• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eksperê Amerîkî dibêje baştirîn çareya Sûriyeyê federasyon e.

Eksperê Amerîkî dibêje baştirîn çareya Sûriyeyê federasyon e.


barkirin: Sermawêz 6, 2013, 7:53


Çapemeniya rojavayê êdî bi berdewamî rastiyên nedilxweşker ên fealiyeta serhildêrên Sûrî diweşînin. Li Ewrûpa û DYA êdî mukur li xwe tên, ku nirxandina wan a seretayî ya li ser krîza Sûriyeyê şaş bû.

Di nûçeyên dawî yên li ser exlaqa serhildêrên Sûrî rojnameya Brîtanî The Sunday Telegraph agahiyên balkêş belav dike. Di wan nûçeyan de behsa qaçaxçitiya petrol û otomobîlan tê kirin, ku piraniya komên opozîsyonî ketne nav wî karî. Di şîroveyan de tê gotin, ku hilweşîna rejîma Beşar Esed ne di berjewendiya lîderên Artêşa Azad de ye. Ji ber ku berdewamkirina şer ji wan re garantiyeke fînansî ye.

Eksperê Amerîkî, karmendê Navenda Ewlekarî û Îstîxbarata sedsala 21-an û serokê bernameya lêkolînên sîyaseta derve ya Enstîtûya Brukîngsê Maykl O`Henlon dibêje, `Xuyaye, Rûsya ji piraniya analîstên rojavayî çêtir vê konflîktê fehm dike`. Ew dibêje, di destpêka şerê Sûrî de, DYA pir ecele kir ku xwe da bawerkirin, ku rejîma serokkomar Beşar Esed dê zû hilweşe. Waşîngton hingê hesaba wê yekê nekir ku komên serhildêr dê riya terorê bigrin û bi rêxistinên mîna El Qaîde û Cebhet el Nusra hevpeymaniyê bikin. Maykl O`Henlon dibêje, `bi baweriya min DYA şaşî kir`:

“Diviyabû em yan qebûl bikirana ku Esed di desthilatê de dimîne, ku ev yek ji Rûsyayê re jî dest dide, yan jî diviyabû ji bo dûrxistina wî ji desthilatê me hîn bi cîditir tev bigeriya û zêdetir piştgirî bidana bizava serhildêrên sernerm, da ku El Nusra nikaribûya xwe nêzî wan bikira. Lê me vê bîryarê ne girt û mixabin heta qirika xwe em ketin nava wê heriyê”.

O`Henlon dibêje, vê gavê bizava serhildêran yan têk diçe, yan jî êdî xetimîye. Ew di wê baweriyê de ye ku divê Rojava hîn bibîryardarî piştgirî bide opozîsyona mutedîl.

Hevserokê Komîteya Rûsyayê ya Piştevaniya bi gelê Sûriyeyê re Oleg Fomîn jî balê dikşîne ser rewşa gelê Sûriyeyê:

“Vê gavê zêdetirî ji 2 mîlyon kes bûne koçber, ew neçar mane birevin Lubanê, Urdunê û Tirkiyeyê. Û piraniya welatiyan jî, li wan herêman ku serhildêr rejîma xwe ya dagirkeriyê lê damezrandine, di bin zextan de ne. Em hê behsa gundiyên xrîstiyan nakin, ku bi tevayî hatine qetilkirin. Û ew tenê nînin, hem mislimanên sîvîl hem jî xrîstiyanên sîvîl ji destê wan çeteyan dikşînin”.

Maykl O`Henlon dibêje, Erebistana Seûdî, Qeter û Tirkiye hê jî piştgiriya xwe ya ji bo serhildêran didomînin. Îran û Hîzbûllah dê piştgiriya Beşar Esed bikin, lê helwêsta DYA hê zelal ne bûye. Lewma jî xuyaye, di setrenca Sûriyê de rewşa pat a ku îro heye, dê demekî dirêj berdewam bike.

Eksperê Amerîkî Maykl O`Henlon dibêje, riya herî gçuncan a çareserkirina pirsgirêka Sûriuyeyê federasyon e, ku tê de beşên Sunnî, Kurdî û Elewî hebe û li navendê jî hin bajarên tekel hebin.

dîtin: 148

Pêveker:

eksperê amerîkî dibêje baştirîn çareya sûriyeyê federasyon e