• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Duhu Şengal bû, îro Kobanî, sibê wê dorê bighîjê kîjan herêmê?

Duhu Şengal bû, îro Kobanî, sibê wê dorê bighîjê kîjan herêmê?


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Êlûn 21, 2014, 12:22


Bedbextîya kurdaye here mezin ewe, ku ew dost û dijminên xwe nas nakin, bêtifaqin, tenê bi hevra xurtin, her yek dibê: ezim serok!

Partîyayên kurdan serbest nînin, ew girêdayên wan dewlatane, yên ku Kurdistan perçe kirine.
PDK rabû û got: va serxwebûnê îlan dikim, Şengal wêran bû. PKK rabû û got: min li Rojava dewlet damezirandîye, Kobanî kambax bû…

Gune giranin, lê her tişt destîşan dike, ku Şengal û Kobanî bûne şehîdên sîyaseta van partîyayên kurdan, sîyaseta wane durnedîtî û ya girêdayî…

Piştî Şengalê, cîhanê berê xwe da Herêma Kurdistanê û alîkarîya çekdarî da wê. Piştî Kobanîyê PKK jî bendewara alîkarîya cihanê ya çekdarî ye!.. Lîstik û leystok li ser vî gelê sîvîl qet kêm nabin?!..

Amêrîka, dewletên ereban û Tirkîyayê ev dêwê wehîş yê bi navê DAÎŞ «hişyar» kirin berê yekemîn ji bo Kurd û Kurdistanê tune bikin, ya duemîn Kurdistanê di nava xwe da dîsa pereçe-perçe bikin.

Tirkîya zûva dixweze îpêratorîya Osmanîyê bide dasekinandinê. Li Tirkîyayê di bin perda dêmokratîyayê Receb Erdoxan da kemalîzm û nêoosmanîzm roj bi roj gulve dide û pêşve diçe. Serokên kurdan jî diçine dest û rûyê Recebê kirîvê xwe…

Tirkîya dixweze Kurdistana başûr û Kurdistana rojava bike li bin bandûra xwe. Û ew bi destê çeteyên DAÎŞ`ê vê sîyaseta xweye gemar pêk tîne. Ecêb ewe, ku kurd qet haj xwe tunene û bê hemdî xwe ketine nava vê lîstika qirêj, «avê li ser aşê dijmin da dikin».

Tirkîya bi destekî çeka dide çeteyên DAIŞ`ê, bi destê dinê, Xwedê giravî, van rojan alîkarîyê dide pêneberên Şengalê û Kobanîyê…
Ay, maşellah, Tirkîya, te û sîyaseta te ra! Sîyaseta te wek jina qehbe herdem bi rûspî û bê gune derdikeve!..

 

P.S. Gelo ev dayka kurd bangîna xwe dike mala Xwedê û ji bo yazî û bextê xweyî reş nifira kê dike? Tê xûya, ku Xwedê dengê wê nabhê. Xwedê vê gavê gelekî mijûle: ewî pêxeberên hemû olan civandîye li ser hev û dawê her tenê pêxeberîkî dike, peyçûyên kîjanî eva bêtirî hezar salane Rojhilata Navîn kirine gola xwînê…

dîtin: 248

Pêveker:

duhu Şengal îro kobanî sibê dorê bighîjê kîjan herêmê