• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Efrîn bûye hola şerê cîranan

Efrîn bûye hola şerê cîranan


barkirin: Pûşper 6, 2017, 11:21


 

Hevdem bi zêdebûna êriş û gefên delwta Tirkiyê bo ser çeperên Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) artêşa Tirkiyê hejmara hêz û yekîneyên zirxiyên xwe li nêzî kantona Efrînê zêde kirine. 
Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel di hevpeyvîna bi ajansa Reutersê de gotiye ku hejmara hêzên ku artêşa Tirkiyê şandine ser sinorên Kantona Efrînê tu wateyeke din ji xeynî şer nîne. 
Sîpan Hemo ragihandiye ku egera pevçûna di navbera Yekîneyên Parastina Gel û artêşa Tirkiyê di demeke nêz de bi dûr nizane û tekez kiriye ku tu êrişekî bêbersiv nahêlin. 
Daxûyaniya Hemo di demekî daye ku di çend hefteyên borî de artêşa Tirkiyê û grûpên cîhadî yên girêdayî wan bi caran gundên herêma Şehba û Efrînê hedef girtine. Herî dawî roja 03.07.2017' di encama wan êrişan de çar hevwelatiyên sivîl hatine kuştin û herî kêm deh kes jî birîndar bûn. 
Doh 05.07.2017'ê bi hezaran hevwelatiyên Efrînî bi xwepêşandaneke girseyî tevî mehkûm kirina êrişên dewleta Tirkiyê û grûpên girêdayî wê, ji civaka navnetewî daxwaza helwest û hevkariyê kirin. 
Hereiha fermandarên YPG'ê ragihandine ku dewleta Tirkiyê dixwaze bi oparasyoneke weke " Mertala Firatê" bi navê " Seif El-Firat/ Şemşîra Firat" êrişê bike ser Kantona Efrînê. 
Rojnameya El-Şarqal awsat ji zarê Sîpan Hemo ragihandiye ku 500 şervanên ku ji endamên "Ceyş Elsowar" û YPG ku di oparasyona rizgar kirina Reqayê de beşdar bûn jibo parastina Efrîn û gundên derdora wê vegeriyane wî bajarî. 
Hêjayî bîr xistinê ye ku roja sêşemiyê runiştinên Astana 5 destpêkiriye û di vê rûniştinê da Rûsiya dixwaze bi riya hin îmtiyazan bo rejîmên Îran û Tirkiyê desthilata xwe li Sûriyê bihêztir bike ku dijberî xwestekên Amerîkayê ne. 
Girîngtirîn armanca Îranê eve ku demografiya derdora Demişq biguherîne û Şîeyan li vir bicîh bike û hêla Tehran-Bexda-Dimeşqê biafirîne.
Armanca Tirkiyê jî rêgiriya ji destkeftên Kurdan û gihiştina her sê Kantonan e ku Rûsiya xwe li hember vê yekê bêdeng dike û rê li ber Tirkiyê vedike. 
Pilanên Rûsiyê, Îran û Tirkiyê ji bo Sûriyê ku her yek armanceke cuda liber çav digire dijberî stratejiya Amerîka li Sûriyê ye û Anerîka dikare bi parastina Kurdan û Efrînê pilanên her sê welatên din wala bike.

 

Dêrsim Oremar

dîtin: 213

Pêveker:

efrîn şer serhildan