• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîka piştgiriya xwe ji bo êrîşa Tirkîyê ragihand

Emerîka piştgiriya xwe ji bo êrîşa Tirkîyê ragihand


barkirin: Befranbar 22, 2018, 12:02


Piştî tevgera artêşa dagirker ya Tirkîyê dijî Efrînê, rayedarên Emerîkî li pey hev daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de Emerîkîyan aşkere kir ku ewana him li başûrê Kurdistanê, him jî li Rojavayê Kurdistanê henekê xwe bi Kurda kirine û ji neha û pêve ew dê Kurda disan bo xwe bikar bînin.

Daxuyaniyên ku rasterast têne vê wateyê wehane.
Wezîrê Parestinê yê Emerika James Norman Mattis ragihand ku ewana endîşeyên dewleta Tirkîyê yên terorê têdighejin û xala baş ewe beriya tevgerê rayedarên tirk ew agahdar kirine.  Mattis weha got;  Beriya firokên Tirkîyê rabin, rayedarên tirk em agahdar kirin. Di pêşerojê de em dê bi Tirkîyê ve tevbigerin. Em dê rêkeçreyekê bibînin. Mattis diyar kir, ew çekên ku dane YPG jî bi rengekî ku dijî tirkî neyêne bikaranîn hatine bicihkirin. 


Wezîrê Karê derve Heather  Nauart, ji BBC re ragihand ku ewana daxwaz dikin, tirkî di tevgera Efrînê de hindekî nazik nêzîk bibe û pir dirêj berdewam neke.

dîtin: 250

Pêveker:

tirkî emerîka piştgirî xayîntî efrîn