welatên Erebî ye. Ew dixwazin kesên dîktator bimînin û gel weke kole û xûlaman di xizmeta wan de bin. Ew bi eşkerehî dibêjin:“ hêvîya xwe bi şoreşê bibirin. Em çi bixwazin yê wiha bibe.“
Lê ew nizanin ku ji mêjde ye Kurdan faşîst û paşvero bi şoreşa xwe ya çend alî re ji holê rakirine. Ger ew dîroka şoreşa bakurê Kurdistanê a li dijî generalên sala 1980an bixwînin û berxwedana “zindana Amedê“ baş nas bikin, bawerim xwe rastî Kurdan nedianîn. Divê ew baş bizanîbin ku êdî rengê heqîqetê hatiye guherandin. Cinayetkarên ku rûyê xwe bi kom û destmalên reş vedişêrin û heta wateya „şerm û şerefê, mirovahî û kerematê“ jî nizanin, pêwîste çavên xwe baştir vebikin. Rojava bi siyaset û tedbîrên baş nebû gola xwînê, lê bi saya serê şêxên xwedî pere ên „cihana Ereb“ û teknolojiya welatên qaşo demokratîk li cihanê, heya niha li Suriyê zêdetir ji 150.000 kes hatine kuştin.

Armancên Daîşê
Hêrişên li ser Kobanê xwedî armancên jeostratejîk in. Ew bajar nêzî Riha û Sirucê û xala peywendiya di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de ye. 19ê Tîrmeha sala 2012an ew roja pîroz û dîrokî ye ku Kobanê bi hêza „hêzên parastina gel“ azad bû û dest bi jiyaneke nû kir. Ew piştî salên dirêj bû destpêka şoreş û jiyaneke nû. Li pey ku Fransî û hikûmetên piştî wan hatin ser kar, ev cara yekê bû ku bajarekî rojavayê Kurdistanê dikete destê Kurdan. Destpêk û kilîla azadiya axa rojavayê Kurdistanê Kobanê bû. Vê jî dilê hemû dijminên azadiyê reş û kirmî kiriye. Daîş dixwazin dîrokekê reş bikin û kuştina şoreşa rojavayê Kurdistanê ji Kobanê dest pê bikin. Fetisandina şoreşê û hêza gel armanca wan ya herî mezine. Ew naxwazin wateya wê roja pîroz bikeve nava rûpelên dîroka Kurdistanê. Ji hêla din jî ew naxwazin bakur û rojava hev bigirin. Kobanî û Riha bibin yek, lê bawerim di vê xewna xwe de pir dereng mane. Elbete di warê piştgîriya aborî û teknîkî de jî ew bi hemû awayan hevkariyê ji dewleta Tirkiyê distînin. Ger ew di vê hêlê de biser bikevin kantonên Cizîre, Efrîn û Kobanê ji hev cuda dibin.

Xemsariya Kurdan û AKP
Berxwedan li Kobanê çiqas bi hêz û mezin be, xemsarîya hinek aliyên Kurd jî balkêşe. Tevî ku bi milyonan Kurd li Ewropa dijîn, lê hevkarî ne bi qasî ku pêwîst be, hene. AKP bi îsrare ku careke din sinorên imperatoriya Osmanî zindî bike û qet nebe çend welatên bêxe nava sinorên desthilatdariya xwe a dema nû de. Ger hûn çavekî li pirtûka “ Ahmet Davutoglu” a bi navê “cihê Tirkiyê di Rojilata Navîn de” bikin, armancên wan bi eşkerahî xuyane. Wan wesiyetnameya Mistefa Kemal û şîretên wî ji Ismet Înönü re ji bîr nekirine. Yanî Ew heya roja îro jî bi şêweyek stratejîk li “mesela Kerkûk û Mûsilê” dinêrin. Kobanî û rojavayê Kurdistanê jî di nav de, ew dixwazin hemû axa Kurdistanê di sîstema rêveberiya xwe ya xeyalî de bi cih bikin.

Wezîfeyên me çine?
Îro Daîş bi hemû awayan di xizmeta vê siyaseta AKPê de ye. Şerekî giran hatiye ber derê mala Kurdan. Tevî ku zêdetir ji du salane şerê Kurdan û Daîş an jî komkên din yên qaşo îslamî hebû, lê piştî dagîrkirina Mûsilê çek û silehên giran ketine destê wan. Bi îmkanên madî û şerkirinê re îro giraniya şer gehiştiye asta xwe ya herî bilind. Hikûmeta başûrê Kurdistanê bi vekirina sinorên xwe û hevkariyên bêmerc xwedî wezîfeyên giran û dîrokî ye. Banga bakur, rojhilat, Qendîl û Kobanê banga dîrokê ye. Dîroka azadîxwaziyê û têkoşîna sedan salan xwedî daxwazên mezine. Tevî ku Kurd bi hêz û îradeya xwe ya mezin nahêlin Kobanî bê dagîrkirin, lê Daîş û Tirk bûne yek, divê em jî bibin yek. Yekîtiya Kurdan dikare zûtir xewnên tornên Osmanî û berjewendîperestan vala derxîne. Ya girîng jî eve.

Şovenîstên Fras, Ereb û Tirk
Li pey şoreşa Rojava û vegera herêmên veqetiyayî bo ser herêma desthilatdariyê li başûrê Kurdistanê şovenîstên Fars, Ereb û Tirk bêtir ji her çaxî li dijî daxwazên Kurdan yên dîrokî dinivîsin, diaxivin û nêzî hev dibin. Ew niha baştir ji her carê reng û rûyê xwe yên rastîn nîşanî me didin. Ji xeynî pirsgirêkên jeogirafîk û demogirafîk daxwazên netewa Kurd pîroz û pişta xwe didin dîrokeke dûr û dirêj a tije şer û malwêranîyên terajîk. Li çar parên Kurdistanê di warê meinewî û fîzîkî de siyaseta Apartaid û asîmîlasyonê hate meşandin, lê Kurda nasname û hebûna xwe bi xwînê parastin. Di vê navê de Kurd bi du tiştan bûne bersivek baş ji daxwaz û nêrîna faşîst, şovenîst û talankerên mal û canê azadîxwazan:
1. Faktora îradeya milî a Kurd
2. Daxwaza diyarkirina maf û qedera jiyanê.

Hevgirtina Başûr û Rojava
Hevgirtina başûr û rojava bila bibe destpêka jiyaneke nû a Kurdan û hevrikiyên demkurt di navbera du partiyan de bila dîsa nebine sedema dubarebûna dîrokê li Kurdistanê. Îro çi dijmin û dagîrker, çi paşvero û xayîn bixwazin an jî nexwazin keç û xortên Kobanê bi destên vala dîrokeke nû dinivîsin. Ew li dijî kesên ku bêşiûrin û di cihana 1500 sal beriya niha de dijîn, xwedî pilan û projên paşeroke xweş û geşin. Kurd yê vê carê jî biser bikevin, lê li rex serkeftinê ewê careke din destana berxwedana Kela Dim-Dim bi bîra dost û dijminan bînin. Ewê di demeke kin de destana Lenîngradê li ber çavê raya giştî ya cihanê zindî bikin.

Gerîla û şoreşgerîkî Kurd yê binavê Polat Can peyameke wiha li ser dîwarê facebooka xwe belav kiribû:”Kesên ku xewna bi ketina Kobanê dibînin ez ji wan re dibêjim:
Eger;
Çemê Firatê çikiya,
Çiyayê Cudî bi erdê re bû yek,
Deşta Sirucê bû Qerac…
Dîsa jî wê Kobanê nekeve.
Êdî bila ji xwe re xewnên din bibînin.”

Ez jî dibêjim: Ger li rû dinê Kurd neman, hingî belkî ew bikarin bi ramanên xwe yên paşvero santîmetrekê nêzî axa Kurdistanê bidin û xewnên wiha bibînin

dîtin: 289

Pêveker:

du berxwedan lenîngrad û kobanê