• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Efrîn: Serkeftin di têkçûnê de | Kamran Matin

Efrîn: Serkeftin di têkçûnê de | Kamran Matin


barkirin: Adar 28, 2018, 11:15


Di xeberan de hebû, artêşa Turk û artêşa azad a Sûrî di serê sibê 18ê Adarê de ketin bajarê Efrînê. Di destpêkê de ev dive wek serkeftinek mezin be ji bo Turkiyê û xelîfeyê moderna wê Recep Tayîp Erdogan, lê di temaşekirinek hûr û nêzikte, ewê were dîtin ku ne wisaye. Li Efrînê serkeftin ya projeya konfêdralizma Dêmokratîk ya Suriyê ye ku kurd wê birêvedibin.

Yekem, heger mirov bitenê ji aliyê eskerî ve şerê Efrînê binîrxine, neyeksenî û ne wekheviya hêza artêşa tecawizkar a Turkiyê li hember Hêzên Demoratîk a Sûrî dibîne. Hêzek ku ji çend hezar kesî pêktê û çekên sivik, kevn, di destên wê dane bi artêşa duyemîn a NATO rû bi rû hat xwedî çekê giran e u di hember wê de hemase xuliqand. Arteşek ku hemû qanûnên navneteweyî ya mirovatiyê bin pê dike.

Heke mirov neyeksan bûna hêzan bide ber çavan, tiştek ku mirov ecêbmayî dike ew rastîye ku QSD karî li hember dijminek wisa de nêzî 2 mehan ber xer bide û bê ku tû îmkanên wê ya logîstîkî ya pêwîst jî hebin.

Le wê jî zêdetir, her çiqas jî ku niha piraniya Efrînê ji alî Turkiye ve hatîye dagîr kirin jî , hên jî li beşên çiyayi û navçê di bin kontrola QSD ye. Girngiya rewşa hanêbi li ber çavgirtina daxuyanî ya nû ya QSD ku dibêje dest bi qonaxa şerê partîzanî kirîye bi dijî Arteşa Dagîrker a Turkîye u Arteşa Azada Suriye, xuyatir dibe.

Şêwaza vekişyana QSD ji bajêrê Efrîn û zeberdestîya wê weke hêzeka eskerî ya bi dîsîplîn, di cografiyayek piçûk de û di rewşek ku ji aliyê dijmin ve hatbû dorpêç kirin, ji nûde şerbike, pir balkêşe.

Duyem, li alîyê stratêjîk ve Efrîn her tim beşa lawaza peykera jêopolîtîka Rojava û li ber destdirêjî ya Turkiye de bûye. Ew beşe ji pisporan ku pir care behsa Efrîn kirine weke xala le hevudû girêdanê axên sereke ya Rojawa ku li Rohilatê çemê Firatê u derya ya Miditirane helkeftine, nikarîne li wê mesele têbigêjin ku Konfêdralîsma dêmokratîk projeyeka struktûreka dewlet (_netewe) nîne ku "Pêdiviya wê bi axek li hev girêdayî hebe ku piranîyê rûnîştwanên wê Kurd bin. Loma di her beşeka Surîye de her cûre pêkhateyeka êtnîkî - zimanî ya wê hebe, dikare bibe beşek wê projeyê. Tecruba navçeyên mîna Reqqa, Deyruzûr u Minbic ku di pergala Fêdrasyona Dêmokratîka Bakûrê Suriye de cîh girtine wê durumê dide xuya kirin.

Li vê yekê zêdetir, bi li ber çav girtina nemana faktora Rûsiya di hîsabên eskerî ya QSD li Rojawayê Firatê, şerê Efrînê dikare bibe sedema rontir bûyina bîrê stratêjîk ya Pergala Fêdrasyona Dêmokratîka Bakûrê Suriye. Şerê Efrînê bi awayek cîdî nifûza Rusiya li ser QSD li paşmayî ya cografiyaya Surîye kêm kirîye. Ew yek dikare derkeftina bilez û serkeftî ya Rusiya li Suriye zehmet bike û tişek ku pir mumkine jî di mêjiyê Putin a hebûbe weke vekirina girêkek stratêjîk li hember mudaxeleya Rûsiya li Suriye de.

Heke hêzên Amrîkayî bixwazin bi awayek bilez u çavrênekirî Suriye terik bikin, ku ew jî pêdiviya wî bi destberdanê nemuhtemel a ji bo qemterkirina Iran (u Rûsiya) li Rohilata Firatê, dikare sekna muzakereyê pergala Fêdrasyona Dêmokratîka Bakûrê Suriye di demdirêj de xurt bike.

Sêyem, di perspectiva siyasî de şerê Efrînê bi ronî serxwebûna siyasî u îhtîmala xurtir bûna sekna QSD'ê û PEGELA FÊDRASYONA BAKÛRÊ SURIYE nîşan dide. Rusiya bi kordinasyon bi Iran û rêjîma Esed re pêşniyaz kiribû, ji bo pêşî lê girtin li êrişên Turkiye were girtin, QSD Efrînê teslîmê rêjîmê Suriye bike. Nepejrandina sewdayek wusan, ji alîyê QSD ve bi eşkre ev îdayan ji alîyê rexnegirên Rojawa pûç dike, ku di nav wan de hinek rêxistinê Kurd jî henin, ku dibêjin QSD u bi giştî Pergala Fêdrasyona Bakûra Suriye hempeymanên siyasî ya rêjîma Esed in.

Loma ew biryar dibe sebebê xortbûna prêstîj u îtîbarê QSD/ Pergalê Fêderasyonê di nav vê opozîsyona layîk de, ku ne girêdayî Turkiyene û her wisa gelê suriye ku bi çavên xwe kiryarên rêjîma Esed dîtinin, li axa welatê xwe li hember arteşek tecawizkar berxwe neda, Her îiqas jî hêzek Surî wê yekê jê xwest.

Dîsa dibe ya herî giring ew be , hemû şerek alîyek dîrokî ya wî heye ku girngîya demdirêj a wê pir cara bandora eskerî , stratûjîk an siyasî ya wê derbaz dike.

Li alîyê dîrokî de têkçûyîna eskerî, piştî berxedana wêrekane dewlemendiyên sembolîk, li paş xwe hêştine ji bo saz kirina nasnameyên bi komel û çêkirina hêza siyasî ya cemawerî, weke serkeftinên mezin. Di rastî de rehê dîrokî ya tevgera azadîya Kurd, çi ji alîyê siyasî u çi li alîyê gotarî ve li ser bingehên sembolîk ya têkçûyînên wisa ketîye liv û tevgerê. Şikana ' Kela Dimdim ' li hember hêzên Irana Sefewî piştî dorpêçkirina dirêj (1609), têkbirina Komara Agirî bi destê Komara nû ya Turkiya (1930) , û komkujiya kîmyevî ya Helebce ji alîyê rêjîma Be'sî ya Iraqê (1988) ve, tênê çend numûnene.

Nirxê encamên, alîyê dîrokî û sembolîk ya şerê Efrîne, mirov dikare bi erişên erteşa Turk re binirxîne. Piştî çend hefteyan bombaran û topbarana biçavkorî ya Efrînê û her ku hêzên Turk u hempeymanên wî hatin nav navenda bajarê Efrînê heykelê Kawa yê qehremanê mytolojiya Kurd, di navendê bajêr de ruxandin. Bi destê Kawe ruxandina şahê dagîrker dehak, di nasnama, bi komel û xwe nasîna Kurdan de cihek wî ya esasî heye. Ew heqîqet ku erteşa Turkîye dagîrkirina Efrîn bi ruxandina heykelê Kawe dest pê kir, carek din mukur dijminayetî ya bingehî û regezperistane ya dewleta Turk bi gelê Kurd u hemû çavdêrên bi însaf nîşan dide ku ew dewleta habê dijî hemû core hebûneka Kurd e ku serê xwe li hember wî natewîn e .

Şerê Efrînê di rastî de nuha bûye bi efsaneyek modern. Guman tune ye îlham dide xebatê Kurdan u coş dide wî ji bo bi dest xistina azadîyûn Kultûrî u siyasî u naskirinê , ew bi xwe serkeftin e.

Jêder: http://theregion.org/article/13058-afrin-victory-in-defeat

dîtin: 205

Pêveker:

kamran matin matîn hesen qazî