• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êdî serdemeke nû hatiye!

Êdî serdemeke nû hatiye!


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gulan 9, 2018, 9:30


(Ji Ferzad, Şirîn, Êhsan, Elî, Mêhdî û Ferhad ra pêşkêş e)

 

Herkes du cara tê dinê: carekê ji zikê diya xwe û cara duyê jî dema ku bi awayê fîzîkî dimire, lê fikr û ramanên wî/ê ji civakê ra ronahiyeke nû dibexişînin. Hûn qet bawer diken ku Thomas Alva Edison, Cewaharlal Nehru, Simko, Qazî Mihemed, Mazlum Dogan, Mizgîn, Leyla Qasim, Ferzad Kemanger û Şirîn Elemhulî miribin?! Kar, raman û heza wan ji civaka mirovahiyê ra wisa mezin bû ku em her roj di jiyana xwe ya rojane da, wan dibînin. Yek bi keşfeke xwe ya zanisî, yê din bi xebata siyasî, yekî din bi fîdakirina canê xwe, ya din bi gotin û berxwedana xwe û qehremanekî jî bi gotina:“ Berxwedan jiyan e“ wateyên jiyanê li ber çavên me guherandin. Qîmeta jiyanê bi felsefa wê ya rastîn ji mera kirin mîrasek ku em jêra xwediyên mêr û camêr bîn. Elbete herkes jî layiqî mêranî û camêriyê nîne. Tenê carna kesên weke Ferzad, Şirîn, Elî, Ferhad û Mêhdî hemaseyek wiha diafirînin ku em ji xwe bipirsin:“ Gelo ger ew mirovin lê em çine?! Ger em insanin, ew çine?“

Û em bi hisabeke serpiyî ferqên mezin di navbera xwe û wan da dibînin.

Di vê sedsalê da Êhsan Fetahiyan, Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhulî û yên din rêyeke nû li ber piyên me mirovên hêr û gêj vekirin. Di dîrokê da pêxember jî xwedî rolekî wiha bûne. Gel ber bi rastî û ronahiyê ve kişandin ku bextewer bijîn. Ema heyf û mixabin peyrewên rêya pêxemberê îslamê çend sed sale ku ji rêya wî derketine û îslama ku wî li ser cewherê wê mizgîniya „aşitî û wekheviyê“ dabû civaka mirovan, êdî ji xwe ra kirine amrazekî seltenet û hakimyeteke tejî fesad û zulim. Ger bawer naken fermon werin Kurdistanê û temaşe biken ka Şîiyên fenatîk bi navê „edaleta Elewî“ çi bi serê Kurda tînin. Li pey van guherandinên vê dawiyê em jî dikarin bêjin ku êdî di vê sedsalê da em Kurdî jî xwedî pêxemberên xwe ne. Ew pêxemberên ku ji roja yekê heya mirinê bi serbilindî jiyan û serê xwe ji zalmtirîn cinayetkarên dîrokê ra netewandin.

 

Nameyên Ferzad û Şirînê

Ferzad û Şirînê bi nameyên xwe hem bîr û kiryarên xwe eşkera kirin û hem jî pêra êş, elem û şikenceyên ku di girtîgehên reş da li ser rih û cismê wan pêkanîbûn, ji mera îzah kirine. Awayê şehîdkirina wan tirajîk bû û xemeke giran di dil û mejiyê her mirovekî xwedî wijdan da durist kir, lê ev rengê mirinê jî nabe bi para herkesî. Mirin di rêyeke şerafetmendane da ne mirine, belkî jiyaneke nûye. Jiyan ne tenê ji kesekî ra, belkî ji gel û cihaneke mirovan ra.

Stratêjiya wan têkçû!

Stratêjiya komara îslamî bi têkoşana ku van rojan me li bajar û herêmên rojhelatê Kurdistanê dîtin, têkçû an jî baştire bêjim weke dil û mejiyekî felcbûyî ket rewşa xwe ya felcbûnê. Rayedarên „komara wehşet“ê xwestin bi rêya Kurdkujiyê tirseke mezin li hemû Îranê belav biken, lê dîktatorên herî navdar li cihana îro( Xamênêyî û Ehmedînjed) piyê xwe xistine nava xeleka teliyeke giran ku zû bi zû nikarin ji hisabdayîna vê tawana dij mirovahiyê rizgar bibin. Zêde ne dûre ku ewê hisabeke giran ji bo cinayetên xwe bidene azadîxwazan.

Pêxemberên me Kurda

Li Îranê ji mêj da ye ku Kurda xwe kirine qurban daku bi gelên din yên di çarçova Îranê da azad û serbixwe bijîn, lê birayên „Fasrs“ her carê ew weke „ cudayîxwaz û amrazên ji bo pêkhatina pilanên neyaran“ binav dikirin. Vê carê Kurda bi dengekî û rengekî ji armanceke mezintir ra pêngav hilanîn, lê ev cesareta mezin cara yekemîne ku rûyê xwe yê rastîn wiha eşkera dide der. Îdama wan qehremanan xisareke millî-dîrokî bû ku bi hemû bizava siyasî ya Kurd ket, lê xwîna wan jî bêfeyde nebû, çimkî:

1. Gelo îdamên zêde li Kurdistanê yê partî û rêxistinên Kurda bêtir nêzî hev neke ku di eniyeke hevgirtî da dest bi şerê çekdarî û siyasî li dijî rejîma totalîter, biken?

2. Gelo bi karên wiha hovane ra Amed, Sine, Hewlêr û Qamîşlo yê bo yekîtiya netewî pêngavên mezintir hilnegirin?…

Dersbêj û cinayetkar li hev naken!

Dîrok ji mera dibêje ku rojnamevan û mamostayên dersbêj qet bi dîktatoran ra li hev nekirine an jî serê xwe ji hakiman ra netewandine.

„Komara wehşet“ê ji sala destpêka jiyana xwe dest bi: „paqijkirina zanîngeh û xwîndingehan“ kir. Paqijkirina mejiyên ku kûr û dûr difikirîn û zû pêhesiyan ku karê „şêx û mele“yên niviştînivîs ji siyaset û memleketdariyê pir dûre.

Sala 1979an jî cara yekê ew „paqijkirin“a wan ji zanîngeh û xwîndingehên Sine û Kirmaşanê dest pêkir. Dîsa axa Kurdistanê bû armanca wan ya yekê. Wan mamosta „Hormoz Gorcî Beyanî“ û 10 hempîşeyên wî di roja ron da îdam kirin. Hingî „Xumêyniyê Decal“ mêrkiujê xwe Sadiq Xelxalî şandibû rojhelatê Kurdistanê û wî jî weke qesaba dest bi helacîkirina kur û keçên Kurd yên zana kiribû. Wan salan gerek bû siyasetmedarên rojê hisaba rojên wiha dijwar jî bikirana ku qir û îdama hevalên me wiha hêsan encam nedaban. Ger wiha bûya, roj jî nedibû ev roj ku „Êvîna Tehranê“ bibe kuştargeha şoreşgerên Kurd.

 

Şirîn û Ferzad bûn sembol…

Ferzad di jiyana xwe ya salên zindanê da bû sembola mêranîyê, bû ostadê hemû dersbêjên azadîxwaz. Nameyên wî ji şikencexaneyên komara qaşo îslamî, evîneke kûr di dilê civaka mirovahiyê da afirandin. Edalet û azadîxwazî di hemû hocreyên laşê wî da xwedî qîmet û bilindahiyek taybetî bûn. Ew bi cihanbîniya xwe ra ji rûbarekî biçuk derket û xwe gehande derya û oqyanuseke bê ser û bin.

Şirînê tenê du sala ders xwendibû, Farsî nedizanî, lê di mekteba PKK û PJAKê da bibû insanek din, bibû mamosta û dawiyê jî bû qehremaneke dîroka me.

Piştî Leyla Qasim(1951- 1974) ew keça Kurda ya duyê bû ku di Rojhelata Navîn da hate îdamkirin. Kurda ji bo azadiya xwe bûkeke din jî xemlandin. Ew Şirîn bû, ketibû pey Ferhadê xwe ku welatê wê Kurdistan bû. Şirîn Elemhulî ji herêmekê ye ku eşîretên wira di têkoşîna Kurdîniyê da xwedî kedeke mezinin. Eşîretên Celalî û Mîlanî di serhildana Ararat ya din bin serokatiya nemir Êhsan Nurîpaşa da li her du hêlên sinor hêza xwe kirin yek û li dijî Kemalîstan şer kirin. Îranê dîsa jî ji piştê ve xencera xwe weşand û xiyaneteke din li birayên xwe yên „ Arî, parêzvanên sinor û serxwebûna Îranê, Îraniyên herî esîl, Kurdên mêvanperwer…“ kir.

 

Şirîn jinên şoreşa Agirî

Şirînê sifetên çelengiyê ji axa xwe û dîroka têkoşîna jinênê weke Rabîe, Asiya xanim û Yaşar xanimê standine. Rabîe xanim hevla Biroyê Hesikê Têlî ku di destpêka şerê Agirî de çû cem hevalê xwe û di girê Sîna de bi wî re li hemberî leşkerên Îranê weke şêre jinekê şerkir û bi mêr û zarokên xwe ra di nava şerê li dijî dagîrkerên Tirk û Fars hatin şehîdkirin. Hingî jî Ecema nemerdiya xwe ya ku di xwîna wan da hertim hebûye, li dijî Kurda dan îspat kirin. Asiya xanima diya Ferzindebegê jinek bû ku di nava êş û elemên bindestiyê da zarokên xwe Kurd, mêr û çeleng xwedî kiribûn. Ew pîrejineke 70 salî bû ku di 17ê Septembera sala 1930an bi bûk û neviyên xwe ra di nava şoreşa Agirî de şer dikir û di çeperê şer da şehîd bûn. Qatilên wan jin û zaroka hingî jî leşkerên Îranê bûn. Di ferhenga Şîeyên fenatîk da hemû Kurd wek kafir hatine binavkirin û hingî jî mîna niha kuştina Kurda ji wan ra karekî pîroz bû.

Belê Şirîn can şêre keç û jinên weke te pirin, bila çîroka fîdakarîya Zerewşan xanim diya sê şehîdên qehreman: Ehmedxanî Faroqî(naskirî bi Salarî Kurdistanî), Ebdulahxanî Metîn û Mihemedxanê Danişwer, bimîne bo nivîsek din. Ew jî mîna te bi çelengî li dijî cinayetkarên Ecem sekinî û ax û hesretek mezin xsite ser dilê wan dilgemaran.

Ez nizanim bi kîjan peyv û risteyan dikarim wesfa fîdakariyên we teva bikem? Tenê viya dibêjim: soz û qirar be ku rêya we wenda nekem û tola xwîna we ne bi şidetê belkî bi rêya felsefa ku we diyarî me kir(dialog û edalet), bistînim.

 

Kakşar Oremar

dîtin: 239

Pêveker:

9 e gulane ferzad kemanger Şirîn elemhuli Êhsan fetahiyan elî heyderiyan mêhdî eslamiyan ferhad wekili