• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîka hêrsa xwe ji bo nûçeyên tirka yên li ser Sûrî derbirî

Emerîka hêrsa xwe ji bo nûçeyên tirka yên li ser Sûrî derbirî


barkirin: Pûşper 20, 2017, 12:07


Welatên Yekgirtî yên Emerîka hêrsa xwe ji bo nûçeyên Ajansa Anadoliyê yên di derbarê wargehên Emerîka yên li Sûrî de derbirî.

Berdevkê Pentagonê yê Wezareta Parestina WYE Adrian Rankine-Galloway diyar kir ku parvekirina zanyariyên leşkerî yên nazik hêzên hevpeyman dixe nava metirsiyeka bêkêr.  Galloway got; hewldaneka weha hêza têkbirina tevgerên dijî DAÎŞ ê jî di nava xwe de radigrin.
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku wana çavkaniyên zanyariyên nûçeyan nekarîne piştrast bikin û domand; Em dê ji vêya gelek endêşe bikin, eger Rayedarên ji welatê hevkarekî NATO yê bi parvekirina van zanyariyên nazik, bi zanebûn hêzên me têxin nava metirsiyê de.

Galloway, ragihand ewana gumanên xwe ji hikumeta tirkiyê re ragihandine.

Ajansa Anadoliyê wargehên Emerîka yên li Rojavayê Kurdistanê wate yên tevî YPG ava kirî û gelek deverên ji bo şer bikar tîne aşkere kiribûn.

 

 

dîtin: 145

Pêveker:

emerîka welatên yekgirtî