• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Efrîn

Efrîn


nivîskar: Heysem Muslim
barkirin: Sermawêz 6, 2015, 9:28


Tiştê ku rêjîma Beis carnan dihişt xwendekar bikin, ew jî ku biçin seyranan (rihle) yên

ku bi sîstema seyranê radibûn bi komîta ewlehiya zenkoyê re gotin: em dikin biçin Laziqiyê , lê ku em dervayî Heleb ketin, me berê  xwe da Efrînê.

( cara yekê bû ez diçûm bajarê Efrînê)

Dema çavên min Kefer cenê ket, ez matmayî mam. Ev çi xwezayiya bedewe!?

Me derbarê hemû bajarên Sûriyê di pirtûkên dibistanê de xwendibûn, lê min ev

xweza û gundên xweşik qet  di rûpelên pirtûkan de nedîbû.

Min ji hevalên xwe re got, em li vir rawestin lê wan got hin cihên xweştir hene!

Gotin em diçin Mîdan Ekbes…

Em li gundekî nêzî Mîdan rawestiyan û peyabûn.

Ez dîsa matmayî mam, ji ew xwezaya xweşik , ta niha tê bala min ew dara qalind

û dirêj ku koka wê çar zilam destên xwe hevdin ancax bigihêjin hev

gotin navê wê çinar e, gul û çîçekên wî gundî bi te re dikeniyan û berê xwe bi te de dikirin,

ta perperkên wan jî derdorê me dizivirîn bê ku ji me bitirsin, di wê kêliyê de mamostê olê (Mihemed Seid) dema navîn hat bala min ku ji me re behsa cenetê dikir, li aliyekî din çavên min li çend jinên ku êzing li ser milê wan bûn ket.

Lê ya balkêş ku şerwelê Kurdî li wan bûn, ez ketim wê ferqê ku ev civak çiqas

Bi çand û kultûra xwe ve girêdayîne.

Ev EFRÎN a ku min cara yekê  naskirê ye

Weke darên tû û çinarê bilind, girêdayî axê û fedekare.

dîtin: 462

Pêveker:

efrîn