• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Du Sembolên Navdar

Du Sembolên Navdar


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelawêj 5, 2013, 7:04


DU SEMBOLÊN NAVDAR

Di nava heft rojan de me du sembolên navdar ji dest dan. FELEKEDÎN KAKEYÎ(1): pêşmerge, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedar, ŞÊRKO BÊKES(2): helbestvan, edîb û aşiqê doza Kurdistanê.

Felekedîn Kakeyî bi qasî ku medyakar bû ewqas jî şervan û şoreşger bû. Kar û xebat îbadeta wî bû. Nedizanî vehesîn çiye û hay jê nebû ku dilê wî yê mezin jî heya sinorekê dikare li berxwe bide. Zêdetir ji nivîsandinê ew aşiqê xwendinê bû. Dema ji bo pêşkêşkirina babetekî dihate vexwendin, mejiyê wî amade û notên wî pir bûn. Ji ber wê jî semînarên wî wisa dewlemend bûn ku hemû têhnatî dişkandin. Bi hûrbînî diçû nava babetê semînarên xwe û bi qasî profeserokî di karê xwe de hosta bû.

Şêrko Bêkes kesê hemû Kurdên bêkes bû. Mîna darekê rehên xwe di kûrahiya axa edebiyata Kurdî da çandibûn. Her kesê ku di vê sed salê de sembolek ji xwe re dida diyarkirin, ew jî ji me Kurdan re semboleke mezin bû. Di helbestên wî de felsefe, dîrok, destanên jiyanê û şoreş hebû. Her kes nedikarî wiha rihet ji edebiyata ku wî dinivîsî fam bike, lê tama nivîsên wî wisa xweş û cewherdar bû ku mirov li pey xwe dibirin nava derya ramên wî yên jiyanê.

Mamosta Kakeyî kesekî fîlsof û bîrmend bû. Ramanên wî pir homanîstî û sinorek ji heza mirovan re nedidî. Bi mezhebê xwe kesekî Yarsanî bû, lê rojekê jî li dijî mezheb an jî olên din neaxivî û nenivîsî. Ew kesekî bi tolerans û pir şehreza bû li ser nasnama civaka ku tê de dijî.

Mamosta Bêkes di asta gelek kesayetiyên navdar di cihanê de xwedî rûmeteke bilind bû. Wî karî sala 1987an xelata Toxolskî bistîne û bi vê serkeftinê re bû ku haya raya giştî li ser derd û elemên Kurda li Kurdistanê zêdetir kir. Ew evîndarekî rêbaza azadî û demokrasiyê bû. Ji ber wê jî tim wiha diqêriya:
„ Ger ji stranên min gulê bistînin, yê demsalek bimire
Ger evînê bistînin, du demsal yê bimirin
Ger nan, sê demsal yê bimirin
Lê azadiyê, ger ji stranên min „azaduyê“ bistînin, sal, hemû sal yê bimire“.

Nemir Kakeyî bêtir ji hemû malê dinê bihayê mirovan dizanî. Ji heval û hevkarên xwe bi dil û can hez dikir. Çiqas li ser tewazûa wî bêjim û binivîsim, dîsa jî kême. Her dem ji bo gotinê tiştekî nû hebû ku pêşkêş bike. Di konferansa Elewîyan a li Amedê wiha axivî:
“ Dayika hemû olên cihanê Zerdeştî ye û olên ku ji hêla Mihemed, Îsa û Musa ve di nava civakan de hatine belav kirin, zagûnên xwe ji ola Zerdeştiyan û Gatayên Avêsta standine.“
Kar û keda mamosta Kakeyî di bilindkirina sewiya rewşenbîrî ya civakê pir zêde ye. Wî bi exlaq û taybetmendiyên xwe yên mirovheziyê şopek li pey xwe hişt ku bawer nakim hema wiha zû ji mejiyê civakê wenda bibe.

Mamosta Bêkes xweşî û nexweşiyên xwe bi jiyana gel ve girêdabûn. Her carê li dereke Kurdistanê bû. Jê re Amed û Silêmanî, Urmiye û Qamîşlo, Wan û Kirmaşan mîna hev bûn. Heyf û mixabin ku wî nekarî bi duristî ji wî cergê xwe ê bi hêz û dilê xwe yê mezin sûdê bistîne. Cigare û vexwarinên ku sal bi sal rih û canê lê govaştin, zû ew mirovê mezin ji jiyanê veqetandin. Heyf û mixabin ku kesên wiha mezin nizanin ku ew ne tenê yên xwe, belkî malê gel û civakeke ne ku bi hezar rengan ji hêla dijmin ve hatine tepeserkirin. Wî dizanî ku rojekê yê bi tena serê xwe bimîne:“ Li ber çavê mine, cara dawiyê ez û tenetî yê bi hevre bimînin, ew agirê cigara xwe vedimirîne û ez jî heya ebediyetê yê razêm.

Mamostayê dilovan û zana Kakeyî bi ken û nêrînên xwe yên babane zû dikete nava dilê muxatebên xwe. Wî jî zêdetir ji kapasîta dilê xwe yê mezin, kar jê dikişand. Wî nedizanî ku dilê wî yê mezin jî dikare rojekê ji lêdanê bisekine. Dilê ku ne malê laş an jî kesekî, belkî dilê welatekî bindest bû. Dilê ku sedan xwezî û hesret bi xwe re birin nava axa sar.

Du sembolên me yên mezin ji dest çûn, lê ked û emeka wan qet û qet ji bîra dîrokê naçe.

(1). F. Kakeyî ( 1943 Kerkûk – 31. 07. 2013 Pîr Mam )
(2). Ş. Bêkes: 1940 Silêmanî – 04. 08. 2013 Stockholm)

KAKŞAR OREMAR / 04. 08. 2013 HEWLÊR

dîtin: 255

Pêveker:

du sembolên navdar