• Têketin
  • Ziman
el-Nusra 11 çekdarên DAÎŞ ê kuştin

el-Nusra 11 çekdarên DAÎŞ ê kuştin


barkirin: Gulan 24, 2014, 1:46


Çekdarên Cebhet el-Nusre 2 otombîlên bombekirî li ser 2 xalên di bin kontrola rêxistina radîkal ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de li Dêrezorê, Sûriyê, teqandin û di encam de 11 çekdarên DAIŞ hatin kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragiahdn ku, îro, 24.05.2014, çekdarên Cebhet el-Nusre du otombîlên bombekirî, yek li xaleke nêzîk benzînxaneya Segir li gundê Salihiyê û ya din jî li deriyê bakur yê bajarê Dêrezorê de, ku her du di bin destê çekadarên DAIŞ de ne, teqandin.

Li gor rewangehê, ji encama her du teqînan 11 çekdarên DAIŞ hatin kuştin, herwiha 2 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Ji aliyek din ve rewangehê da zanîn ku embargeheke pêkhatên teqîner û bombeyan li gundê Buqrus li Dêrezorê teqiya, bêy ku aşkere bike bê ew embargeh ser bi çi alî ve ye yan jî hejmara qurbaniyan diyar bike.

 

Rûdaw

dîtin: 471

Pêveker:

el nusra 11 çekdarên daÎŞ ê kuştin