• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ehmedê Xanî (1651-1707, Hekarî)

Ehmedê Xanî (1651-1707, Hekarî)


barkirin: Êlûn 3, 2017, 11:32


Jînameya Ehmedê Xanî (1651 - 1707, Hekarî)

Ehmedê Xanî helbestvan, nivîskar û fîlozofê herî mezin ê gelê kurd tê nasîn. Xanî, di wêje û toreya durdî de wekî stûneke bingehîn tê pejirandin. Xanî wêjevan, zanyar, rewşenbîr û derhênerê ramana serxwebûn û azadiya gelê xwe tê dîtin. Ehmedê Xanî xwe bi xwe dîroka jidayîkbûna xwe di malikekê de diyar kiriye:

"Lewra ku dema ji xeybê fekbû 
Tarîx hezar û şêst û yek bû " 

Wekî ji helbestê jî xuya dike Xanî di sala 1651’ê de li Bazîdê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e. Bapîrê Eyas û Kalê jî Rustem e. Navê wî yê rast Ehmed e. Nasnavê wî jî Xanî ye. Xanî li bajarê Dîza Sipî (Beyazîd) ê ji eşîra Xanîyan e. Ji ber ku malbata wî malmezinek bû, hêj di biçûkatiya Xanî de bavê wî ew daye xwendinê. Li Medreseyan waneyên zanistî û li dîwanxanan jî waneyên cîhanî girtine.  Mezin dibe û pileya xwendina wî pêş dikeve, ji bo fêrbûna xwendina erebî diçe di nav feqan de, di wê demê de exbala herî mezin ew bû ku kesek bikare biçe nava feqan û fêrî erebî bibe. Ehmedê Xanî li Bazîdê û li derdora wê dixwîne, piştre diçe bajarê Riha, Exlat û Bidlîsê zanistê fêr dibe. Piştre derbazî Qahîrê dibe, li Qahîrê di dibistana El Ezher de dixwîne û wekî xwendekarekî gelekî serkeftî bawernameya vê zanîngehê bi dest dixe. Di heman cihî de, bi hebûn û jana gelê xwe dihese. Piştî dizivire Kurdistanê, li ser welatparêziyê kûr dibe. Ji bo bikaribe hestên welatparêziyê li Kurdistanê belav bike mewlûdekê dide û bi riya mewlûdê bi ciwanan re civîneke amojgariyê pêk tîne. Her wiha ji bo heman armancê ji çîroka Memê Alan, destana Mem û Zîn dafirîne. Dîsa li ser pêşxistina hevgirtin û xwenasîna kurdan gelek helbestan dinivîse. Ehmedê Xanî hê di dema kurd hişiyar nebûyî de, hêjatî û rûmeta wêje û zimanê xwe zaniye. Berhemên xwe bi zimanê  kurdî nivîsandine. Sedema ku wê demê bi kurdî nivîsandî jî wiha aniye ziman: 
 
“Xanî ji kemalê bêkemalî 
Meydana kemalî dîtî xalî 
Yanî ne ji qabil û xebîrî 
Belkî bi teessûb û eşîrî” 

Xanî di sala 1707'an de çûye ber dilovaniya Yezdan. Ew li bajarê Bazîdê hatiye veşartin. Gora wî wekî dîtingehekê ye. Ehmedê Xanî; di sedsala XVII’an de jiyaye. Dema Xanî demeke wisa bû ku rojhilat ji rojava di warê zanistê de pêşketîtir bû. Ewropa lêgera derfetên çûna Asyayê digeriya. Di serdema Xanî de rewşa Kurdistanê pir balkêş bû. Kurdistan li gorî dema xwe ya derbas bûyî ya dema îslamê di qonaxeke herî bilind de bû. Her wekî mîrên kurdan di sala 1514’an de sefawî ji xak û bajarên xwe derxistin. Li ser xaka Kurdistanê ji sed salan zêdetir şerê di navbera osmanî û sefewiyan de domandiye. Ev şer ji beriya Xanî 11 salannbi peymana bi navê Qesra Şîrîn a di sala 1639’an de çêbûyî û Kurdistan kirî du parçe bi dawî bûye. Ev du parçebûn bû sedem di nava mîr û begên kurdan de nakokî û tevlîhevî çêbin. Vê lihevnekirinê şopên mezin di ramanên Xanî yên çandî û welatparêzî de hiştine. Ev bûyer dibin hevîrê ramanên Xanî û vê rewşê wiha dibîne.   

Wan girtî bi şûr şehrê 
Şuhret Tesxirî kirin biladê hîmet  

Her mêrekî wan bi bezlê Hatem 
Her mêrekî wan bi remzê Rustem  

Bi fikirin ji Ereb heta ve Gurcan Kurmanciye bûye Şuphê burcan  

Ev Rum û  Ecem bi wan hesar in Kurmancî hemî li çar kenar in  

Her du terefan qebîlê Kurmanc 
Bo tîrê qeza kirine armanc  

Goya ku li serhedan kilîd in 
Her taîfe sedek in sedîd in  

Ev qulzumê Rum û behrê 
Tacik Hindî ku bikin xurûc û tehrik

Kurmanc dibin bi xûn muttex 
Wan jêk vedikin misalê berze

Wate: Ehmedê Xanî nepejrîne ku kurd bêxiret û ne wêrek in. Dibêje bajarê rûmetê bi şûr hatiye girtin. Welatê mezin biçûk kirin. Her mêrekî wan bi camêriya xwe mîna Hatemê teyî, her mêrekî wan bi mêraniya xwe wekî Rustemê Zal e. Ka bala xwe bidê û bihizire ku ji welatê ereban heya van gurcan, zimanê kurdî bûye wekî burcan. Kurd bûne sênca rom û eceman, kurd li derdor in. Her du alî jî kurd ji bo tîr û kevanên xwe kirine armanc. Kurd li sînoran wekî kîlîlan e. Her eşîreke kurd li ser tixubên wan wekî bendavekê girtiye.  Ev deryaya Tacîkistan û qelzûma romê çi qas bikin derketin û tevgerê kurd di nav xwînê dimînin. Kurdan wekî berzexê ji hev du cuda dikin. Ger padîşahekî me hebûya û tacek layêqî wî bidîta, ji bo wî textek bihata tayînkirin, bi eşkereyî ji bo me jî bextek vedibû. 

Li ser vê Xanî wiha dibêje:  

Kurmancî ne pir di bêkemal in 
Emma di yetim û bêmecal in 
 
Fil cumle ne cahil û nezan in 
Belkî disefil û bê xwedan in  

Ger dê hebûya me jî xudanek 
Alî keremek letîfe danek 

İlm û huner û kemal û îz’an 
Şî’r û xezel û kitêb û dîwan  

Ev cins bibûya li bal wî mamûl 
Ev neqd bibûya li nik wî meqbûl  

Min dê elema kelamê mewzûn 
Alî bikira li banê gerdûn  

Bi navê rihê Melê Cizîrî 
Pê hey bi kiriya Elî Herîrî  

Kêfek wê bida Feqiyê Teyran 
Hetta bi ebed bimayî heyran. 

Wate: Ehmedê Xanî, gelê Kurd ne bê qîmet e, lê sêwî û bê derfet e. Dema niha wekî gel ne nezanin belkî ji hev qûtbûyî û bêxwedî ne. Ger me jî xwedanek  hebûya û ew xwediyê camerî, qenciyek bilind bûya, zanist, huner, qîmet, rûmet, helbest, xezel, kitêb, dîwan û ev li cem wî bihatana bikaranîn, ev tiştên amade li gel wî bihatana pejirandin, min dê alaya peyva mewzûn (gihandî) li banê gerdûnê bi navê rihê Melayê Cizîrî bilind bikira, pê Eliyê Herîrî sax kiriba, min ê keyfek wisa bida Feqiyê Teyran ku heta dawî bima heyran. 

Şuhret: Binav û deng 
Tesxir:Biçûkirî 
Bilad: Welat 
Hîmet: hêz 
Remz: Sembol 
Şuphê: Mîna 
Hesar: Sênc 
Sed: bendav 
Sedîdî: girtî 
Qulzum: derya-okyanus 
Xuruç: derketin 
Tehrîk: beridandin-gurkirin 
Mutex: gera xwînê de mayîn 
Bêkemal: bêqîmet 
Bêmecal:Bêderfet 
Sefîl:Hejar 
Alî: Bilind 
Keremek: qencî 
Letîf: dilnizmî, başî 
Mamûl:tiştê tê bikaranîn Meqbûl:Pejirandin- erê kirin binirxe Ebedî:bê dawî 
Mewzûn:Gihandin 
Îz’an:Meznahî 
Taîf:Bir 

dîtin: 57

Pêveker:

ehmedê xanî jînenîgariya ehmedê xanî wêjeya kurdî