• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ebadî: Enqerê ji bo dengan ava me birî

Ebadî: Enqerê ji bo dengan ava me birî


barkirin: Hêzîran 6, 2018, 11:34


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li Bexdayê di axaftina xwe ya di civîna çapemeniyê de got: "Hikûmeta Tirkiyeyê hilbijartinê li dar dixe û ji bo dengên zêde wergire ava Çemê Dicleyê birî. Derbarê vê meseleyê de tu agahiyên min tunene. Serokwezîrê Tirkiyeyê soz dabû ku wê dawiya meha Hezîranê dest bi girtina avê bikin. Lê wan serê meha Hezîranê av girt."

Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Meseleya avê meseleyeke siyasî ye. Rêvebiriya Enqereyê ji bo dengê cotkarên Bendava Ilısuyê ku li ser Çemê Dicleyê ava dike bistîne berî wextê wê dest bi girtina avê kir."

Ebadî herwiha got: "Ev kar di dema hikûmeta berî me de hat kirin û di vir peymanên ku Iraq napejirîne hene. Tevî vê jî Tirkiye çêkirina bendava Ilisuyê berdewam kir. Me ji tirkan re got îsal pirsgirêka me ya kêmasiya avê heye lê guhdarî nekirin."

dîtin: 98

Pêveker:

ebadî ilısuy tirkiyeyê bexda