• Têketin
  • Ziman
ENKSê êrîşa li ser navçeyên Kobanî şermezar kir

ENKSê êrîşa li ser navçeyên Kobanî şermezar kir


barkirin: Adar 19, 2014, 2:58


Şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî navçeyên derdora herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Şaxê Kobanî yê ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand “Di demekê de grûpên Artêşa Azad li Şam, Deraa, Hums û Helebê şerê hêzên rejîmê dikin, çekdarên terorîst ên DAÎŞê navçeyên Kurdan dorpêç dikin û êrîşê wan dikin”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çekdarên DAÎŞê ev demeke êrîşî navçeyên Kobanî dikin û gelek komkujî li bajarên Cerablus, Şiyûx û Sirînê kirine û bi dehan kesên sivîl û şervanên Artêşa Azad îdam kirine.

Şaxê Kobanî yê ENKSê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞê gef li gundên Kurdan li herêma Girê Spî xwarine û ji xelkê xwestine gundan vala bikin da ku ji xwe re bikin navendên leşkerî.

Şaxê Kobanî yê ENKSê tevî şermezarkirina wan êrîşan, daxwaz ji gundiyan kir ku ji axa xwe dernekevin û nehêlin çekdar derbasî gundên wan bibin, herwiha bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku destên hev bigirin û nehêlin grûpên çekdar ewlekariya herêma wan têk bibin.

Her di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û hemû beşên din ên civaka Kurdî bi berpirsyariya li ser milên xwe rabin.

Rudaw

dîtin: 364

Pêveker:

enksê êrîşa li ser navçeyên kobanî şermezar kir