• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Elmanya firotina teknolojiya înternetê ji bo Tirkî û Rûsya betal kir

Elmanya firotina teknolojiya înternetê ji bo Tirkî û Rûsya betal kir


barkirin: Gulan 20, 2014, 9:33


Cîgirê Serokwezîrê Elmanya Sigmar Gabriel daxuyanî da û got ku Tirkî jî di navde ji bo gelek welatan êdî ewana teknolojiya şopandinê nafroşin û veguhestina wan dê bête betalkirin.
Gabriel diyar kir ku li Tirkî û gelik welatên dîtir amêrên torê yên şopandinê bi mebesta tepeserkirinê têne bikaranînin.

Gabriel diyar kir ku di meha Nîsanê de ji bo van kargehên ku vê teknolojiyê çêdikin hişyarî hatibû dayîn.

Di heman demê de Wezîrê Aboriyê Sigmar Gabrîel rêzenavên welatên ku ev teknîk bo wan nayête dayîn neda lêbelê li ser pirsa rojnamevanên NDR û WDR û Suddeutsche Zeitungê got ku ji welatên ku endamên NATO yê ne Tirkî û Rusya di nava vê rêzêdene.

Gabrîel diyar kir ku desthilatên otorîter ne tenê bi rêka tank û çekên mekîneyî tund û tujiyê li ser gelan dikin lê belê bi teknîk û amêrên torê jî xwe li ser gel di sepênin.

Gabriel got ku; Yên ku dixwazin azadiya internetê biparêzin nikarin ku teknolojiya torê ya pêşketî bidin destê wan rejîmên ku bi vê rêkê zor û sextê li ser gel dikin.

 

Elmanya di sala 2012 ê de dijî Sûrî û Îranê firotina van berheman qedexe kirbû lê belê tu pêşbirînekî yasayî nehatibû pêkanîn.

 

 

DW

dîtin: 239

Pêveker:

elmanya firotina teknolojiya înternetê ji bo tirkî û rûsya betal kir