• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîkayê Rusya ji G8 derxist

Emerîkayê Rusya ji G8 derxist


barkirin: Adar 25, 2014, 3:35


Emerîka li gel 6 dewletên koma cîhanî ya G8 biryar dan ku Rûsyayê ji koma G8 ya welatên mezin yên cînahê derbixe. Ev helwest weke kardaneweyeke li beramber rêvebiriya Moskowayê ku bêyî destûra Ukrayna Herêma Kirimê kire parçeyeke axa xwe.

Piştî ku herêma Kirimê bi referandûmekê bû perçeyek ji axa Rusyayê û serokdewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn jî ev biryar wajo kir, gengeşiya di navbera Rusya û welatên Rojava de jî kûr dibe. Emerîka li gel 6 dewletên koma cîhanî ya G8 biryar dan ku Rûsyayê ji koma G8 ya welatên mezin yên cînahê derbixe. Der barê mijarê de rêvebiriya Washingtonê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku qanûnên navdewletî rê nadin ku beşek li welatekî ji aliyê welatekî din ve bi awayekê bikaranîna hêzê bête dagîrkirin. Her weha hate gotin ku referandoma li Kirimê hatiye kirin ne yasayî ye û li dijî destura Ukraynayê ye.

Koma welatên G8 ku ji welatên mezin ên pîşesazî ên cîhanê pêk tê û Emerîka, Japon, Almanya, Rûsya, Îtaliya, Birîtanya, Fransa û Kendayê tê de cîh digre.

 

dîtin: 211

Pêveker:

emerîkayê rusya ji g8 derxist